Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rewşenbîrê kurd Konê Reş berhema xwe ya 33’an derxist, derbarê wê de jî da zanîn ku wî bi armanca belgekiririn dîroka Cizîrê û xebata rewşenbîriya kurdî berhema ‘Cizîra Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî derxist. Herwiha wî eşkere kir ku ew li ser derxisina pirtûkekê û 2 dîwanan dixebite.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953’yan de li gundê Doda yê di navbera Qamişlo û Amûdê de ye, ji dayîk bûye. Navê Konê Reş yê rasteqîn Selmanê Osmanê Abdo ye. Ji encamê kar, xebat û keda di warê kurdewariyê de, bi navê Konê Reş di seranserî Kurdistanê de hatiye naskirin.
Konê Reş, yek ji wan kesên destpêkê di qonaxa me ya nû de ye li Rojava ku piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Tîrêj, Rezoyê Osê, Deham Ebdulfetah û hwd… ku bi zimanê kurdî nivîsandiye. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt berhemên wî hatine weşandin û belavkirin.
Ji berhemên wî herî dawî jî pirtûka bi navê ‘Cizîra Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî’ ye. Ev berhem. lêkolîneke dîrokî li ser kantona Cizîrê û xebata rewşenbîrên wê di warê ziman, kiltûr, çand û wêjeya kurdî de ye. Herwiha di 10’ê Sibatê de li HRRK’ê bi ahengekê hate îmzekirin
Derbarê vê berhemê jî nivîskarê wê Konê Reş ji rojnameya me re axivî.
Mijarên pirtûkê?
Konê Reş girêdayî mijarên ku li ser wan lêkolîn kiriye, wiha anî ser ziman: “Hebûna dîroka kurdan û hebûna wan di Cizîrê de, pê re jî dîroka bajar û gundên wê di vê pirtûkê de tê dîtin. Ji hêleke din ve min mijarên weke bandora nexwendina bi zimanê dayîkê, bandora sergûnê di wêjaya kurdî de û girîngiya pêwendiyên sergûnî bi welêt re, rola jinê di civaka kurdî, rola hunermend Mihemed Şêxo di warê parastin û heskirina zimanê kurdî de, bi bîr xistine. Herwiha bandora kurdên Bakurê Kurdistanê li kurdên Rojava û bandora serhildana Şêx Seîd di şiyarkirina hestên netewî yê kurdên Rojava de. Di heman demê de ez li ser mijara Roja Ziman û Ala Kurdî, helbesta kurdî, berxwedana eşîrên Cizîrê axivîme. Di vê pirtûkê de min çûyîna Seydayê Tîrêj li gel Kamîran Bedirxan dema ku Bedirxan Kovara Roja Nû û Strê li Beyrûtê derdixist, vegotiye. Li aliyekî din min behsa gundê Dugirê ya milê Tirbespiyê kiriye, ew goristana welatparêzên kurdan e, li wir Komela Xwêbûn hatiye destpêkirin. Emîrê Perîxan, Haco û Celadet Bedirxan li wir civiyane û motka Xwêbûnê li wir danîne.”
Amadekariyî û çîroka berhemê
Helbestvan Konê Reş Reş têkildarî amadekariyên pirtûka xwe wiha got: “Bi dirêjahiya 12 salan ku min li ser vê pirtûkê kar dikir, di nav berhem û nivîsên li ber destan de min pirtûka xwe amade kir. Bi taybet piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, avakirina Komeleya Tealî Kurdistan, Hêvî li Stenbolê di 1913’an de herwiha derxistina Kovara Jîn û gelek komele û kovarên din, min xistine vê pirtûkê. Min tê de bal kişandiye ser Kovara Hawar jî dema ku yekem car Celadet Bedirxan bi latîniya kurdî nivîs derxsit û tê de got ” kuro şerm e yan hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin an nebêjin em kurd in”. Min ew serdem û xebata rewşenbîrî daye hev û nivîsiye. Min ji mamoste Xalis Misewer xwest ku pêşgotinekê jê re binivîsîne, wî jî daxwaza min bi cih anî. Min dîroka Cizîrê û xebata rewşenbîrî ya berî 100 salî heta serdema me ya niha di vê pirtûkê de civandiye. Herwiha min behsa pêşveçûna xebata rewşenbîrî ya piştî şoreşê li Rojava kiriye, li ser damezirandina zanîngeh, dibistan, saziyên ragirhandin û rewşenbîriyê axivîme, lewma jî dikarim bibêjim ku xewna Mîr Celatdet pêk hatiye.”
Armanc li gel şêweyê lêkolînê
Konê Reş derbarê armanca xwe ji lêkolînkririna Cizîra Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî de wiha bi lêv kir: “Armanca min ji vê pirtûkê ew e ku ew kesên xebat ji bo ziman û rewşenbîriya kurdî de kiriye vala neçe û ez wê bi bi belge bikim. Herwiha da ku nifşên kurdan ên nûhatî dîroka ziman, çapemenî û rewşenbîrên xwe nas bikin. Min hemû keda rewşenbîrên ku bi kurdî xebat ji bo ziman, çand û wêjeya xwe de kirin, di vê pirtûkê de bi bîr xistiye, lê yên ku bi zimanê erebî pirtûk nivîsîne min tiştek di derheqê wan de nenivîsandiye. Yên ku bi erebî nivîskarî kiriye, xebatek kirine em spasiya wan dikin, lê min tenê xebata rewşenbîrên ku bi kurdî kirin, girtiye dest. Bê guman xebata rewşenbîriya kurdî ya ku hatye kirin ji wiha berfirehtir û pirtir e, lê min li gorî hêz û derfeta xwe bi saya HRRK’ê ev pirtûk çap kiriye. Ez jêderê vê lêkolînê me, xebata rewşenbîrî ku min dîtiye, kesayetên min hevdîtin bi wan re çêkirine û hwd… bi belgekirî ne di vê berhemê de.”
33 berhemên Konê Reş çêbûn, lê ew li ser 3 berhemên din kar dike
Nivîskar û helbestvanê kurd Konê Reş li ser hejmara berhemên xwe yên çapkirî û yên ku li ser wan kar dike wiha anî ser ziman: “Çendîn ji min tê pirskirin ku ji kîjan partiyê yî, ez dibêjim ez ji partiya ziman û folklora kurdî me, di ber vê yekê de jî tiştek ji min re nabe asteng, lê belê tenê ez ji hêla çapkirina pirtûkan ve astengdar dibim. Piştî ku reklama vê pirtûkê hat kirin ji Amedê daxwaz hat kirin ku ez pirtûka xwe ji hin saziyên rewşenbîrî re bişînim. Pirtûka min a bi navê Cizrîa Binxetê û Jiyana Rewşenbîrî, dibe berhema 33’yan, niha pirtûkeke din derbarê mijarên rewşenbîrî û dîrokî bi zimanê erebî bi 600 rûpelî heye. Di heman demê de dîwaneke helbestan bi zimanê kurdî heye û dîwaneke din ji bo zaroka amade ye.”