Kemal Necim
ji roja ku rejîma Baas li Sûryeyê hilweşiyaye, li nava civaka Kurdn ya li Rojava liv û tevgereke nû destpê kiriye. Di hêla siyasî de diyar e ku dê liveke çawa çêbibe, tevgera siyasî hin kar û barên ku bi salan amadekarî jêre nekiribûn, niha hewl didin pêk bînin. Ji wan karan jî yek jê mijara yekrêziya tevgera siyasî ya kurdî ye. Lê li hêleke din de jî liv û tevgerek çêbûye, ew jî ew e ku çîna rewşenbîran ji nişkave li xwe hayîl bûye ku ketiye pêşberî rewşeke nû, êdî ew jî li xwe digere û pirsa cih û rola xwe dike. Lê heta niha tişta ku diyar e, rewşenbîr lêgerîneke şaş dikin û li cihekî ku ne warê wan e digerin, lewma zû bi ser xwe ve û bi ser rola xwe û erk û delmetên xwe ve nabin.
Dema ku em dibêjin lêgerîneke şaş dikin, mebesta me ew e ku kom û sazî û yekîtiyên rewşenbîran, di bin bandora arîşe û nakokiyên siyasî yên di nava tevgera siyasî de, ew jî diçin heman gotarê dibêjin û bi şev û roj behsa yekîtiya tevgera rewşenbîrî dikin, tevî ku pirbûna saziyên rewşenbîrî ne rûdaneke mîna pirbûna partiyên siyasî ye, lewma pirsgirêk û arîşeya tevgera rewşenbîrî ne heman arîşeya tevgera siyasî ye û yekirina tevgera rewşenbîrî dê nebe nimûne ji partiyên siyasî re. Lê xuyaye ku rewşenbîr li şûna ku li qad û meydana xwe têbikoşin û rola xwe bibînin û erk û delametên xwe pêk bînin, hewl didin kirasê siyasetmedaran li xwe bikin û li şûna tevgera siyasî bixebitin.
Diyar e ku erk û delametên saziyên rewşebîrî pêşxistin, geşkirin û parastina çand û wêje û kelpûr û ramanê ye, her wiha birêvebirina kar û barên kesên ku bi van mijaran mijûl in. Eger ev sazî van erkan pêk tînin û qada afrêneriyê û behremendiyê fereh dikin, asta wêje û çandê bilind dikin, wê çaxê mirov dikare bêje ku pirbûna saziyên rewşenbîrî jî ne pirsgirêk û arîşeyeke mezin e, berovajî wê dibe ku bibe egera pêşketin û geşkirina qada çand û wêjeyê.
Li gorî van boçûnan li şûna ku rewşenbîr li devereke din li xwe û rol û erkên xwe bigere, divê li qada xwe ya rewşenbîrî bigere û zanibe ka li gorî vê pêvajoyê çi jê tê xwesin.
Berî her tiştî divê rewşenbîr zanibe ku hebûna civaka kurdan bi hebûna çand, ziman, kelepor, wêje û ramanê wê civakê ye, eger çand û wêje û ziman û dîrok ji dest here hezar partî jî bibin yek wê gelê Kurd ji tinebûnê rizgar neke. Stûnên hebûna Kurdan weke gel û civak li ber metisriya têkçûnê ne. Li gorî ezmûna dîrokî hêzên desthilatdar dê her tim hewil bibin ku van sitûnên hebûnê hilweşînin. Lewma ji kesayet û saziyên rewşenbîr, wêjevan û afrêneran tê xwestin ku guh bidin nirxên çandî û wêjeyî yên kurdayetiya resen. Divê civaka Kurd têr û tijiyê çanda xwe, zimanê xwe û wêjeya xwe bibe, ji bo vê jî divê hilbirîn û afrandineke domdar, nûjen û bi bandor hebe, ango divê ku qada çand û wêjeya kurdî her tim di nava geşepêdan, guherîn û nûjeniyê de be.