Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wênesazî cîhaneke cûdaye’

12/02/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Wênesazî cîhaneke cûdaye’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo


Wênesaza jin Nûrhîn El-Hisên diyar kir ku wênesazî cîhaneke cûdaye ku ji zarokatiyê ve bi wê re mezin bûye. Tabloyan xêz dike bi armanca ravekirina êş û azarên gelê xwe.

Nûrhîn El-Hisên di sala 1999’an de li bajarê Serêkaniyê ji dayik bûye. Wê zarokatiya xwe li bajarê xwe derbas kiriye lê ji destpêka kirîza Sûrî ve hemû bîranînên xwe li şûn xwe hiştin û berê xwe dan bajarê Qamişlo. Her wiha ev nîzî 6 mehên wê ye ku li Holenda dijî.

Di derbarê jiyan, kar û xebatên wênesaza jin Nûrhîn El- Hisên ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên Nûrîn El-Hisên

Nûrhîn El-Hisên da zanîn ku wê ji zarokatiya xwe ve ji wênesaziyê hez dikir û hertim ji bo xwe tablo xêzdikirin û wiha got: “Ji ber şert û mercên jiyanê derfet nebû ku ez xwendina xwe berdewam bikim, lewma min biryar da ku ez dest bi karê wênesaziyê bikim. Malbata min û hevalên min hertim destek û hêviyê didan min da ku ez vê riyê berdewam bikim. Min di sala 2016’an de li peymangiha wênesaziyê dest bi pêşxistina xwe kir, ez li Enstîtoya Hunerê ya Malva mamosteya xêzkirinê bûm. Her wiha rahênera xêzkirinê li Hîlala Zêrîn jî bûm. Di heman demê de ez di hundir û derveyê Rojava beşdarî 26 pêşengehan bûm; li Helebce, Silêmaniyê, Heftemîn Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinan li Qamîşlo, Şeşemîn Forima Rojava ya Hunerên Bedew li Qamişlo, Sempozyûm di qatekê de, Sempozyûm li Kobanî, festîvala Perçem li Kobanê, Xecxecok Qamişlo û Pêşengeheke hunera plastîk bi navê “Şehîd Xalid” bûme. Heya roja îro ez rastî wan astengiyên giran nehatime ji ber ku ev riya ku min hilbijartî bi xwesteka min e û gava tiştek bi xwesteka mirov bê, wê helbet hemû hêza xwe bikar bîne.”

‘Huner jiyaneke xwezayî ye’

Wênesaza jin Nûrhîn El-Hisên axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Huner jiyaneke xwezayî ye, ez hemû hestên xwe têde derdixim holê û dema ku ez xêz dikim hertim hîs dikim ku li cîhaneke cûda me. Hertim ez dixwazim bi riya firçe û rengan hunera kurdî ronî bikim. Tabloyên min herî zêde neyênika kurdayetiyê îfade dike wek; Dayîkên şehîdan, Leșkerên kurd û Jina bi hêz li Rojavayê Kurdistanê. Hêviya min ewe ku di demên pêş de tabloyên xwe li tevahî Ewrûpayê nîşan bidim û bi tabloyên xwe yên kurdî û navê xwe bêm naskirin. Banga min ji hemû jinan re ew e ku ji talenta xwe sûd werbigirin, hebûna civaka xwe biparêzin û xwe pêş bixin. Da ku xewnên xwe bi cih bînin û di heman demê de ji bona parastina şaristanî û hebûna civakê.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.