Esma Mistefa/ Qamişlo
Berdevka Meclîsa Jin ya PYD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Horiye Şemdîn da zanîn ku ji bo şîrovekirina geşedanên dawî yên li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewime ew rêzecivînan ji gel re lidar dixin û got, “Pêwîste Gel li hemberî siyaseta ku tê meşandin û girîngiya parastina axa xwe; serwext be.”
Di pêvajoya heyî de, li Sûriyê û tevahiya herêmê gelek guhartin û veguhartinên girîng pêk tên. Pirojeya Rêveriya Xweser ya ku bi têkoşîna xwe ya zêdetirî 14 salan bi Şoreşa Sûriyê re daye destpêkirin û heyanî vê kêliyê jî berdewam dike, rol û misyoneke bingehîn di pêşeroja Sûriyê de dilîze. Li ser van bingehan hebûna Rîveberiya Xweser û gelê Kurd di pêşeroja Sûriyê de dibe mijara nîqaş û hizirandinê ya tevahî Raya giştî û hêzên navnetewî. Her kes dixwaze helwest û pirojeyên Rêveberiya Xweser di vê demê de nas bike. Ji ber Rêvebriya Xweser bi hêzên xwe yên QSD’ê di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cîhanê ji metirsiya Terorê diparêz e.
Bi hemdemiya van guhartinan re dagirkeriya Trikiyê û komên çeteyan berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi giranî girtiye hedefa xwe. Bi tayebt Bendava Tişrînê ya ku jêdara fermî ya av û enerjiyê ye; xistiye armanca xwe. Bê guman di vê demê de ya herî girîng parvekirina rewşa dawî bi gelên herêmê re ye, û girîngiya meşandina têkoşînê û xwedîderketina li pêvajoyê ye. li ser vê bingehê Jinên di Partiya Yekîtiya Demokratîk de PYD e de cih digrin pêşengtiya vê yekê kirine û dest bi civînên berfireh ji jinên herêmê re kirine. Girêdayî vê yekê Berdevka Meclîsa Jin ya PYD‘ê Huriye Şemdîn ji rojnameya me re axivî.
Parvekirina geşedanên Siyasî, leşkerî û siyaseta şerê taybet bi gel re
Horiye Şemdîn de destpêkê de da zanîn ku bi guhartinên ku tên rûdan re divê parvekirin bi gel re bê çêkirin û wiha got: “Di van demên dawiyê de gelek geşedanên herêmî û cîhaî hatin rûdan. Di Sûriyê bi taybet de piştî rûxandina Rêjîma ku temenê wê zêdetirî 60 salî ye li ser gelên Sûriyê serwer dikir de, piştî aloziya 14 salan di roj û şevekê de hate hilweşandin û li şûna wê HTŞ’e hate ser serweriyê. Her wiha êrişên dagirkeriya Tirkiyê bi van guhartinan re kêliyekê jî li ser herêmên Rêveberiya Xweser ya ku bi armanca qirkirina gelê Kurd û hilweşandina rêvebriyê tên kirin; nehatin rawestandin. Bi tayebt yekem care ku cihekî herî girîng di herêmê de xistiye hedefa xwe ew jî Bendava Tişrînê ye. li ser bangawaziya Rêveberiya Xweser bi hezaran gelê herêmê berê xwe dane bendavê û di şexsê bendavê de parastina ax û destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê dikin.
Bê guman parvekirina van geşedanên siyasî û leşkerî bi gel re her wiha li hember şerê taybet ya ku ji aliyê dijmin ve tê birêvebirin divê em û gel serwext bin. ji lewra em weke jinên PYD’ê me helmleyekî civînan ji bo gel û bi taybet ji bo jin daye destpêkirin”.
Bi pêşengtiya jin rêzcivîn di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate destpêkirin
Horiye Şemdîn da zanîn ku ev hemle bi pêşengtiya jin li tavahî herêmê hatiye destpêkirin û domand: “Şîrovekirina rewşa siyasî ya ku li herêmê tê jiyan kirin her dem ji aliyê me ve bi riya civînên giştî bi gel re tên parvekirin. Helbet weke xebatên xweser jî ev yek tê meşandin. Beriya şeş mehan di pilanameya me de weke perispektîv ku Meclîsa Jin a Partî têkildarî rewşa siyasî civînên girseyî li dar bixin, lê ji ber pêşveçûnên ku hatien rûdan hate sekinandin. Ji ber vê yekê jî niha pêdivî hate dîtin ku em vê pilanamyê weke hemle di vê pêvajoyê de bixin meryetê. Ji lewra ev dem girîngtirîn deme ku gel li hember her tiştî şiyar be û nekeve xefka siyaseta şerê taybet ya ku di nava gel tên belavkirin. Herwiha weke erkên welatparêziyê li hember pêvajoyê û girîngiya tevlîbûna berxwedana Bendava Tişrînê, Tişrîn ji bo me çi ye û QSD’ê hêzeke ku ne tenê gelê Kurd diparêze ji bo hemû pêkhateyên herêmê û Sûriyê şer dike ye. Diviyabû em vê yekê em bi hemû gelên xwe re û jinan re parve bikin. Ev civîn nêzî hefteyekê ye hatine destpêkirin. Li tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine destpêkirin û ji bajar û bajarokan de destpêkiriye”.
Rojevên sereke yên rêzecivînan
Horiye Şemdîn bal kişand ser naveroka van civînan herwiha çiqas hatin qebûkirin û wiha pê de çû: “Ji mijarên sereke yên ku me di van civînan de nirxandine de; êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmê bi giştî û armanca wan ji dagirkirina Bendava Tişrînê. Herwiha girêngiya çûyîn û sekna gel ya ji bo bendavê bi taybet bi pêşengtiya jin. Herlbet gelek bedelên giran li ser bendavê di encama hedefgirtina dagirkeriyê de hatin dayîn gelek jin hatin şehîdxistin û birîndar jî bûn. Yek ji wan jî Hevseroka PYD’ê ya Kantona Qamişlo Menîce Heyder şehîd ket. Ya din jî girîngiya piştgiriya QSD’ê ya ku ji bo hemû gelên herêmê şer dike. Ev rojev û gelek mijarên girîng cihê xwe di van civînan de girtin.
Bi taybet li herêmên rizgarkirî ev civîn bi giranî hatin lidarxistin. Bi rastî jî neqebûlkirina wan ji hişmendiya HTŞ û kiryarên ku niha ji aliyê komên çeteyan ve tên kirin; derketin pêş. Li hember wê jî qebûlkirinek û têgihîştinek ji rewşa dawiyê re hebû. Bi taybet jin dikare xwe çiqas birêxistin bike û li hember vê rewşê berxwedaniyeke çawa bike hate nîqaşkirin”.
`Hevpeymana Jin misogeriya mafê jin di Sûriyê de ye`
Horiye Şemdîn di dawiyê de da zanîn ku gelek piroje û xebatên wan ji bo pêşeroja Sûriyê di pilanameyê de ne û wiha qedand: “Reşnivîsa hevpeymana jinê ya ku hatiye nîqaşkirin û amedekirin, tê de nêrîna hemû jinan hate girtin û bi awayekî ku bikeve xizmeta tavahî jinên Sûriyê û bi taybet ji bo parastin û misogeriya mafê jin hatiye amedekirin. Ev Hevpeyman ji bo cihgirtina jin di destûra Sûriyê ya pêşerojê jî digre nav xwe, ku Sûriyeke demokrat nenavendî bê avakirin. Di bingeha guhartina zihniyet û îdeolojiya Sûriyê de divê xebat bê kirin. Li ser van bingehan gelek xebatên me yên derve û hundir jî wê bêne kirin. ya din li herêmên Rizgarkirî xebatên me wê bên domandin bi taybet emê panelên diyalogî li ser rewşa jin bi giştî di Sûriyê de her wiha erk û misyona li ser wan di qada civakî û siyasî de bêne li darxistin”.