Reşo Meydana
Êdî her tişt aşkere bûye. PDK bi MİT’a Tirkan re hevdîtin çêdike û li gorî fermanên ji wan digirin jî tevdigere, li gorî wê ENKS dimeşîne.
Ya yekê, piştî ku li Sûriyê rejîma mala Esed hilweşiya hemû gelê Kurd û gelên Sûriyê ketibû bendewariyekê. Gel û baweriyên li Sûiyê digotin qey astengên li pêşiya azadiyên wan rabûne, ew ê di demeke kurt de şoreşa xwe bi azadî, wekhevî û demokrasiyê tacîdar bikin. Di demeke pir kurt de HTŞ’ê bi rengê xwe (bi rengê xwe yê reş) yê reş, bi zext û kuştinên xwe yê li ser Elewî, Durzî û dewlemendiyên gelên li Sûriyê nîşan da ku ne xwediyê wê niyet û hêzê ye.
Ya duyemîn, helwest yan jî ya hê rastir bê helwestiya ENKS bû. Bi taybet ji bo gelê Kurd di vê pêvajoyê de ecêbek ku derketî holê ev bû. Me berê jî anîbû ziman xwaziya di vê pêvajoyê de Apê Mûsa sax bûye û bi terz û usluba xwe ev rastiya koma ku nikare bi xiyaneta xwe jî rabe vegotana. Ji ber ku me hunera Apê Mûsa fêm nekiriye, kêm fêm kiriye em niha bê mecal in. Dîsa jî gotineke pêşiyan xwe di serê mirov de hirde û virde dike, dilivîne: dibêjin, ‘golikek navê garanekê diherimîne’. Hezar xwazî bi ‘golikê’.
Em çima wisa ‘giran’ diaxifin? Na, ez dibêjim qet jî ji bo ENKS’ê ev gotin ne giran in. Mînak, hemû kesên dîroka xiyanetê di şerê rizgariya neteweyan de kêm zêde dizanin, dizanin ku xiyanetkarên neteweya xwe bi roleke çawa rabûne. Bigire ji Cezayîr, Afrîkaya Başûr, Vîetnam û heta bi xiyaneta di berxwedanên Şêx Seîd Efendî û Seyîd Riza de tê zanîn. Li her derê cîhanê wisa bûye. Ev hêzên Xiyanetê yên wekî PDK û ENKS bi vê jî nizanin. Mîsal, xiyanetkarên Koreyê bi Koreya Başûr hatin xelatkirin. Nizanim li Başûrê Afrîka çi tişt girtin. Xiyanetkarên li ber Mao, çûn li giraveke jêra Sînê dewlet avakirin. Rayber û Zeynel piştî ku serê Elî Şêr û Zarîfe dan dewleta Tirk çend quruş xistibûn berîka xwe. Lê belê bi îstîxbarata Parastina PDK’ê çendîn û çendîn gerîlayên azadiyê şehîd bûn, ez ne bawerim Tayib di pêşberê vê de quruşek jî dayibe Mesût Barzanî!
Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, ENKS bi perspektîfên Mala Barzanî hê zêdetir xwe xiste nava opozîsyona Sûriyê. Wekî hêzeke opozisyonê tevgerî. Li gel wan xwe nîşan da. Bi gotin û sekna xwe ya li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê wisa xuya dike ku çend saziyên xwe çêkirine. Lê belê xiyanet jî be ti destkeftên wan ên mayende heya niha xuya nakin. Ji dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê devê tehmxweş nebû. Ya din jî, herî dawî dema dagirkirina Til Rifaat û Şehba, ti bandora wan ku ENKS propaganda dikir, ti nebû. Tenê ev tişt kirin: Li gorî ku welatparêzên penaberên Efrînî neqil dike û tîne ziman, hin grûbên ku dixwestin xwe bigihînin seyareyên Herêma Xweser birin teslîmî MİT’a Tirk kirin. Lê em nizanin ku di berdêla vê xiyaneta xwe de ji MİT’ê heqdestê xwe girtin yan na! eger hûn ji min bipirsin, ez bawer nakim!
Niha hatiye li ber çi sekiniye?
Kêlî hene, bedelî çendîn salan in, roj hene bedelî bi deh salan in, bedelî sed salan in. Mînak, piştî 27’ê Mijdara 2024’an eger gotin di cihê wê de be, zeman difire. Kêliyek, saniyeyek bedelî sed salan e. Yanî çi? Rojeke tenê jî eger mirov heqê wê nedê, dîroka gelan, dîroka gelê Kurd ew ê ji vê neyînî bi bandor bibe. Vaye di vê rewşê de gelê Kurd û gelên herêmê ji ENKS dest berdan e, hêviya xwe jê qut kirine û hatiye fêmkirin ku êdî ENKS naxwaze ji bo gelê Kurd, heta ji bo xwe jî tiştekî bike! Ji ber ku her kêliya vala diçe wê dîroka bi sed salan diyar bike. Lê ev hêz ti tişt ne xema wan e. Ev bi temamî hatiye fêmkirin.
Temam, hatiye fêmkirin; hêzên xiyanetkar ên wekî Mala Barzanî û ENKS ji bo xwe û ji bo gelê Kurd ti tiştî naxwazin. Ji ku tê fêmkirin? Ev li mehekê derbas bû, xwe safî nekirin yan jî ji bo berjewendiyên gelê Kurd û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nêrîn û sekn nedan pêş. Tenê tiştek dimîne: Gelo ji bo berjewendiyên dewleta Tirk xwe giran dikin ku gelê Kurd û gelên herêmê, bêyî destkeft bimînin. Ku dewleta dagirker a Tirk qezenc bike?
Wê demê ENKS heq dike ku yek rabe jê re bêje ‘tu ne qirêja ber simê golikekê yî jî’. Ma eger welatparêzek rabe û jê re wisa bêje em ê çi ji wî/wê welatparêzî/ê re bêjin? Kî dikare çi bêje?