Lîloz Hisên/Qamişlo
Serokê Saziya Kurdên bê Sînor Kadar Pîrê diyar kir ku tevlîbûn û vexwendina Rêveberiya Xweser di kongreya Parîsê de ku li ser asta wezîrên karên derve yên welatan wê bê li dar xistin, serkeftin û mesajeke mezin e.
Qesra Elysee ya Fransayê di demekê de ragihandibû ku ewê kongreyekî mezin ji bo pêşeroja Sûriyê, li paytexta Fransayê (Parîsê) di dîroka 13/2/2025’an wê bi beşdarbûneke erebî û navdewletî bi awayekî berfireh were lidar xistin.
Derbarê damezrandina kongirê de Serokê Saziya Kurdên bê Sînor Kadar Pîrê ji rojnameya me re nirxandin kir.
Serokê Saziya Kurdên bê Sînor Kadar Pîrê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku sîstema kolonyalîst ku berî sed salî hatibû dayîn hîna berdewam e, wekî întîdaba Fransa li ser Sûriyê, Lubnan û Cezayîrê û wiha domand: “Lewma jî biryara Fransayê di pêşroja Sûriyê de divê diyar be, an Fransa razîbe ji biryarên ku ji bo pêşeroja Sûriyê de derbikevin. Fransayê weke dewletên Ewropî yên din mijara serokatiya demikî Ebû Muhemed El-Colanî kontrol dike, di heman demê de baldarin ji destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de, ji ber ku Tirkiyê daxwazên xwe yên dagirkeriyê berfireh dike û ji mîsaqa milî berê xwe dide Sûriyê bi giştî.”
‘Di navbera Fransa û Tirkiyê de pêşbirk’
Kadar Pîrê bal kişand ser giringiya vexwendina Rêvebriya Xweser bi taybet di kongreya Parîsê de û wiha pê de çû: “Bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser ji bo tevlîbûna kongirê hate vexwendin. Tê payîn ku ev kongir li ser asta wezîrên karên derve yên dewletan bê li dar xistin. Ev yek bi xwe serkeftin û mesajeke mezin e ji bo pêşeroja Sûriyê û tê wateya hebûna xweseriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk.
Kadar Pîrê wiha anî ziman: “Pêşbirkek di navbera Fransa û Tirkiyê de ji bo Sûriyê heye, Fransayê piştgiriyê dide dewleta Siûdiyê ji bo ku roleke mezin di Sûriyê de bilîze û Siûdiyê ji vê mijarê re amade ye. Cara yekemîn serokê demikî yê Sûriyê Ebû Muhemed El-Colanî berê xwe da Siûdiyê, di vir de giringiya kordînasyona di navbera Fransa û Siûdiyê li ser erdê û di warê dîblomasî de diyar dibe. Pir nakokî û pirsgirêk di navbera Siûdiyê û Tirkiyê de heye, dibe ku di demeke pêş de ev nakokî derkevin ser masê û eşkere bibin, ji ber ku Tirkiyê dixwaze Sûriyê bi giştî dagir bike, ev rewş dihêle ku pevçûn di navbera Fransa û Tirkiyê de derkeve.”
‘Sistema xweseriya demokrat ya herî guncawe ji bo tevahî Sûriyê’
Kadar Pîrê di avaftinên xwe de bal kişand ser projeya Xweseriya Demokratîk û bandora wê li ser tevahî Sûriyê; “Piştî ketina rêjîma Esed bûyerên ku di nava Sûriyê de çêdibe bi tyabet li aliyê Himis, Hema û Beravê ji kuştinên ser nasnameyan, ji wan pêkhateyan re xuyanî dibe ku projeya herî rast sistema xweseriya demokrat ji bo giştî Sûriyê, Rêveberiya Xweser û nenavendiya welat, anî jî federalî û bi rengekî demokrat jiyan bê kirin dûrî kuştin û şer, rastiya vê projeyê û guncawbûna wê li Siwêdayê û herêmên din jî tê pejirandin û daxwaza wan jî xweserî an jî fedralî ye.”
Kadar Pîrê tekez kir ku rewşa siyasî ya Sûriyê di kongir de wê zelal bibe û bê diyar kirin, piştî xwendin û şîrovekirina rewşê ji hemû milî ve û ji bona tevahiya pêkhateyan ka pêşeroja Sûriyê wê çawa be. Herwiha ka wê Sûriyeke çawa bê ava kirin û bi çi rengî, da ku venegere mîna dîktatoriya berê, wê ev mijar bi awayekî berfireh bêne nîqaş kirin.
‘Bi zexteke xurt ancex êrişên Tirkiyê bêne seknandin’
Kadar Pîrê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir zehmete bê sekinandin. Lê wê ji kesên tevlî kongirê bibin daxwaz bikin ku vê mijarê bidin nîqaş kirin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku Tirkiyê nayê ser riya aştiyê, tenê bi zor û zexteke xurt li ser wê dibe ku êrişan bide sekandin, ji bilî vê yekê heta ji Tirkiyê bê wê êriş û gefên wê berdewam bike.”
Di dawî de Serokê Saziya Kurdên bê Sînor Kadar Pîrê di çarçoveya Mijara yekîtiya kurdî de wiha got:“Yekîtiya Kurdî di vê dema hesas de pir giringe ku hatiba raghandin, gerek serokên partiyan berjewendiyên miletê kurd deynin ber çavên xwe û vê yekê esas bigirin û kar bikin û ji bilî vê yekê tu şensê wan nine, ji ber ku wê gel û dîrok wan darzîne.”