Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk 21 rojnamevan qetil kirin

10/02/2025
in NÛÇE
A A
Dewleta Tirk 21 rojnamevan qetil kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan


Dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji 2019an vir ve 21 rojnamegeran kuşt.

Dewleta Tirk ji sala 2019an ve bi rêya balafirên bêmirov û hinek car jî bi bombebaranê êrîşek berfireh li ser kedkarên çapemeniya azad daye destpêkirin. Di encama van êrîşan de 21 rojnameger jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Di 11ê cotmeha 2019an de rojnameger Vedat Erdemçî li Serêkaniyê, di 13ê cotmeha 2019an de li Serêkaniyê Seîd Ehmed û Mihemed Hisên Reşo, di 13ê cotmeha 2019an li Girê Spî Dilovan Gever, di 2019an de endamê çapxaneya Free Bore Meringer Zizis Sinke di encama êrîşên Dewleta Tirk de şehîd bûn.

Di 4ê cotmeha 2022yan de rojnameger Nagîhan Akarsel li Silêmaniyey, di 19ê mijdara 2022yan de li bajarê Dêrik yê Rojava Îsam Ebdullah bûn hedefa Dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dan.

Di 23yê tebaxa 2023yan de wesayîta JIN TV li ser rêya Qamişlo-Amudê hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de karmendê JIN TVyê Necmedîn Feysel Elhec Sînan jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk di 8ê tîrmeha 2024an de êrîşeke hewayî li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM kir ku li Şengalê nûçe dişopandin kir. Di encama topbaranê de 3 rojnameger û 4 kesên di rê re derbas dibûn, birîndar bûn. Mûrad Mîrza jî birîndar bû û 11ê tîrmeha 2024an şehîd bû.

Dewleta Tirk di 23yê tebaxa 2024an de wesayîta rojnamegeran li Seyîdsadiq a Silêmaniyê bombebaran kir. Di êrîşê de Hêro Behadîn û Gulistan Tara yên xebatkarên çapemeniya azad şehîd bûn û 6 rojnameger jî birîndar bûn.

Di 16ê kanûna 2024an de li ser rêya Bendava Tişrînê-bajarê Sirînê wesayîta ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan tê de bûn, ji aliyê balafirek bêmirov ya Dewleta Tirk ve hat hedefgirtin.

Herî dawî jî di 27ê çileya 2025an de balafirek bê mirov û biçek ya Dewleta Tirk li Ranyayê wesayîta Azîz Koyluoglu bombebaran kir. Di encama êrîşê de rojnameger Azîz Koyluoglu jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk bi van êrîşan hewl dide çapemeniya azad bêdeng bike daku bi hevkariya xiyanetkarên navxwe komkujiyên li ser gelê kurd berdewam bike.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.