Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endamê Şanoya Çiya Simko Cûdî diyar kir ku berxwedaniyeke bêhempa li Bendava Tişrînê ji aliyê gel û şervanan ve tê kirin û heta niha berdewame û got: “ Bi rihê şerê Gelê Şoreşgerî gelên herêmê berê xwe dan Bendava berxwedanê û ez jî weke şanogerekî ji bo bilind kirina coşa gel û şervanên di çeperên şer de min jî berê xwe da Bendava Tişrînê.”
Dewleta Tirk û çeteyên wê di 8’ê Berfanbara 2024’ an de bi awayekî hovane êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dikin. Herwiha gelên herêmê ji bo ku piştgirtiya şervanên QSD’ê bikin, bi coşeke mezin cihê xwe di nava berxwedaniyê de girtin û nehiştin ku Bendava Tişrînê bikeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê de. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrişî sivîlan dike û di encama êrişîn dewleta Tirk a dagirker de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.
Di derbarê Berxwedana li Bendava Tişrînê de endamê Şanoya Çiya, Simko Cûdî ji Rojnameya me re axivî.
‘Bendava Tişrînê bûye nasnameya gelê azadîxwaz’
Simko Cûdî anî ziman ku berxwedana li Bendava Tişrînê tê kirin berxwedaniyeke bêhempa ye û wiha got: “ Ez jî weke şanogerekî tevlî çalakiya nobetê bûm û gelên herêmê bi rihê şerê gelê şoreşgerî berê xwe dane bendavê, herwiha hemû kêliyên xwe ji bo azadî, demukrasî û jiyana biromet bijîn bi awayekî têgihiştî berxwedaniyeke bêhempa li bendava berxwedanê didin meşandin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhatiyên xwe li herêmê şerê hebûnê didin meşandin. Li Bendava Tişrînê av, ax û xwîn bûye yek devera ku av, ax û xwîn dibe yek tucarî nakeve û li ser vî bingehî Bendava Tişrînê bûye kelha Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di heman demê de em ê heta dawiyê bendavê biparêzin, ji ber ku Bendava Tişrînê bûye nasmameya gelê azadîxwaz û em ê heta dawiyê parastina wê bikin.”
‘Bi rihê şerê gelê şoreşgerî gelê herêmê li ber xwe dide’
Simko Cûdî da zanîn ku ev zêdetirî 50 rojî ye li Bendava Tişrînê berxwedaniyeke mezin ji aliyê şervan û gel ve tê kirin û wiha berdewam kir:“ Dewletên cîhanê bi giştî ji berxwedana ku li Bendava Tişrînê tê kirin matmayî dimînin, herwiha bi têgiştineke pir mezin bi rihê şerê gelê şoreşgerî û bi taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her aliyî ve têkoşînê didin meşandin. Di heman demê de ez weke şanogerekî dema ku derbasî bendava berxwedanê bûm, piştî koma bajarê Qamişlo û kêliyên ku em berî bigihêjin bendavê em bi şehadeta Cuma Xelî (Bavê Teyar) bihîst. Bavê Teyar yek ji mîrasa şanoya kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû û ew yek ji yê herî sereke bû ku kar û xebatên şanoyê didan meşandin. Ez jî weke şanogerekî ji bo ku bi erkê xwe rabim li Bendava Tişrînê me şanoyek pêşkêş kir, me ev şano diyarî giyanê Bavê Teyar kir, tevahî şehîd û gelên li bendava berxwedanê kir. Berî ku em dest bi şanoyê bikin, dewleta Tirk bi balafirên xwe ên bêmirovî li nêzî cihê me bi 50’î mitreyî êriş kir û di hundirê şanoyê de careke din li nêzî cihê me topbaran kir û di encamê de gelek kes birîndarbûn û ez yek ji wan kesan bûm.
Naveroka şanoyê
Endamê Şanoya Çiya Simko Cûdî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Navê Şanoya ku me li Bendava Tişrînê çêkir bi navê ‘Rûmet’ bû. Herwiha naveroka şanoyê li ser berxwedana ku li Bendava Tişrînê tê kirin, ku çawa gel û şervan li bendavê bi hev re berxwedaniyê dikin. Di heman demê de ji bo min hestekî pir cuda bû, ji ber ku min tucarî şanoyeke bi vî rengî pêşkêş nekiriye û kesên ku şano temaşedikirin berxwedêrên li bendavê bûn. Pêşengên şanoyê ên ku li tevahî Kurdistanê qehremaniyek didan meşandin îro careke din li Bendava Tişrînê qehremantiya xwe pêşkêş bikin.Kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hunerê bikin bila biçe Bendava Tişrînê hunerê pêşkêş bike, ji ber jiyana li wir jiyaneke hevpare û berxwedaniyeke mezin li wir tê meşandin. Ji aliyê şervan û gel ve berxwedanî berdewame û rojane dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe ên bêmirov êrişî sivîlan dike û armanca wê ku îradeya gelê kurd bişkîne. Bangewaziya min ji tevahî hunermendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku berê xwe bidin Bendava Tişrînê û kar û xebatên xwe yên çand û hunerê li wir bidin meşandin.”