Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rewşenbîra jin Anahîta Sîno da zanîn ku hemwelatiyên kurd ên li Ewropayê ji bo piştevaniya şoreşê xebatekê dikin, lê li hemberî berxwedaniya ku şervanên QSD’ê dimeşîne, xebata wan kêm û şermok e û got, Pêwîste kurd, bi rewşenbîr û siyasetmedarên xwe ve asta xebata xwe di warê ragihandinê de xurtir bikin.
Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê di demeke hestiyar re derbas dibin, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êriş û gefên dagirkeriyê tê. Di vê rewşa zehmet de jî çavên kurdên Rojava li destek û piştigiriya civaka kurdî ya li Ewripayê ye. Derbarê heman mijarê de, rewşenbîra jin Anahîta Sîno bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:
Hûn xebata rewşenbîrî, civakî û siyasî ya civaka kurdên Rojava yên ku li Ewripa dimînin di çarçoveya piştgiriya Şoreşa Rojava de çawa dinirxînin?
Zêdeyî 13 salan e ku li Rojavayê Kurdistanê şoreşek bi serkêşiya jinê tê meşandin, ji xwe destkeftiyên ku vê şoreşê qezenc kirine li ber çavan in. Niha jî li Bendava Tişrînê, bendava şehîdan şervanên me berxwedaniyeke dîrokî dikin û li cîhanê tevî weke vê berxwedaniyê nehatiye dîtin. Ev bendav û bajarê Kobanê ji bo dewleta Tirk bûye kabûsek. Ji wê dema ku DAIŞ di Kobanê de şikest, êş û kîn di dilê dewleta Tirk de ye. Lewma jî dagirkeriya Tirk dixwaze bendava Tişrînê bixe bin destê xwe da daku Kobanê dagir bike, gelê kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî soza xwe bide ku heta yek ji wan sax e ew ê nehêlin Kobanê were dagirkirin. Mixabin tişta ku em jê diêşin ew e ku ragihandina cîhanê balê nakişîne ser berxwedana Bendava Tişrînê, lê tenê ragihandina me vê yekê ji nêz ve dişopîne. Di roja îro de gelek hemwelatiyên me yên kurd ber bi welatên Ewripî û cîhanê koçber bûne. Kesên siyasetmedar, rewşenbîr û hwd… heya radeyekê xebatekê ji bo piştevaniya Rojava dikin. Nemaze ji wan, Şoreş Derwîş, ew li ser hemû dezgehên ragihandina cîhanê derdikeve û berevaniya gelê kurd û Şoreşa Rojava dike. Herwiha Derwîş rastiyê û gelek xalan zelal dike, em jî hewcedarî vê yekê ne, ji bilî wê jî hejmarek ji rewşenbîr û siyasetmedar derdikevin ser mediya dijîtal û analîzan parve dikin. Herwiha em dibînin ku gel dadikevin qadan, meş û daxuyaniyan li dardixin. Em dibînin ku xebatek tê kirin, lê bi rengekî şermok helwestên wan tên xuyakirin û li hemberî berxwedaniya ku li Rojava tê kirin kêm dimîne.
Di warê xwedîderketina li Şoreşa Rojava çi dibe astengî li pêşiya xebata gelê kurd li Ewripayê?
Kurdên Rojava ku li Ewripa dijî, ne dûrî şoreşê ne, em bêjin nebêjin evder welatê wan e. Lê belê xemsariyek ji aliyê kurdên me yên li derve dijîn heye. Di vê demê de nakokiyên siyasî yên partiyên kurdî bandor li hemû qadên civakî kiriye. Ango girêdana kurdan bi partiyetî û berjewendiyên partiyan ve heye. Em dizanin ku nakokiyên di navbera partiyên me yên kurdî de, di nav civaka me bi rewşenbîr û hemû kesî de tê dîtin. Di vê dema hestiyar de eger em bibînin siyasetmedar an jî rewşenbîrên me li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin, wê tiştekî şaş be. Weke em dizanin pirrengiya rewşenbîr û siyasetmedarên me ne tiştekî xerab e, her aliyek xwedî nêrînekê ye. Lê belê ya girîng ji me re yekbûna daxwaza rewşenbîr, siyasetmedar û hemû qadên civakê ye. Niha xebatek heya astekê destnîşankirî tê kirin, lê piraniya kurdên me yên li Ewripayê dûrî mijara şoreşê ketine. Em dibêjin ku eger îro hûn ji bo Şoreşa Rojava danekevin qadan, di siberojê de pêwîst nake hûn derkevin. Ji ber ku îro gelê kurd di rewşke zehmet de dijîn. Kurdên li Rojava hewcedarî hawara xelkên xwe yên derveyî welat in. Eger destkeftiyên kurdan neyên parastin heta sedsaleke din jî em ê nikaribin mijara kurdewariyê bînin ser ziman.
Erka ku dikeve ser milê tevgerên kurdî yên rewşenbîrî, civakî, siyasî û hwd…. ên li derveyî welat ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava çi ye?
Wekî tê zanîn bikaranîna ragihandinê di rewşa şer û berxwedaniyê de, meşandina nîvê şer e. Tiştê ku ji kurdên me yên rewşenbîr, siyasetmedar û hwd… tê xwestin ew e ku xebata xwe di warê ragihandinê de bi hêztir bikin. Bi vî awayî tiştê ku li vir çêdibe, ji raya giştî, sazî û rêxistinên mafê mirovan re ragihînin û şîrove bikin. Em dizanin gelek kesayetên kurdî yên xwedî bandor di rêxistinên hiqûqî û civakî de hene, lewma jî erk dikeve ser milê wan kesan ku bi riya wan rastiyan Şoreşa Rojava derxînin holê. Ji hêleke din ve divê her kurdek bikeve tevgerê, pêwîste bi riya belavkirina haştagên curbecur piştgiriya Rojava bê kirin. Herwiha divê gelê kurd li her devera ku lê dijî li ser asta cîhanê derkevin qadan, meş, semîner, mîtîng û hemû cureyên çalakiyan li dar bixin. Pêdivî pê heye ku ev çalakî jî bi xurtî bên domandin. Di heman demê de pêwîste rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar ji bo yekrêziya kurdî tevbigerin. Li aliyekî din jî piştevanya QSD’ê bikin, ji ber ku ew rastî êrişeke mezin li ser ragihandinê tên, bersivdayîna van êrişan jî dikeve ser milê hemû kesan. Li Rojava hêza kurdan a tekane QSD’ê ye, hûn girêdayî kîjan tevger, partî û çi aliyekî bin, QSD’ê nûnertiya we dike.