Idrîs Henan
Pêşketinên bi lez û geşedanên li ser hev desthilatên mayî xistine nava fikar û xofeke mezin ku asoyên tabloya siyasî li herêmê li gorî berjewendiya ku li bendê bûn, nayê xêzkirin. Lew re metirsiya wan ji serketina doza gelan zêde bûye û bi tayên parçebûn û biçûkkirinê re rû bi rû mane. Ji ber vê jî, her der ji bona serdestiya wan bûye dadgeh û dawa edaleta dîrokî jê têye pirsîn. Êdî tirsa wan ne bi dizî ye û ne jî dikarin veşêrin. Dibe ku heya demekê bi amûr, alav, rêbaz û reftarên cuda cuda projeyên xwemayîndekirinê dabin jiyîn, lê di roja îro de ev avantaj jî ji dest çûye. Çendîn hewl dabin ku li dora mafên gelan minewre bikin û bi hinek taktîkên klasîk ji nav bibin, lê têrê nekiriye. Ne jî odeyên şerê taybet ku 24 seatan di dewrê de ne ku çiqas derew hene dikin, karîbûn stûyê wan ji dadmendiya dîrokê rizgar bikin. Lê ji ber ku tevgerên gelêrî xwedî esil û kokên dîrokî ne, ti carî hebûna xwe li ser tunebûne zindiyekî din ava nakin. Nexasim ew zindî jî heman cins be. Lewma destê aşîtiyê her dirêjkirî ye û rêya pêkvejiyanê jî vekirî ye. Lê eger bijarde rêbazên sedsalên navîn ên qirkirin, tunekirin û xapandinê bin, wê çaxê asta sebra şoreşgerên azadiyê jî digihe lûtkeyê û ancax berxwedanek efsanewî û dîrokî ya bê hempa be.
Zîrweya sekna me li jor qalê kiriye, îroj li bendava Tişrînê hatiye teyisandin û bi hemû etîk û estetîka xwe govenda azadiyê ya hebûn û tunebûnê digerîne. Yek ji tabloyên “Semaya Vejînê” îroj li bendava Tişrînê têye xêzkirin û ji neyar û dagirkeran re, carek din bê dudilî, tivî dike ku dema miletek heyran û aşiqê azadiyê be, kesek nikare vîna wî ya hebûnê têk bibe. Êdî çîrok û propagandayên filan vekişî û nizanim filan dê vekişe, hîkayeyên berî xewê yên qesrên faşîst û neyarên nijadperest in. Dixwazin bi van gotegotên beredayî û plangeriyên egoîst ên nepenî ku di odeyên tarî de têne rêstin re, teoriyek zextê li ser raya giştî bikin û aqilê civakê manîple û dejenere bikin.
Armanca dagirkeriya ku kêlî bi kêlî, him li herêmên Parastina Medya û him jî li herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê, têkçûnên dîrokî jiyan dike, derxistina tevliheviya siyasî û avakirina heyameke bêbaweriyê ye.
Dewleta Tirk a dagirker ku weke dawîtirîn kelehên zilmê ya sîstema dewlet netew li herêmê li ber xwe dide, hewl dide bi ajîtasyona di derbarê têkoşîna gelê Kurd û hevalbendên wî de raya giştî bixapîne ku hinek armancên stratejîk ên fena; gurkirina nakokiyên siyasî navbera hêza Kurdan û hevalbendên wan ên koalisyona navneteweyî derxîne û tûşî vekişandina ji Sûriyê bike. Aliyek din ve jî, çi bizavek ber bi naskirina statuyeke Kurdan ve hebe, asteng bike ku şevpesta naskirina mafên Kurdan di çarçoveya sîstemeke federal de jiyan dike. Di çarçoveya siyasetên qirkirin û zordariya li ser hebûna gelê Kurd de, tirseke wisa jî jiyan dike ku êdî doza Kurdî refên odeyên dagirkerên Kurdistanê derbas kiriye û veguheriya dozeke navneteweyî. Ji ber wê jî bi metirsiya ku çarenûsa Tirkiyê jî weke ya Sûriyê be rû bi rû ye. Lew re, ne bi kêfa wê be jî, dê mecbûrî danûstandina bi Kurdan re be û wê bi zorê be jî statuya Kurdan li herêmê nas bike.
Ji bona vê jî; pêwîste gelê me ji her demê bêtir hişyar be û nekeve xefkên ajîtasyon û derewên faşîzma Tirk û amûrên wê li Sûriyê û herêmê.
Lew re pêwîste gelê me li hemberî vê cureya êrişan bi hêza xwe ya siyasî, leşkerî û ewlehî re bibe yek bedin û li dijî van êrişan, ji bo misogerkirina çarenûseke azad, bi vîna parastina hebûnê re, Semaya Vejînê bike.