Cîger Efrînî
Di sala 1991’an de dewleta Îsraîl, Sûrîyê, Urdun û Filistînî jî dinav de li Madrîd’ê peymanek îmze kirin. Bingeha wê peymanê jî ev bû;”li hember aştîyê ax”. Yanê ji boyî aşitî pêk were, wê alîyek dev ji axê berde.
Dê başe, wan alîyan çawa ew naveroka peymanê ragihand raya giştî ya civaka xwe û cîhanê?
Israîl digot; ” axa me girtî û di destê me daye wê Sûrîyê dev ji mafê xwestina wê axê berde, em ê pêvajoya aştîyê bi Sûrîyê yê re pêk bînin.”
Sûrîyê jî digot; ”wê Îsraîl ji hemû axa me ku di Pûşpera sala 1967’an de dagirkirî derkeve û em ê pêvajoya aştîyê bi Îsraîl re pêk bînin”
Rewşa wan û ya ku îro li Kurdistan’ê tê meşandin, hinekî dişibihê wek hev.
Dewleta Tirk ya dagirker û qirker dibêje; ”wê PKK dev ji çekan berde û wê bi wî rengî aştî pêk were”. Bi kurtasî radestbûna Tevgera Azadîyê dispêrin gelê Kurd. Kurd dixwazin ku; di encama vê pêvajoyê de hemû êrîşên li hebûna Kurdan û gelên din werin rawestandin, mafên Kurdan yên netewî werin dayîn û bi makazagonê jî têkevin bin ewlehîyê. Li gel wan mafê Kurdan yê xwe parastinê hebe.
Bê guman xwestekên Kurdan xwestekên herî rewa û di heman demê de jiyanî ne.
Dewleta Tirk ya qirker û dagirker 102 salin ku, Kurd wekî tine tên hesibandin û bi gelek caran jî Kurd bi qirkirinan re derbas kir. Lê ji ber ku bav û dayîkên Kurdan li ser vê axê di serdema Neolîtîkê ji şoreşa Çandinîyê û avakirina gundan de pêşengtî kirine. Di heman demê de jî, bi Hûrîyan-Gutîyan û heta Med’an pergalekî konfederal sazkirine û bi awayê konfederalbûna jîyanî, mîna hin gelên cîran nehatine helandin û tinekirin. Ger ew damara kûr di axa Mezopotamya de nîn ba, me îro qala hebûna Kurdan nedikir.
Bi kurtasî; ji Koçgirî û heta derketina PKK’ê dewleta Tirk ya qirker û dagirker sîyaseta qirkirinê bi du awayan pêkanîn;
– Heta sala 1938’an qirkirina fîzîkî, ku her carê bi 10 hezaran Kurd hatin qetilkirin. Kurd wê pêvajoyê bi qirkirina sor pênase dikin.
– Ji sala 1938’an û heta rojaa îro qirkirina çandî û gîyanî; ev pêvajo jî wekî pêvajoya qirkirina spî hatî pênase kirin.
(bê guman di vir de armanca min ne ew e ku hemû qirêjîya dewleta Tirk ya dagirker û qirker bînim ziman. Pêwîst be, mirov dikare kiryarên wan rêz bike. Lê divê bi tu awayî mirov dîrok û kiryarên wan jibîr neke. Jibîrkirin kiryarên dagirker tê wê wateya derî vekirin ji dubarekirina qirkirinên Nûh re)
Di wê heyamê de çi li ser nave Kurdan hebû hate qedexekirin û Kurd wekî gelekî tine hate hesibandin.
Rêber Apo bi Tevgera Azadîyê pêşîya pêşîn hebûna Kurdan bi Kurdan da pejirandin û pişt re jî bi dagirkeran da qebûlkirin. Yanê înkarkirin û tine hesibandina kurdan bêwate kir.
Belê, pêvajoyek heye! Lê di vê pêvajoyê de 2 xal girîngin;
- Divê em wekî gel bi tenê guhên xwe bidin Rêber Apo û Tevgera Azadîyê. Dijberî wê çi dibêjin bila bêjin. Ya çarenûsa me dîyar dike Rêber Apo û Tevgera Azadîyê ye.
- Xala din jî divê em wekî gel bi tu awayî têkoşîna xwe sist nekin. Wekî mînak pêngava ”JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERΔ, xebatên pêngavê bên xurtkirin. Tiştekî ku em xebata xwe sist bikin li holê tine ye. Ne Rêber Apo fîzîkî azad bûye û ne jî pirsgirêka Kurd çareser bûye.
Her wiha ji ezmûna Filistînê em dizanin ku, gava li Madrîd’ê peyman hate îmze kirin, Filîstînîyan têkoşîna xwe sistkirin û çareserî pêknehat. Ji dîroka têkoşîna me jî em heman tiştî dibînin. Di pêvajoya sala 2013-2015’an de em bûn şahîdê wê jî. Ger me wekî gel û tevger derfetên ku Rêber Apo afirandi bû, baş hatiba nirxandin wê di sala 2016’an de Rêber Apo azad biba û di çareserkirina pirsgirêka Kurd jî gavên girîng hatiba avêtin.
Bi xulase; heta em Netewa Demokratîk bi awayekî têkûz nedin rûniştandin, jin bi reng û dengê xwe rista pêşengtîya xwe di hemû qadên jîyanê de misoger neke û ekolojîya welat û herêma me neyê sererastkirin, divê em ji her demê xurtir têkoşîna xwe bilind bikin. Xala herî girîng jî ew e, divê em rêxistinkirina xwe xurt bikin. Ji ber ku li cihê rêxistina civakê hebe, li wir xwe parastina cewherî heye û tu hêz jî nikare bi hêsanî çav berde destkeftîyên civakê. Ji hêla din ve jî civak bi rêxistin kirina xwe heye û dikare xwe biparêze. Ji xwe pêvajoya ”aştîyê” ne pêvajoya raketina li ser nirxên hatine afirandin, berowajî vê, pêvajoya bilindkirina têkoşînê ye. Her wiha heyama ku em tê re derbas dibin, ji me bilindkirina têkoşînê lûtkeya serkeftinê dixwaz e.