Reşo Mihemed/ Qamişlo
Serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanî, Telal Mihemed anî ziman ku dagirkeriya Tirk dixwaze bi riya têkiliyên xwe bi rêveberiya nû ya Sûriyê re destwerdanê bike. Herwiha Mihemed tekez kir ku dagirkeriya Tirk dijminê gelên Sûriyê ye û hevalê berjewndiyên xwe ye.
Destwerdana hêzên biyanî di dosiya Sûriyê de ji salên destpêka kirîza Sûriyê ve heta roja îro mijareke serke ye, hêza yekem jî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê. Derbarê mijarê serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanî, Telal Mihemed ji rojnameya me re axivî.
‘Tirkiyê dijminê gelên Sûriyê ye’
Mihemed tekez kir ku dagirkeriya Tirk hevalê berjewendiyên xwe ye û dijminê gelên Sûriyê ye û wiha anî ziman: “Wekî em dizanin dema ku gelên Sûriyê dest bi şoreşa li hemberî zilmdariya Rêjîma Baisê kir, dewleta Tirk kete wê behweriyê ku wê şoreş guhertineke demokratîk bi xwe re bîne û wê ev yek bandorê li dewletên herêmî ji wan jî Tirkiyê bike. Lewma jî destwerdanek ji hêla dagirkeriyê ve hat kirin û riya şoreşê guherand ber bi pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê û dijberiya gelên Sûriyê kir. Dema ku Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmehê de dest pê bû û gelê kurd saziyên rêjîmê û artêşa wê ji herêmê derxist, Erdogan bi giranî dest bi destwerdana di xaka Sûriyê de kir. Lema jî dewleta Tirk biryar da ku li dijî gelên Sûriyê kar bike, bi riya xistina hêzên muxalefetê bin bandora xwe û hembêzkirina çeteyên DAIŞ’ê ev yek pêk hat. Erdogan ne ji bo berjewendiyên gelên Sûriyê dijberiya Beşar Elessed dikir, lê belê ji bo meşandina berjewendiyên xwe yên siyasî û a dagirkeriyê di hundirê Sûriyê de bû. Di encama vê destwerdanê de aloziya Sûriyê kûrtir bû û gelek deverên kurdan hatin dagirkirin. Hetanî dema îro jî piştî ruxandina rêjîmê, dewleta Tirk vê siyasetê dimeşîne. Di dema hehî de li ser Bendava Tişrînê sivîlan hedef digire û dixwaze bendavê dagir bike da ku êrişî herêmên din bike.
’Di roja îro de jî Tirkiyê dixwaze destwerdanê di rewşa Sûriyê de bike’
Telal da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi riya têkiliyên bi rêveberiya nû ya Sûriyê re destwerdanê bike û wiha domand: “Wekî em dizanin ku Erdogan û hikumeta AKP’ê dijminên gelên Sûriyê ne û tu caran nebûne heval. Da ku berjewendiyên dagirkeriya Tirk pêk werin, dixwest civînên lihevkirinê bi Essed re çêbike. Di destpêk de dema ku hêzên Rûsiya û Îranê destwerdan di dosiya Sûriyê de kirin, dewleta Tirk a dagirker jî destek da wan û civîna Asîtana ji hêla wana ve bi rê ve çû. Me dît ku çawa Îran û Rûsiya piştî ruxandina Essed têkçûn, dewleta Tirk ji wan re nebû sozdarê Dewleta Tirk a dagirker îro naxwaze gelên Sûriyê bi hev re diyalogê bikin û bigihêjin çareseriyekê û pirsgirêkên hundirîn ên Sûriyê çareser bikin. Em dizanin ku Tirkiyê li gorî berjewndiyên xwe bi Îran û Rûsyayê re digeriya. Di dema bûrî de destwerdana dosiya Sûriyê kir û îro jî dixwaze plana xwe ya Impratoriya Osmanî pêk bîne. Di roja îro de ev dagirkerî bi riya hevdîtinên xwe bi hikumeta Demkî re peywendiyan çêbike û dîsa destwerdana xwe bidomîne. Dagirkeriya Tirk her tim astengiyan li hemberî yekbûna gelên Sûriyê çêdike. Piştî ku rêjîm têk çû, du hêzên biyanî (Îran û Rûsya) ji Sûriyê hatin derxistin. Di dema heyî de jî dewleta Tirk li Sûriyê maye, ew destwerdanê di dosya Sûriyê de dike û nahêle diyaloga sûrî-sûrî bi ser bikeve. Ev destwerdanên ku ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve tên kirin jî beşek ji berjewndî û siyaseta hêzên navnetewî ne.”
‘Wê doza kurdî bandorê li destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de bike’
Telal Mihemed diyar kir ku wê doza kurdî ya Bakurê Kurdistanê bandorekê li hebûna Tirkiyê li Sûriyê bike û wiha got: “Di roja îro de rast e ku rêjîm têk çû, lê kirîza Sûriyê hîna didome, dewleta Tirk weke hêzeke biyanî dixwaze Kembereke Sinî, bi dirêjahiya Heleb, bajarên li ser Çemê Firatê, hata Mûsil û Kerkûkê ava bike. Bi vî rengî dewleta Tirk dixwaze hebûna xwe li Sûriyê bi hêz bike û hem jî Mîsaqa Millî pêk bîne. Lê hêzên navdewletî yên serwerên herêma Rojhilata Navîn in, vê kemberê napejirînin. Niha rewşa Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rastî guhertinan tê, doza gelê kurd li wir li ser masê tê nîqaşkirin. Di gumana me de wê ev guhertin jî bandorekê li hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê bike, sînaroyên muhtemel wê ji niha û heya Adarê bên kirin. Dîsa em tekez dikin ku çareseriya kirîza Sûriyê diyaloga sûrî-sûrî ye û derxistina destên hêzên biyanî ji doza Sûriyê.”