Esma Mistefa/ Qamişlo
Di serdema ku felsefeya Jin Jiyan Azadî dengê jinên kurd derbas dike û dibe hêza hemû jinên cîhanê, herwiha di meydanan de hişmendiya dewlet û mêrperest têk dibe; Kelema ku dixwaze vê hêzê tune bike jî her di hewildanê de ye. Gelo mayîndebûna vê zihniyetê bi kuştina jinê ye?
Pargala ku li ser pûçkirina îrade û tunebûna hebûna jinê hatiye avakirin, wê nikaribe sekna jina azad qebûl bike. Ev diyarde jî di pergala heyî de rojane tê îsbatkirin. Hişmendiya ku dewlet û dewleta biçûk (malbat) li ser hatiye terbiyekirin, hebûna jina serbixwe û xwedî îrade di civakê de qebûl nake, ji ber ger îrade û hêzek pê re hebe, wê demê wê çawa serweriya xwe feriz bike? wê çawa hêza xwe hîs bike? Herwiha gelek sedemên din jî hene. Ji ber van hişmendiyan tu pergal hebûna jin ya serfiraz û azad napejrîne û li hember wê jî gelek cureyên şer dide meşandin.
Di vê serdemê de felsefeya ku li hember van zihniyetan sekiniye û pişperdeya wan eşkere kiriye jî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Bi kêm gotinan silogana Jin Jiya Azadî bi têkoşîn û berxwedana jina Kurd dibe felsefeya azadî û wekheviyê di hemû cîhanê de. Bi taybet di Sûriyê de rûxmî hemû geşedanên siyasî û civakî û bi hilweşîna rêjîma Bass re, em dibînin ku careke din rojane jin li meydanan bi sûcên ne diyar û bi kesên mechûl têne kuştin. Têkildarî kuştina jinan di Sûriyê de Rêveberiya Rêxistina Sara a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arzo Temo li gel rojnameya me axivî.
Di Rojhilata Navîn de kuştina jin
Arzo Temo di destpêkê de bal kişand ser tundiya li dijî jin di Rojhilata Navîn de û wiha got: “Diyardeyên tundiya li dijî jinê xwe disipêre bi hezaran salan e, ev yek xwe ji hişmendiya ku civak li ser wê hatiye mezinkirin digre. Tundî li ser jinê di tavahî cîhanê de kêlî bi kêlî tê bikaranîn. Lê bi taybet em dixwazin balê bikşînin ser Rojhilata Navîn ku bi gelek rêûrêbazên tund tê ferizkirin. Herî zêde di Rojhilata Navîn de jin di bin navê şeref û namûsê de tê kuştin. Ji ber vê em dibînin ku di bin navê îslamiyeta radîkal de çawa jin tê bikaranîn û xapandin, da ku teşeyekî derveyî cewherê jinê lê bikin. bê guman ev yek jî weke xapandine ne ku dixwazin ola îslamê pêk bînin. Bi navê Ola îslamê jin bê kuştin, ev yek tu carî nehatiye gotin û nayê qebûlkirin jî. Ji ber wê yekê divê em di wê zanebûnê de bin ku jin bi gelemperî di Rojhilata Navîn de di bin navê ol de tê kuştin.”
`Hêviyên me ne ev bûn`
Arzo Temo da zanîn ku li Sûriyê piştî rûxana rêjîma Esed, ew bi hêvî bûn ku sîstemeke baştir were rûnişkandin û wiha domand: “Di sîstema rêjîma Bass de ku ew jî yek ji sîstemên hegomonîk yên cîhanê bû û tenê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe gel bi rêve dibir. Di nav de jî bi heman zihniyetê nêz jinê dibûn û jin bi qebûlkirina xwe ku ew hêmana bê deng di civakê û dewletê de ye; nêz hebûna xwe dibû. Piştî rûxandina ev sîstema dîktator em bi hêvî bûn ku sîstemeke bi rastî bibe dengê hemû gelên bindest ku bi rastî mafê her kesî têde bê parastin û hebûna tu zayend û netewekê neyê tundekirin. Lê mixabin ev sîstema nû daha zêtdetir li hember jin û îradeya wê sekiniye. Ev yek jî bi mînak û axaftinên ku em lê bûne şahid tînin ziman, yek ji wan jî Ayşe Dibis ku jineke Sûrî ye, derket ser ekranê û di encûmenên ku hatine rêxistinkirin de bi yek gotinê got `mafê û hiqûqê jinê tenê mal, zarok û hevjîna wê ye` yek jin derket ew jî li gorî fikir û zihniyeta zilamperest ya hezar salan xîtaba xwe kir. Jina ku li ser destê dewleta Tirk hatiye terbiyekirin, gelo wê bikaribe ji hemû jinên Sûriyê û ji mafê jinê re bibe cihê careseriyê?
Mixabin hêviya me ne ev bû, hêviya me ku ev jin, me û hemû tevgerên ku ji bo jinê kar dikin vexwîne û li ser doz, hebûn, maf û çawaniya pêşxistina jinê em nîqaş bikin. Ji tecrûbe û xebatên ku me di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dane avakirin, bipirse, nasbike da ku em vê modêlê di hemû Sûriyê de bi cih bikin. Lê xîtaba ku hatiye kirin, îfade kir ku ev jin tu têkiliya wê ji bo avakirina bingeha jiyaneke hevbeş tê de mafê jinê parastî be nebû.”
`Bi tewan û sûcên nediyar jin tê kuştin`
Arzo Temo di dewama axaftina xwe de bilêv kir ku di Sûriyê de jin bi sûc û tewanên ne diyar têne kûştin û wiha got: “Di van demên dawiyê de gelek piratîkên ku banga ferizkirina îslametiyê di Sûriyê de têne kirin. Di nîvê Mezê de hin kesên cîhadî rabûn û bi şûran cilên îslamî li ser jinê feriz kirin, herwiha pankartên hişyariyê yên cilên jinan belav kirin. Ev yek me vedigerîne dîroka DAÎŞ’ê ku çawa bi tundî cilên îslamî li ser jinê ferizdikirin. Bi rastî jî di van demê dawiyê de gelek jin bi tewan û sûcên nediyar hatin kuştin, bi taybet jinên Elewî ji ber mezheba xwe hatin kuştin û ev sûc heyanî niha jî nehatine eşkerekirin û kûjer jî nehatine cezakirin. Ji bilî wê bûyerek li Siwêda hat qewmandin ku keçikek 20 salî destdirêjî ji aliyê bavê xwe ve didît, herî dawî ji bo neyê eşkerekirin keçika bi navê Lîlyan bi kîran hate kuştin û bavê wê bi gotina ku kêmaqile nehat cezakirin. Divê sîstemek, zagonek hebe da ku li pêşiya van bûyeran were girtin, lê mixabin ev pêvajoya tevlîhev di Sûriyê de wê pêşî li hember gelek binpêkirinan veke.”
`Tundiya li ser jinê ne qeder e`
Arzo Temo di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Tundiya li ser jinê tê ferizkirin ne qeder e û ji bo guhartina çarenûsa wê çi ji me bê xwestin em ê bikin û em ji bo wê yekê têkoşîn dikin. li ser vê bingehê emê hewildanên xwe yên danûstandinê bi hemû aliyan re bikin, xebata ku me ji bo têkoşîna li hember tundiya li ser jinê daye destpêkirin emê di hemû Sûriyê de bimeşînin. Herwiha em bang li tavahî tevger û rêxistinên jin yên navnetewî dikin ku berê xwe bidin van bûyeran û xwe li hember van diyardeyan berpirisyar bibînin. Divê werin û hemû binpêkirinan di herêmên dagirkirî û tavahî Sûriyê de belge bikin û ji raya giştî re eşkere bikin.”