Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRA: Ezîz Koyluoglu dengekî mezin yê Ragihandina Azad bû

08/02/2025
in NÛÇE
A A
YRA: Ezîz Koyluoglu dengekî mezin yê Ragihandina Azad bû
Share on FacebookShare on Twitter
Argêş Vîyan/Qamişlo

 Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo şehadeta rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad şehîd Azîz Koyluoglu daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna bi dehan rojnamevanan hat xwendin.
Di daxuyanîya ku bi zimanê Kurdî di aliyê Hevserokê Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî ve hate xwendin de, êrîşên dijî çapemeniya azad û rojnamevanan hat şermezarkirin. Daxûyaniyê de bêdengiya saziyên navnetewî û raya giştî hate rexnekirin.
Naveroka daxuyaniyê bi wiha bû: “Îro careke din me agahîya şehadeta mamoste û hevalekî me yê rojnamevan ku di encama êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest daye, bihîst. Vê carê êrişa wan a nemerdane li dijî Mamoste, hevrê, rojnamevan û pêşengê ragihandina azad Ezîz Koyluoglû bû.
Şehîd Ezîz  ku ji Bakurê Kurdistanê ye di sala 2000’yî de beşdarî xebatên ragihandina azad bû û li gelek aliyên welat hovîtî û sûcên dewletên dagirkir, belge kir û bi raya giştî re parve kir.
Dema şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir, hevrê Ezîz bê dudilî berê xwed da vê qadê û li vir tevlî xebatên Ragihandina Azad bû.
Ji Dêrikê bigre heta bi Efrînê li her devereke vê xaknîgeriyê di sazî û dezgehên ragihandinê de xebat da meşandin û pêşengtî kir.  Bi nivîs û analîzên xwe derew û xapandinên desthiladariya Tirk eşkere dikirin. Di heman demê de edîtorî û rêveberiya gelek saziyên ragihandinê da meşandin.
Li kêleka xebatên xwe yên ji bo saziyên ragihandinê bi sedan ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xebatên çapemeniyê de perwede kirin. Îro gelek şagirtên Şehîd Ezîz di sazî û dezgehên ragihandina azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi pêşengtî xebatan dimeşînin.
Ji ber wê jî Dewleta Tirk a tirsonek ku xwe li xebatên pêşengên me ranagirin, hevrê me Ezîz Koyluoglû ku yek ji hêmanên serke yê rastiyan bû, di roja 27’ê Çile de li Ranya ya Başûrê Kurdistanê bi balafirên xwe yên bê mirov ew kir armanc. Di encamê de hevrê Ezîz gihişt asta Şehadetê.
Mamoste û Hevrê Ezîz bi xebatên xwe yên ragihandinê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da meşandan bû dibistanek bingehîn ê sazîbûna ragihandina azad a vê herêmê. Dema ji Rojava berê xwe da Başûrê Kurdistanê jî xebat di heman astê de da meşandin. Pêre jî peywendiyên xwe yên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berdewam kirin. Ji lewma em hemû deyndarê Şehîd Ezîz in. Em ê ji bo pêkanîna hêviyên wî xebatên xwe bê navber bidomînin.
Em wekî xebatkarên ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de sersaxî ji malbata Şehîd Ezîz, heval û hevrê wî û tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin. Em ji êrişkaran re dibêjin îro bi sedam şagirtên Şehîd Ezîz li ser riya ragihandina azad xebatan didomîn in.
Em ji wan re dibêjin ew ê tu carî nikaribin pêşveçûna şagirtên Ezîzan, Seyidan, Gurbetan, Îsaman, Dilîşanan, Rizgaranan, Naziman û Cîhanan   rawestînin.
Bela dijminê rastiyê zanibe ew çi bike bila bike, serî li kîjan rêbazên dermirovî bide jî dê tê carî nikaribe encaman bi destxîne.
Bi vê wesîleyê careke din em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya li ser riya Ezîzan hîn xurtir bimeşîn in. Em ê ji bo aşkerekirina riwê rast ê dijminan bi heman rihê em ji Şehîd Ezîz Fêrbûne ne riya şehîdan bidomînin”
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin û Bijî ragihandina azad” hat bidawî kirin.
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.