Asya Weşûkanî
Weke ku têye zanîn vîna mirovahîyê li ser bendava, Tişrînê- şehîdan têye temsîl kirin û bi rojaye ku xelkê Bakur û Rojhilatê Suryeyê; li ser bendava mirovahiyê çalak dibin û li dijî êrîşên qirkirinê li ber xwedidin. Tevahî welat di nava şer û gengeşeyên, pir mezin de jiyan dike û em rojane di bînin ku dewleta Tirk çawa; li hemberî jin û civakê şerê tundrew û bêmerhemet di lutkeyê pêktînin. Bêguman weke ku diyar dibe şer û gengeşeyên heyî roj bi roj, pileya xwe dijwartir dike û derdikeve lutkeyê de. Ji xwe weke ku ji pêşveçûna şer û gengeşeyan têye, famkirin wê pileya şerê heyî hîn jî dijwartir bibe. Û ya din jî wê di encama şerê heyî de wendahiyên pir, mezin werin jiyan kirin jî û weke ku diyar dibe heyanî niha 22 şehîd; hene û gelek welatî jî birîndar bûne. Ji xwe dayikek me ya hêja tiliya xwe di hejîne û dibêje, ku em ji mirinê mezintirin û tang û topên Tirko nikarin çavê me bitirsînin. Û tevî ku ew dayik birîndar jî bûye lê qet neteyisandiye, hevalên li derûdora xwe ji bo ku dayik pêre mijûl nebin û çalakiya xwe berdewam bikin.
Bi rastî jî helwesta jin dayikan û ya tevahî xelkên herêmên xweseriya, demkoratîk gelekî giring û bi wateye. Bêguman çavkaniya hêza berxwedan û tekoşîna xelkê, Bakur û Rojhilatê Suryeyê jî bîr, bawerî û fikrên azade ku ji Rêberê mirovahiyê Abdulah Ocalan; girtine û îro jî piratîkî dikin. Xelkên evîndarên azadiyê îlhama xwe ji Rêber Apo, lêgerînvanê heqîqetê digirin û weke me hemûyan jî di hevdîtinên dawiyê de; yêku bi Rêberê gelan re bihîst ku wiha di ferme û dibêje: Ez hazirim ku di warê huquqî û zagonî de yanî di warê fermî de, ji bo çareseriya demokratîk de bi xebitim û ez wê hêzê di xwe de; dibînim lê hîna jî tecrîd berdewam dike. Naxwe ger ku dewleta Tirk derfetê huquqî û zagonî bide, wê Rêber Apo ji bo tevahî gelan çareseriyê bibîne û ev wek modêl wê; ji bo Suryeyê jî derbasdar be ji ber ku di Suryê de jî Kurd hene û xwedî ked û berxwedanin jî. Gelê Kurd tevîgelê Ereb, Suryan û Ermen jî gelek tekoşîn, li hemberî eşres hêza îrhab şer û berxwedanî kiriye û di warê meydanî de; jî wan di Suryeyeyê û Îraq de tune kiriye.
Û tevahî Cîhanê û hêzên bi wijdan jî ev rastî qebûl kirine û qismî jî destek, kirine û qehremaniya şervanên YPJ û QSD ê kirine û hîna jî ew; destekek dayîna manewî û fikrî heye. Bi teybet jî destekdana jinan ji şervan û fermandarên, YPJ ê re heye û wan weke nimûne ji xwe re dibînin û pesnêwan didin. Lê mixabin yên ku îro hatine û wê kedê nabînin yan jî înkara wê, dikin û tekez ji derveyî rastiyê be û feydeyekê jî negihîne wan; di vê mijarê de hevokek gelê Ereb heye ku dibêjin yên ji derve hatin û ketin pêşiyê de. Ger ku nêzîkatiyê desthilatdarên Suryeyê yên nû wiha be, tekez wê têkevin şaştiyên dîrokî de û wê serdemeke giring wenda bikin. Ji ber ku di dîroka kevin de jî Kurdan li kêleka gelê Ereb li hemberî êrîşên, derve şer kirine û îstîmar- dagirkerên derve ji welat; derxitine û li hemberî dijminê hundir jî tekoşîn kirine û di tevahî Rojhilata Navîn de gelê Kurd her gelekî aşitî xwaz bûye û xwestiye ku bi biratî, bi gelên herêmê re jiyan bike.
Lê mixabin her gelê Kurd bi paqijî û safbûna xwe ketine xefkên, serweran de û bi kom kujiyê re rû bi rû mane; ez ji Ebû Mihemed Elcewlanî re pêşneyar dikim ku Manîfestoya civaka demkoratîk, ya ji 5 cildan bi xwîne û ezmûnan jê bigire. Ji ber ku ew pênc cildên parastnamê ne ji bo gelê Kurd tenê ye û tekez ji bo tevahî mirovahiyê ye. Ji xwe rayedarên Tirk ji me bêtir wan 5 cildên parastnamên Rêber Apo, di xwînin lê mixabin li gorî fen û futên xwe; jê sud werdigirin û pêktînin ku ew jî heqarete ji bo mewqifê Rêber Apo yê însanî ji ber ku dibe berevajî kirin. Lê wek me di dîrokê de jî bihîstiye ku gelan ji Tirkan re, teben ji Tirkên sipî re gotine ku nan û xwiya wan; li ser çoka wane û dema ku radibin ser piyan wê û nanê wan têye ji bîrve kirin û biratiyê înkar dikin. Tekez ev gotin ji bo Erdoganê faşîst derbasdare û em bi hêvîne ku Ehmed Elşere jî wiha tevnegere û rastiya Kurdan fam bike. Gelê Kurd ji destpêka dîrokê de û heyanî roja me ya niha ji bilî, xiyaneta hundirîn ya wek ya mala Berzanî û xiyaneta ku di nava serhildanên Kurdan de derketiye û bû ye sedem ku serhildan hilweşin; gelê Kurd her bi dost û hevalên xwe re rast û durust bûne.
Lê her xiyanet li gelê Kurd hatiye kirin weke nimûne jî di sala, 1999 an de ku bi destê dewletên navnetewî yên giloval; komploya 15 sibatê li ser Rêberê gel Kurd Rêber Apo hate pîkanîn. Meha sibatê ku em niha salvegera wê jiyan dikin û êşa wê, dikişînin û ji bo wê xembar dibin. Hişmendiya dewlet netew gelekî xerabe û ayidê Rojhilata Navîn nîne, ew hişmendî ya dewlet netewên Ewropaye ku her bi komplo û fen û futan; lingên hevdû di şemitînin û xwe dikin hukumdar. Rêber Apo ku her ji bo yekitiya gelan tekoşîn kiriye ez 26 salin ku di bin tecrîda giran kirî de, li berxwedide û destê xwe dirêjî li hevhatin û biratiyê dike; lê mixabin rayedarên dewleta Tirk her bi xiyanet û xapandinê nêzîkatî raber dikin. Ez hêvîdarim ku rayedarên Suryeyê jî teqîda rayedarên Tirk yên faşîst nekin û nekevin, şaştiyan de tekez gerek zanibin ku tu kafir û faşîstên Kurd û talangir nînin û em biratiya gelan di xwazin; ji xwe ji berê de jî Rêber Apo hevokek xwe ya wiha heye ku dibêje: Ger hêzame hebe ku em tevahî Cîhanê jî talan bikin, rêgez û çanda me wê desturê nade ku em wiha nêz bibin; lê ger ku tevahî Cîhan jî bi ser mede were emê xwe biparêzin.
Tekez em Kurd li ku dibin bera bibin jî emê xwe, biparêzin û em destur nadin ku tu kes mafê me bixwe û neheqiyêli me bike. Di hin dewranên berê de gelê Kurd xwe li hemberî zalimû kedxwaran, xwar dikir û neheqiya wan; dadiqurtand lê tekez wê gelê Kurd niha wiha qebûl neke û nake jî. Ev sedeme ku gelê Kurd meheke ku li ser bendava Tişrînê- şehîdan li berxwedide û helwesta xwe; li hemberî neheqî û zulmê datîne û gelên din jî û bi taybet gelê Ereb, jî îlhama xwe ji me girtine û li berxwedidin. Naxwe gerek rayedarên heyet tehrîr el Şam, vê rastiyê bibîne û li Erdogan guhdarî neke gerek bi xwe dîrokê bi xwînin û wiha tevbigerin. Gerek Heyet Tehrîr El- Şam pir baş zanibe ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Suryeyê, bi pêşengtiya jinên tekoşer û qehreman hate bi serxistin; qet wiha texmîn nekin ku jinên wêrek û berxwedêr wê tekoşîna xwe rawestînin yan jî, wê neheqî û koledariyê qebûl bikin. Gerek were zanîn ku exlaqê ku Rêber Apo ji jinan re wek, pîvan daniye ji cewhera Îslama heqîqîye û li ser pîvaên mirovahiya exlaqî û wijdaniye.
Qet gerek wiha neyê zanîn ku bi xistina jinan ya nava paçên reş de, mirov di kare exlaqê wan sererast bike û ya herî giring jî; ewe ku mirov jinan zana bike ji bo ku bi felsefê pîvanên xwe yên rast biparêzin. Weke ku têye zanîn gelê Kurd ji tevahî gelan zêdetir jî Îslamiye û xwedî pîvanên, exlaqiye û mihrîban û bi wijdane. Di jinan de jî jinên herî bi pîvan û xwedî pîvanên exlaqiye jinên Kurdin, tekez bera tu kes me fêrî pîvanên Îslamê neke, ji ber ku yên Îslama rast temsîl dikin emin. Lê tekez em li ser Îslamê siyaset nakin û rast û durust nêzîkatî raber dikin. Di nezera min de gerek em pirsgirêkên civakê, jin û welat tevî pirsgirêkên olî nekin û gelan bi hevdû nedin; tune kirin ji xwe li Suryeyê tevahî Kurd Sunî mezhebin. Lê tekez gerek nake ku em bi Elewiyan re bi nakokbin yan jî, em wan ji derveyî xwe bibînin ji ber ku ew jî wek me mirovin û em tevahî xwişk û birayên hevin. Ûya din jî pêximberê me H.Z. Muhemed gotiye ku la îkrahe fî eldîn nî, yanî di oldariyê de zor nîne û mesele îqna kirine û her kes dînê wî\wê heye; naxwe gerek em qet xwe nedin zorê û oldariyê li ser kesî bi zorê ferz nekin.
Gerek were zanîn ku hatina HTŞ ê û rakirina Elesed li hemêberî zulmê bû, ne ji bo neheqî û zulmeke nû bû ji xwe gelên Suryeyê gelek zulum dîtine û hinekî rihetiyê hêvî dikin; lê bi qasî ku em di şopînin gelên Suryeyê ditirsin ku ev hukum jî ji yê partiya Bas xerabtir bibe û di dawiyê de jî poşman bibin. Gerek were zanîn ku HTŞ ê nehatiye welatekî, kafiran û di xwaze ku wan bike Îslam ji xwe gelên Suryeyê ji derveyî; mesîhiyan tevahî Îslamin û gelekî musalimin. Bi rastî gelê Suryeyê pir aram û aşitî xwazin û qet naxwazin ku di welatê wan de şer û pefçûn hebe, lê mixabin hukumdar her wan di tepisînin û siyasetên cuda; li ser wan ferz dikin. Bi taybet jî jinên Suryeyê zana û azadî xwazin û gerek nake ku hin jinên ku tiştekî fam nakin werin, ji wan re qala pîvanên jiyanê bikin û li şûna wê gerek bihizirin bêka wê; jinan derxînin pêş û wan perwerde bikin ji bo ku welatekî pêşketî û demkorat; bi emirînin û di Cîhanê de bikin yekem welatê serkeftî û pêşketî.
Rêber Apo di derbarê azadiya jinan de wiha şirove kiriye û gotiye, ku pîvanên pêşketina welat û azadiya wê girêdayî pêşketina jinan û azadiya wane. Mirov azad hatiye dnyayê û qet naxwaze ku kole jiyan bike, ji xwe pêximberême H. Z. Muhemed jî rûyê jinanbi paçên reş negirtiye û dema ku li mala xwe, li mêj dikir hevjîn û jinên ehlî bît jî tevî mêran li mêj dikirin û suhbet dikirin. Di encam de gerek were zanîn ku bi tepisîna li ser jinan û veşartina wan bi darê zorê, karekî qabil qubûl nîne û wê bi bertekê jinan yên tund jî; were raber kirin û jinên ku şerkirin û li hemberî zulmê li berxwedan, tekez wê venegerin zemanê berê û heyanî dawiyê wê tekoşîn bikin û ev jî mafê wane.
Di nezera min de gerek ew çend kesên ku destê wan di xwîna, jin, zarok û mêran de hebûye gerek ciyê xwe di wîzaret û kongran de; nebe ji bo ku pergala; nû xwe vala dernexe û ji gel re pergalek ji ya Bas baştir ava bike. Naxwe wê gelê Suryeyê wan qebûl neke û zor jî wê zorê, çêbike wek nimûne dayika me ya delal dayika şehîd Hevrîn Xelef siyasetmedar û pêşnga partiya pêşe rojê. Bi destê hin çeteyan hate qetil kirin û niha jî, li ser ragihandinê têye gotin ku her du kesên bi navê Hatim Ebû Şegra û Ebû Emşa; ciyê xwe di kongrê de gitine û ev jî bûye sedem ku dayika pêşeng Hevrîn bertek raber bike. Û ew dayika çalakvan gelekî heqliye û rast dibêje, çawa bû ku kesên zarokên gel bê sebeb di kujin û paşî werin wan hukum bikin, ma gelo heqê xwedê ye van hunera li ser gelan bikin. Kesên wek wan çetan gerek ji desthilatê dur bi sekinin naxwe, wê ji niha de wek Esed liwan were.
Bi kurtasî gerek daxwaz û hêviyên gel werin ber çav girtin û teqlîda, Îran, Efganistan û Erdogan û Esed neyê kirin, naxwe wê qedera wan jî wek hev be. Gelê Kurd, gelê Ereb û tevahî gelên Suryeyê ji ber destê pergala Bas gelekî zehmetî û zorahî dîtin û niha jî di xwazin ku, bi aramî û aşitî jiyan bikin û gerek were zanînku; kêfxweşiya gelên Suryeyê ji bo çûna Bas; gelekî mezin bû û hêviyên wan jî yên niha gelekî mezinin ku; pergalek wekhev û demkorat were înşa kirin û ez bi hêvî me ku hêviyên gel vala dernekeve. Û em tevahî bi hevre welatê xwe bi rengekî wekhev û mûsalim, binyad bikin û bi serbilindî di nava gelên Cîhanê de serê xwe rakin. Cardin jî ez berxwedan û çalakiya mirovî ya gelên, Bakur û Rojhilatê Suryeyê silav dikim û dibêjim; berxwedana we ya dîrokî pîşroz be.