Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di Bendava Tişrînê de şervan planên dagirkeriyê têk dibin

08/02/2025
in NÛÇE
A A
Di Bendava Tişrînê de şervan planên dagirkeriyê têk dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran / Qamişlo


Rojnamevan Enes Yildiz diyarkir ku Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hewil dide bi kumkujî û gef xwarina li ser rojnamevanan dengê heqîqetê  tune bike.   

Rojnamevan Enes Yildiz ku li bendava tişrînê de şahidî ji berxwedaniya gel û şervanan re kiriye divê çarçoveyê de ji rojnameya me re axivî.

‘Armanca dewleta tirk ew bû ku herêma firatê bike bin dagirkeriya xwe’

Enes yildiz got ku ” Piştê geşedanên ku li Sûriyê çêbûn bi taybet di 7.8 ‘ê Kanûnê de êrîşên Dewleta Tirk û komên girêdayê wê li ser Minbic, Bendava Tişrînê û Pira Karaqozaqê pêk hatin. Dewleta tirk bi gef û êrîşan hem bejahî hemjî bi balafirên xwe giranî da ser bendava Tişrîn û pira karaqozaqê. Piştî 10 roj şunda şer û pevçûnên ku pêk hatin yek armancê dewleta tirk hebû û dixwast bi komên xwe yên çete hem dixwast pira koraqozaqê û  bendava Tişrînê derbasbike, di şer û pevçûnên ku 4 rojên destpêkê ku li bendava tişrînê pêk hat wek rojnamevan me xwe gîhand wê deverê û hem şerê ku li wir diqewime hem jî hewildanên dewleta tirk a dagirker ku dixwast pira karaqozaqê dagir bike şopand. Ew jî dihat wê wateyê ku derdora kobanê Sirîn, Eyn Îsa  hemû dorpêç bike, lê plana ku dixwast nekarî pêk bîne û ew êrîşên wan ji aliyê QSD ‘ê û meclîsa leşkeri ya Minbicê ve hatin têkbirin.”

Bi balafiran sûcên dermirovî pêk tîne’

Enes  wiha got ” 50 roj zêdetire şervanê QSD û YPJ’ê di çeperan de liberxwe didin. Li ser bangawaziya Rêveberiya xweser a demokratîk bangawazî hat kirin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina av, ax, û enerjiya xwe bikin berê xwe bidin bendava Tişrînê û zêdeyî 20 rojane ku gel li bendavê nobet digre. Dewleta Tirk piştî ku dît berxwedaniyeke bêhempa ji aliyê şervan û gel ve tê meşandin, êdî naskir ku  nikare bi komên çeteyên xwe  êrîşên xwe berfireh bike li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bendava Tişrîn û Karaqozaqê zêdetir giranî da balafirên keşfê. Piştî 5’ê çileyê Dewleta Tirk bi balafirên şer yên EF 16 jî kirin tevgerê.

‘Şervan ji bo parastina axa xwe bi bîr û bawerî şer dikin’

Enes wiha got ” Ji 2014’an heta niha geşedanên ku li Kobanê, Şengal û 2016 li Minbicê, û wiha di gelek bajarên Bakûr û Rojhilatê Suriyê de heta Reqayê gelek şervan bi çeka xwe li dijî DAIŞ’ê şer kirin û wiha domand”  îro jî bi wê bîr û baweriyê ji bo parastina civaka kurd û ji bo gelê heremê şer dikin. Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dema dibêje em xwedî fikir û felsefeyekîne û xwediyê vê axêne  ew jî dide eşkerekirin ku gelekî ku xwedî îradeyek polaye. Cûdabûna QSD’ê bi fikir û ramaneke ji bo parastina gelê xwe canê xwe datînin holê. Ev 50’î rojin ku li bendava Tişrînê rûxmê hemû zor û zehmetiyan di eniya herê pêş de li dijî  dagirkeriye û planên wan şer dikin. Di dîrokê de yên ku herî zêde lehengiyê dikin şervanên kurdin yên ku vî dinivîsên jî dayîk û rojnamevanên kurdin. Gelê heremê û kesayetên navdar û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevalên me yên Rojnamevan, şanogerê kurd Bavê Teyar û gelek kesayetên bi nirx canê xwe fedakirin, rûxmê wê jî gelê heremê soza tolhildana wan dide û dibêje ku em şopdarê şehîdên xwe ne. ”

‘Di nav komên çeteyan de gelek çeteyên biyanî cîh digrin’

Enes bibîrxist ku ” Hesab û planên ku Dewleta Tirk dixwast pêk bîne  du mehên xwe tije dike, bi hezaran çeteyên dewleta tirk hatin kuştin ew komên ku bi SMO bi navdikin û di nav wan koman de jî gelek çeteyên bîyanî ku ji wan re ozbek û çeçen dibêjin jî bi hemû hewildan û planên ku çêdikirin bi ser nedixistin. Şervanên YPJ’ê û yên QSD û gelê heremê ew planê ku li ser giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebû têkbirin. Dewleta Tirk gelek sûcên şer pêk  anî û bi balafirên şer gelek kumkujî li ser  gel pêkanîn.”

‘Dewleta tirk hesab dikir ku herema Firatê dagir bike’

Enes anî ziman ku “Fermandarên QSD’ê di daxuyaniyên xwe de jî dibêjin ku çi dibe bila bibe em ê rê nedin ku dewleta tirk bi wan komên çete rojhilatê Firatê dagir bike. Geşedanên ku di 27 Mijdrê de çêbûn piştî ketina Rejîma Baas a Beşar Esed du tişt hebûn heyet tehrîr el şam berê xwe da şam, himis, hama û wan hemû dever kirin bin desthilatiya xwe de. Dewleta tirk jî hesab dikir ku bi komên xwe yên çete rojhilatê firatê dagir bike. Berê jî li ser Rêveberiya xweser gef hebûn ku dixwastin giştî destkeftiyên gelê heremê bi gef û êrîşên xwe têk bibin.  Dewleta Tirk bi firok û teknîka xwe armanc dike ku bendava Tişrîn û Pira Karaqozaqê re derbasê bajarê Reqa, Tepqa bibe û Kobanê dorpêç bike û giştî destkeftiyên heremê têk bibin, lê berxwedaniya ku şervanên YPJ û QSD’ê dane meşandin planên wan hemû valederxistin.”

‘Şahadeta Nazim û Cîhan ji bona me pir bi êş bû’   

Enes diyarkir ku ” Di 19’ê Kanûnê de du hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku ji destpêkê de ji pira Karaqozaqê bigre heta Bendava Tişrînê ku li heremê çi diqewime bi pênûs û kamereya xwe ji raya giştî re ragihandin kedeke bêhempa dan meşandin. Dewleta tirk ji ber ku rastiyên ku herdû hevalan ji cîhanê re radigahindin tehemul nekir û bi balafireke bê mirov ew qetil kirin. Wek rojnamevanekê  ji bo min kêliyeke gelek bi êş bû û min piştî şahadeta wan got ku ez gav paşda navêjim û min careke din hewilda ku li bendava Tişrînê çi diqewime û berxwedaniya ku tê meşandin hin zêdetir ji raya giştî re ragihînim. Her wiha çi dibe bila bibe em ê wek rojnamevan dev ji heqîqetê bernedin û heta dawiyê li ser şopa heqîqetê bimeşin. “

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.