Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRD: Em ê têkoşîna Şehîd Azîz bi serkeftinê tacîdar bikin

08/02/2025
in NÛÇE
A A
YRD: Em ê têkoşîna Şehîd Azîz bi serkeftinê tacîdar bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeya


YRD’ê diyar kir ku 27’ê Çileyê dewleta Tirk bi rengekî tirsonekî li Ranyayê êriş pêk anî û di encamê de rojnamevan Azîz Koyluoglû şehîd bû û wiha  got: “Helbet pênûsa hevrê Azîz li erdê namîne, deng û gotina wî dê hîn xurttir bibe.”

Koordînasyona Giştî ya YRD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Rojnamevan Azîz Koyluoglû 27’ê Çileyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Ranyayê pêkaniyî de şehîd bû.

YRD’ê da xuyakirin ku dagirkeriya Tirk xwest bi vê êriş dengê heqîqetê bide sekinandin û wiha got: “Ên ku ji pênûs û gotina hevrê Azîz rehetsiz dibûn, bi êrişekî tirsonek berê xwe dan wî, bi vî awayî xwestin dengê heqîqetê bidin sekinandin. Lê divê bizanibin ku hevrê Azîz jî wekî yên berî xwe berdêl dayîn berçav giriye û ketiye vê karwanê, di her kêliya xwe de wek neferekî doza azadiyê tevgeriyaye û vê alê bi awayek xurt dewrî me kiriye. Sekna hevrê Azîz li hemberî dijmin serî natewîne. Ev sekna wî sekn û helwesta her hevalê wî yê ciwan e. Vê êrişê paşde gav bi hevrê Azîz neda avêtin û wê paşde gav bi me jî nede avêtin. Berovajî wê azweriya têkoşîna me mezintir bike.”

YRD’ê da diyarkirin ku şehîd Azîz li her deverê xebat daye meşandin û wiha got: “Hevre Azîz ji Hewlêrê heta Silemaniyê û Kerkûkê, ji wir heta Mexmûrê û her dera başûrê Kurdistanê xebat meşand. Dîsa ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê heta Efrînê li her cihê di her astê de xebatên weşanê ya ragihandinê meşand. Hevrê Azîz tenê nenivîsand, bi qasî vê axivî û ji bo dijminê qirker-dagirker teşhîr bike hemû derfetên di destê xwe de bi kar anî. Bêguman wê pênûsa hevrê Azîz li erdê nemîne, deng û gotina wî hîn geştir derkeve. Nirxên têkoşînê yên ku hevrê Azîz hiştiye, wê ji aliyê her kadroyê ragihandinê ve were mezinkirin û wê bibe haveyna pêşeroja azad a gelê me.”

YRD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de soza bilindkirina têkoşînê da û wiha qedand: “Dijminê faşîst çi dike bila bike, serî li kîjan rêbazên dermirovî bide jî wê encam negire. Hêza wî têra neke ku rastiyê di tarîtiyê de bihêle. Çapemeniya Azad, mîna duh wê îro jî wek Azîz, ji Azîzan û şehîdên ku vê kevneşopiyê afirandine hîn zêdetir tiştan fêr bibe û wê bi hîn zêdetir karkirinê re vê kevneşopiyê bi serkeftinê tacîdar bike. Em soza xwe dûbare dikin ku em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.