Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî sivîlan û bi taybet li dijî jinan bênavber dewam dikin. Ji 8’ê Berfanbara 2024 ’an ve dagirkeriyê dest bi êrişeke giran li ser bendava Tişrînê kir û welatiyên sivîl û bi taybet jin rasterast kir armanc. Di encama êrişên li ser bendavê heta niha 5 jin şehîd û 91 jî birînarbûne.
Jinan di şoerşa Rojava de di hemû qadên civakê de bi awayekî aktîf cihê xwe girtin û di têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî û azadiyê de pêngavên girîng avêtin. Di qada siyasî de jî bi awayekî aktîf cihê xwe girtin û bûne xwedî mafê gotinê. Her wiha di qada aboriyê de jî cihê xwe girtin û bi xwe karên xwe ava kirin û azadiya xwe ya aborî bi dest xistin. Jinan di qadên weke perwerde û çandê de jî destkeftiyên girîng bi dest xistin û di perwerdeyê de bûn xwedî mafên wekhev û di hemû beşên civakê de bi awayekî azad di çalakiyên çandî û olî de cihê xwe girtin. Herrwiha Jinên pêşketî, nîşaneya civaka pêşketî ne, ji nîvê civakê ye û nîvî din kedî dike . Li her civak û hemû cîhanê de jin rola xwe ye sereke di pêşketina civakan de dilîze. Ango ji perwerdehiya zarokan û ta parastina wêje û zanistê di nav nifşan de. Her wiha ji aliyê parastinê ve bi rola xwe rabûye û ji bo welatê xwe li dijî dijmin şer kiriye , herwiha bedelên giranbuha daye.
Dagirkerî rengê jina azad hedef digre
Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku axa Sûriyê bi tevahî dagir bike û pilanên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne rojna êrişên xwe li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwartir dike. Ew dixwaze ji nû ve impratoriya Osmaniyan vejîn bike. Dagirkerî di êrişên xwe de wekî her car sivîl û zarokan dike hedef. Herwiha dewleta Tirk a dagirker her tim di êrişên xwe de jina pêşeng dike armanc, ji ber ku jin îro civakê birêxistin dike û bi rêve dibe. Lewma dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku civakê tune bike, jinên pêşeng dike hedef.
Paradîgmeya Netewa Demokratîk ya ku hemû gelan bi hemû rengên wan di nava xwe de dihewîne û qebûl dike, dibe astanga ji hemû pilan û modêla netew-dewlet ya ku li tevahî cîhanê serwer e. Jin jî di nava vê peradîgmayê de rola pêşengiyê girtiye ser milê xwe û hemû qeydên hişmendiya paşvero yê dîrokê têkbirin, jin di qada civakî û leşkerî de bû xwedî helwest û ji bo hemû jinên bindest yên cîhanê têdikoşe. Ji bo ev rengê xweşik yê azadî, demokrasî, wekhevî û hevjiyna azad li hemû cîhanê belav neb, jin dibe armanca êrişan.
Kiryarên dagirkeriyê bi sedema bêdengiya cîhanî pêk tên
Ji dema hilweşandina rejîma Baasê ve ji 8 ê Kanûna 2024’an ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Bendava Tişrînê zêde kirine. Şervanên QSDˈê li hemberî êrişan berxwedanê dikin û gel jî bi armanca rawestandina êrişan û parastina bendavê nobetê digire. Herwiha dagirkeriya Tirk û komên çeteyên girêdayî wê bi hemû hovîtiya xwe bendava Tiştînê xistiye hedefa xwe,ku di van kêliyan de dîrokeke nû ya berwedana gelan tê xêzkirin. Bi hezaran gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jin, zarok, pêremêr û ciwanan berê xwe dan bendavê û li wir bi rojan kêliyn têkoşînê li hember dagirkeriyê tên jiyan kirin. Di van êrişên ku tê de bi dehan gel şehêd bûye û bi sedan birêndar bûne. Di nav de jin û zarok jî hebûn. Di encama êrişên li ser Bendava Tişrînê de pênc jin şehîd ketin û 91`birîndarbûn. Helbet êrişln ku ji aliyê dagirkeriyê ve tên pêkanîn sûcên şer in û dijê pîvanên mirovî ne. Rûxmî ku hemû cîhan û hêzên navnetewê şahidê vê yekê ne jî ku rojane komkujî tên pêk anîn, li hember dagirkeriya Tirkiyê bê deng in û tu helwesteke cidî nehatiye nîşan dan.
Ev êrişên dagirkeriyê li hember berxwedanî û destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê têne pêk anîn. Bê guman gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû beş û pêkhateyên xwe ve, çawa ku ev şoreş bi ser xistin niha careke din li hember faşîzmê bûne mertal û li kêlek şervanên azadiyê li ser bendava berxwedanê têdikoşin. Herwiha Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 8ˈê Kanûna 2024ˈan ve êrişên xwe li ser bendavê zêdetir kirine. Ev êriş metirsiyên hilweşandina bendavê zêdetir dike, nemaze ku bendav ji bo bi milyonên niştecihên li Heleb, Kobanê û Reqayê wekî reha jiyanê tê dîtin. Êrişên li ser bendavê gefeke rasterast ji ewlehiya av û aboriyê çêdike û dê şêniyan li hemberî karaseteke mirovî û aborî rû bi rû bihêle. Di heman demê de Şervanên QSDˈê û gelên herêmê li hemberî êrişên domdar ên li ser bendava Tişrînê berxwedana parastinê dikin.
Jinên ku şehîd bûn e
Navê jinên li bendava Tişrînê şehîd bûne wiha ne:
-Menîca Heyîder di 8’ê çileya 2025 an ’ de li bendava Tişrînê şehîd bûn.
-Zozan Hemo di 8’ê çileya 2025 an ’ de li bendava Tişrînê şehîd bû.
-Hêza Mihmed 10’ê çileya 2025’ an de li Bendava Tişrînê şehîd bû.
-Xezna Yûsiv 22’ê çileya 2025’an de li Bendava Tişrînê şehîd bû.
– Ronîza Mihmed 15’ê çileya 2025’ an de li Bendava Tişrînê şehîd bû.