Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser ji bo tevlîbûna QSD’ê daxuyaniyek dan

05/02/2025
in NÛÇE
A A
Rêveberiya Xweser ji bo tevlîbûna QSD’ê daxuyaniyek dan
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo


Îro Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê ji bo rewşa sefereberî ya giştî ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê ragihandî li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê û bi amadebûna hemû saziyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de û bidehan endamên rêxistinên jinan, di derbarî tevlîbûna berpirs û endamên Rêveberiya Xweser di nava QSD’ê de li hemberî rewşa seferberî ya giştî ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê ragihandiye li çerxereya Şehîdan li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser berxwedana dîrokî ya ku ji du mehan ve li bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê berdewam dike.  Her wiha berxwedana bi heybet a ciwanên kurd, ereb, asûr, suryan û tevayî gelê me ên ku ji pergala Neteweya Demokratîk bawer dikin û roj bi roj di vê bîr û baweriyê de ne û li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Îro ev pêvajo bi pêşengiya QSD’ê tê meşandin. Hemû gelên cîhanê, gelê herêmî û hêzên li Rojhilata Navîn divê helwesta xwe diyar bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ev du meh in li bendava Tişrînê di nav berxwedaneke herî bi rûmet de ne û wiha gotin: ” Ev berxwedan niha meheke xwe tijî dike, vîna mirovahiyê li ser Bendava Şehîdan tê temsîlkirin û roj bi roj gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî dorveger berê xwe didin bendavê û tevlî nobeta li wir dibin. Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku yekser mirovên sivîl dikin hedef, hêrsa gel zêdetir dibe. Ji xwe tevahî welat di nava şer û gengeşeyên pir mezin de ne û rojane bi çavên xwe dibînin ku dewleta Tirk çawa li hemberî jin, zarok û tevahî civakê şerekî tundrew pêk tîne. Di encama şerê heyî yê du mehan  de gelek windahî hene û ji niha û şûn ve jî dibe ku windahî çêbibin. Lê ya girîng ew e, em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr bin û bigihînin serkeftinê.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:” Em tevahî gelên Sûriyeyê yên têkoşer û azadîxwaz silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin. Bi taybetî em gelên xwe yên çalakvan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hurmet silav dikin û çalakiyên wan pîroz dikin. Ji malbatên şehîdan re dibêjin serê we sax be û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. Em wek Rêveberiya Xweser a kantona Cizîre bi hemû partî û saziyên xwe ve tevlî seferberiya gîştî dibin û diçin nav refên QSD’ê de.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.