Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên kantona Cizîrê li dijî Komploya Navnetewyî meşiyan

05/02/2025
in NÛÇE
A A
Jinên kantona Cizîrê li dijî Komploya Navnetewyî meşiyan
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo


Li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo, Yekîtiya Jinên Ciwan bi tevlîbûna jinên hemû pêkhateyên kantona Cizîrê li Qamişlo meşeke xweser li dar xistin.

Bi durşmeya “Bi têkoşîna jinên ciwan em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn.”  li dijî Komploya 15’ê Sibata 1999’an, ji hêla Yekîtiya Jinên Ciwan ve meşek li Qamişlo hat lidarxistin.

Meşa girseyî bi pêşengtiya jinan û dayikên şehîdan ji Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dest pê kir.

Di berdewamiya meşê de stranên şoreşgerî û silogana “Azadiya fîzîkî ji bo Rêberê Netewî, Bijî Rêber Apo,  Têk biçe Komploya Navnetewî, Bijî berxwedana Bendava Tişrînê.” dihatin gotin. Herwiha tilîliyên jinên azad û tiliyên azad li jora asîmanê Qamişlo dihatin bihîstin û dîtin.

Meşa girseyî li pêşiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo veguherî mîtîng li wir jî hemû kesên amade bi rêzdarî şehîdên azadiyê bi bîr xistin.

Herwiha bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Betûl Semîr bal kişand li ser komploya li dijî Rêber Apo û wiha got: “Îro em jinên kantona Cizîrê bi giştî derketine qadan, bi deng, doz û fikrekî hevbeş û komployê şermezar dikin. Em vê komployê bi çi sedeman û tu rengî qebûl nakin ku Rêberê Mirovahiyê di nava çar dîwaran de dîlgirtî be. Dewleta Tirk bi riya komployê siyaseteke qirêj dide meşandin. Îro jî li Bendava Tişrînê li hemberî kiriyarên dagirkeriya Tirk jinan hedef digire, lê li hemberî vê yekê berxwedaniyeke bêhempa ji hêla QSD, YPG, YPJ’ê û gelên me ve tê nîşanandan. Em weke jin her tim dibêjin ku em ê ne hedefeke hêsan bin ji bo dagirkeriyê, em ê her û her bi fikrê rêberê xwe têkoşînê bidomînin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî li ber xwe bidin.”

Mîtîng bi siloganên germ û tilîliyên jinan bi dawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.