Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hember gotara nefretê .. rola rewşenbîran

05/02/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim


Li seranserî dîoka xwe ya kev û nû, Kurd ji hêla netew û desthilatdaran ve rastî gelek şêweyên çewisandinê hatine, her wiha rastî gelek awayên qirkirina çandî û fîzîkî hatine. Lê dibe ku tu caran bi qasî van demên dawiyê rastî gotara kîn û nefretê nehatibin.

Di pêvajoya 14 salên aloziya Sûriyeyê, ji ber ku gelê Kurd li Rojava rêya xwe ya cuda hilbijart û tevî arîşe û pevçûnên aliyên dijberî hev nebûn, ji her du aliyan ve rastî gelek êrişan hatin. Lê tişta sosret ew e ku piştî rûxandina rejîma Baas, gelek derdorên ku qaşo xwe şoreşger, dijber, pêşverû û demoqrat binav dikirin, niha bi her şêweyên nîjadperestî, paşverû û kevneperest gotara kîn û nefretê li dijî Kurdan ji devê wan dibare. Her roj bi sedan kes, malper û dezgehên ragihandinê ku bi awayekî ji awayan nêzî desthilata li Şamê ne, gotara nefretê lidijî gelê Kurd bi awayekî sistematîk bi rêve didin.

Li gorî hin danasînan gotara nefretê ew şêweyên derbirînê yên ku cudakarî yan dijminatiya li dijî kesek an komekê belav dikin, pêş dixin û rewa dikin. Yan jî bangên nefret, cihêkarî, neyartî, tundî û êrîşkariyê li dijî kesên xwedî hin taybetmendiyên cuda, wek nijad, ol an kêmendam, yan xwedî nêrînên siyasî yên cuda, reng, zayend yan jî çi faktorek din a nasnameyê. Her wiha her axaftineke ku banga ziyandayînê dike ew gotara nefretê ye. Gotara nefretê dibe sedem ku aliyek li dijî aliyê din tê sorkirin, lewma ew kiryareke pir tirsnak e, bi taybet dema ku bi awayekî sistematîk bi piştgiriya medyayê tê kirin.

Helbet pir sedemên gotara nefretê hene, lê bi giştî hişmendiya kevneperest û paşverû ya netewperestî, nîjadpesertî, zayendperesetî û tundrewiya olî, sedemê sereke ne. Civakên xwediyên van hişmendiyan zû nikarin civakên din û netewên din, nîjadên din, zayendên din û olên din bipejirîne û her tim wan weke dijmin dibîne û dixwaze wan biçewisîne yan tune bike. Lê di rewşên siyasî de carê hin desthilatdar xwe dispêrin van hişmendiyan û ji bo parastina desthilata xwe her tim hewil didin gotara kîn û nefretê di nava civakan de gur bikin. Em vegerin ser mijara gotara nefretê ya ku ji hêla civakeke diyar ve li dijî civaka Kurdan a li Rojava tê birêve birin, gelo mirov çawa dikare rê li pêşiya encamên pir xerab yên vê gotarê bigire.

Metirsiyek heye ku (kîn kînê bikşîne), angu civaka Kurdan jî hewil bide ku bi nefretê bersiva nefretê bide, bi kînê bersiva kînê bide, lê di encamê de dê rewşên pir xerab derkevin holê û dê derz û şikestina di navbera civakan de hîn kûrtir bibe û dibe ku veguhere şer û pevçûnên navxweyî.

lê reftar û kiryara saxlem û durist ew e ku çîna rewşenbîr, bîrewer û kesayetên civakî, bi hişmendiyê hemdem ên hevdû pejirandin, lihevhatin, hezkirin, lêborîn, jiyana hevbeş û biratiyê, tevbigerin. Divê çîna rewşenbîr derfetên diyaloga di navbera çand û nasnameyên cuda de fireh bike ku civak hevdû nas bikin, baweriyê bi hev bînin û egerên dijberî û nakokiyan di nava civakan de kêm bikin.

Post Views: 101
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.