Can Yûsif
Helbestvana kurd Helîma Can Kobanê Mînaka jina Kurd a berxwedêr û bi israra jinên Kurd di vejîna civakên kevnar û nûjen de roleke sereke lîstine û bi vê rola xwe şiyana xwe ya ji bo pêkanîna guhertinên erênî di nav wan civakan de nîşan dane, hebûna wê ya berbiçav di warên cuda yên jiyanê de û israra wê ya li ser rawestana li kêleka mêran û piştgirîkirina wî, nîşana wê yekê ye ku ew hêmanek bingehîn e di pêkanîna pêvajoya guhertina civakê de. Jinên Kurd di hemû warên wêjeyî, hunerî, çandî û siyasî de hebûna xwe îspat kirine û hin ji wan ji mêran borandine û hebûna xwe di hemû warên jiyanê de îspat kirine, ji bo mafên xwe têkoşiyane, bi korbûna dîrokê re rû bi rû mane û wan berevanîya nêrîna xwe li ber cîhanê kirine, yek ji wan jî helbestvana Kurd Helîma Can jî heye, ku hebûna xwe di cîhana helbest, roman, nivîsandin û stranbêjiyê de, ji bilî cîhana hunerî ya ku dagir kiribû, îspat kiriye û hebûna xwe di cîhana dirûtin û xemilandinê de ferz kiriye .
Tevî zehmetiyên ku rû bi rû li pêşiya wê derketine ji kevneşopiyên civakê, adet û zagonên civaka eşîretî yên serdest li Kobanê û serpêhatiyên tendirustî û pîskolocî (derûnî) yên ku di jiyana xwe de pê re rû bi rû mayî jî, wê karîbû di civaka wêjeyî û çandî de şopeke taybet bihêle û dîsa ji nû ve li ser lingên xwe bisekine.
Ger hûn li nivîsar, helwest û cîhana wê bihizirin, hûn ê bibînin ku ew jina ku xeyal dike û ber bi tiştê tê xwestin ve dimeşe, hemû birînên ku rastî di dilê mirovahiyê de çêdike red dike, ji bo daxwaza azadî, edalet û lêgêrîna jiyanê dengê xwe bilind dike.
Helîma Can keça bajarê serhildêr ya Kobanê, sembola berxwedan û serkeftina li dijî terorê, firşikbûye ji kaniyên wê ruhê berxwedanê û ji çavkaniyên wê yên dîrokî û şaristaniya wê ya kevnar, zanist û zanînê vexwariye. Wê biryardarî û hêza xwe ji heybeta Çiyayê Miştenûrê girtiye û ji rûmetdarîyên şêrgelên wê Arîn Mîrkan û Barîn, ruhê afirandêrî û nûjeniyê îlham girtiye. Helbestvan, nivîskar û çalakvana kurd Helîma Can, di roja 22.3.1979’ê de li gundê Xerebal a girêdayî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, di nav malbateke kurd a welatparêz, muhafezekar, rewşa wan ya jiyanî nîvane, ji dê û bavên kurd (Mehmûd û Elîfa) hatiye dinya yê.
Ji ber desthilatdariya mêr di civakê de zehmetî kişandine, zarokatiya xwe li gundê xwe derbas kiriye û piştre malbata wê di sala 1984’an de koçî bajarê Kobanê bûye û li wir bi cih bûye. Dibistana seretayî û navîn xwend, lê qonaxa amedayî yê neqedand û ji ber şert û mercên giran ku tê re derbas bû, demekê dev ji xwendinê berda, lê ew bê hêvî nebû ji xwendinê û bi vîna (îradeya) xwe ya xurt karîbû hemû bend û astengan bişkîne da ku nebin asteng li ber xewn û xeyalên wê yên ji bo bidestxistina armancên wê, ji ber vê yekê di sala 2012’an de bawernameya amedayî di beşa wêjeyî de wergirt û piştî wê çû Helebê ji bo qedandina xwendina xwe ya zanîngehê û li wir li kulîjeya Wêjeyê beşa Civaknasiyê li zanîngeha Helebê tomar kir, lê ji ber şert û mercên şer, nekarî xwendina xwe ya zanîngehê biqedîne û piştî vekirina zanîngehan li Rojava, du salan li Amûjgeha Zimanê Kurdî ya Mamosteyan û rêbaza xwendinê li bajarê Kobanê xwend, piştî derçûna xwe wek mamostetiya zimanê kurdî, mamostetiya şagirtên dibistana seretayî ya pola duyemîn kir.
Di encama dorpêçkirina bajarê Kobanê ji aliyê DAIŞ’ê ve di sala 2014’an de, û piştî bûyerên xwînrêj û şerê li bajarê Kobanê û derdora wê rû didin, û wêrankirina piraniya ji bajêr, û di encama şert û mercên jiyanê yên dijwar, neçar ma ku bajarê xwe û hevalên xwe biterikîne û koçî Tirkiyeyê bibe.
Meyla xwe ya hunerî ya ji bo stranbêjiyê ji zarokatiya xwe de dest pê kiriye, dema ku di dibistana seretayî de bû stranên Şivan Perwer û Koma Berxwedan digotin û bi stranên wan ên şoreşgerî û welatparêzî mezin bû,lê dema ew mezin bû, malbata wê nehişt ku ew stranbêjiyê bike, ji ber ku ji bo wan şerm bû ku keçek li gorî bawerî û ramanên wan û li gorî adetên civaka Kobanê bistirîne.
Xebata xwe ya wêjeyî û çandî dest pêkir piştî şerê Kobanê û koçkirina xelkê wê ji bo welatên biyanî, dûrî malbat û welat, ku hesret û bêrîkirina wan ji bona axa welat û hezkiriyên wê ve dikişîne, êş û xembariya wê vediguhere afrîneriyê di danîna helbest û gotaran de. Helbestvan Helîma Can bi çar zimanan dipeyîve: Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Tirkî û gelek hinêrên (mewhîbe) wê hene wek:(stran, mûzîk, dirûtin û xemilandin).
Bi zimanên Kurdî û Erebî helbest û gotaran dinivîse û di nivîsên xwe de êş û azariyên gelê Kurd, derdên xerîbiyê û hesreta welêt di vê qonaxa niha de dest nîşan dike herweha, ew li ser jînenîgariya hunermend û helbestvanên kurd jî dinivîse.
Helbestvan û nivîskara kurd Helîma Can du dîwanên helbestan nivîsandine:
1-Dîwana yekem a bi zimanê kurdî ji 73 helbestên di navbera helbestên pexşan û kilasîkan de pêk tê û tê de helbestên welatparêzî û romantîk hene.
2-Dîwana duyem a bi erebî ji 125 helbestên pexşan pêk tê.
Ji bilî amadekirina pirtûkek ji gotinên pêşiyan ên kurdî ku ji 600 gotinên pêşiyan û pendan pêk tê ji amadekirin û wergerandina wê ji bo zimanê Erebî.
Niha jî amadekariya pirtûkekê dike ku ji berhevoka çîrokên kevn û kurteçîrokên girêdayî çanda civaka Kobanî pêk tê. Ji ber şert û mercên dijwar ên penaberî, koçberî û xerîbiyê di hemû waran de, şert û mercan alîkariya wê nekir ku berhemên xwe yên wêjeyî(edebî) çap bike û belav bike, hemû jî li benda derfeteke guncawin ji bo çapkirinê. Gelek helbestên wê di malper û kovarên edebî de hatin weşandin û gelek bawernameyên pesindayîn û afirandêriyê wergirtine.
Piştî bûyerên bixwîn ên sala 2014’an, ji bajarê xwe yê birîndar Kobanê derdikeve û li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê li gel birayê xwe yê mezin bi cî dibe, ji ber rûmetdariya xwe, xwe dispêre xwe û alîkariya malbata xwe jî qebûl nake, ji bo birêvebirina debara jiyana xwe û pêdiviyên jîyanî di kargeheke dirûtinê de dixebite, di dawiya meha Tîrmehê ya sala 2024’an de bajarê Rihayê terikand û berê xwe da Ewropayê û di 25.08.2024’an de li bajarê Elmanya Münsterê bi cih dibe.
Ew di xewn û xeyalan de ye û bêsebir li benda vegera welatê xwe dimîne ku di demek zû de vegere û di hembêza wê de û di hembêza bajarê xwe Kobanî de bijî.
Helîma Can helbestvaneke hêja ye ku helbestên wê bi hesteke bilind û afirandêriyeke mezin ve girêdayî ne û jêhatiya afirandêriyê ber bi asoyên ku sînoran nas nakin ve diçe.
Jiyanek birûmet û tijî şahî, bextewarî, pêşkeftin û afirîneriyeke zêdetir û vegera li hembêza Kobanê bo wê dixwazim.