Rohat Bulut
Rêxistinbûna rêveberiya neteweya demokratîk ne dewlet, komunalîzma demokratîk e. Ji bo komunalîzma demokratîk rêxistinbûna hemû civakê di asta bingehîn de pêwîst e. Demokrasî bi hemû saziyên xwe yên di nava gel de dibe yek û wekî goşt û hestî bi hev bikelije. Îro dema em berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê bi hêsanî em dibînin ku gel ji gundan bigire heta li tax, bajarok, navçe û bajaran bûne xwedî rêxistinên xwerêveberiyê. Di warê siyasî, civakî, çandî, aborî, tenduristî, perwerdehî û hwd. Pirsgirêkên xwe bi alîkariya vê rêxistinê çareser dike. Niha ber bi pergaleke demokrasiya rasterast ve diçe, ku bi rastî ji binyada xwe kar dike, ku li wir siyaset û polîtîka bi cih tê û her weha bandora xwe li herêmê dike. Ev pergal ji bo hemû gelan dibe mînak.
Dema em bala xwe didin rejîm, dewlet û rêveberiyên ne demokratîk di pergalên ku avakirine de bi tu awayî mafên gel û civakan ên xwe rêvebirin û biryardayîna derbarê çarenûsa xwe de tune ye. Di serî de têkoşîna gelê Kurd a bi salan ji bo hilweşandina vê hişmendî û ferasetê bû. Ev têkoşîn jî li Rojava jiyanî bû. Gel bi rêveberiyên xwe, bi pergala xwe ya demokratîk û bi hemû mafên xwe yên mirovî dijî. Li ser bingeha jiyana wekhev, demokratîk, û komunal civakabûyîna xwe saz dike û têkoşîna xwe dide. Di civakê de komun û demokrasî gelek girîng e. Lewere ev dibe jiyan û parastina mafên her mirovên ku ferdê wê civakê. Bi mijara me ve eleqedar em dixwazin hinekî li ser Komunalîzma Demokratîk dakevin. Yek ji prensîbên herî girîng ên Komunalîzma Demokratîk veqetandina pêvajoyên biryargirtinê û pêkanînan e. Dema ku biryar ji aliyê meclîsên gel û komunan ve tê girtin, pêkanîna biryaran jî bi koordînasyonên demokratîk ên wekî saziyên rêveberiyê pêk tên. Bi vê ve em dibînin ku serdema keyfî ya rejîm û serdestiyê li ser gel diqede. Di rêveberiyên demokratîk de dafê hilbijêran heye ku çavdêriya rêveberiya xwe bikin û dema ku hewce bike jî paşve vegerînin. Lê di rejîm û desthilatiyan de ev tune ye.
Di Komunalîzma Demokratîk de komun û meclisên gel dibin rêxistinên girîng ên civakî. Her wiha şaredarî bi gelek avantajên xwe berê xwe bidin qadên birêxistinkirina jiyana demokratîk-komunal. Ji demên kevnar ve, rêveberiyên herêmî yek ji herêmên pêşeng in ku netewe û gel bi xwezayê re û li ser bingeha hilberîna xwe ya aborî bi hev re dijîn. Îro dema em berê xwe didin Rojava, em dibînin ku rêveberiyên xwecihî û yên xweser di roja me ya îro de cardin heman rista xwe ya dîrokî dilîzin.
Em dibînin ku bi salan e ku berê her kesî li Rojava ye. Pergala Xweseriya Demokratîk ji bo hemû beşên civakê hêviya jiyanê ye. Lewre her kes xwe di nav vê pergalê de dibîne û bi mafê xwe yên bingehîn dijîn. Bi meclis û komunên xwe wekhev dijîn. Ev ji bo hemû mirovahiyê pêwistiyeke jiyanî ye. Lewere jî pêwîste hemû mirovahî ji bo parastina nirxên mirovî yên bingehîn xwedî li pergala Rojava derbikeve. Pêwîste hemû demokrat, sosyalîst û komunîstên cîhanî xwedî li Rojava û civaka ku van nirxên mirovî diparêzin derbikevin. Divê her kes xwedî li rêxistinbûna rêveberiya neteweya demokratîk ango komunalîzma demokratîk xwedî derbikeve.