Farûk Sakik
Hevpeyvîna Omer Ocalan a di Televizyona Rûdaw de gelek hat nîqaşkirin. Di beşek axaftina xwe de dibêje, Rêber Apo got, “Ger Tirkiye xwe ji çareseriyê re amade neke, di paşerojê de gelek planên hêzên navneteweyî wê li ser Sûriye, Iraq, Îran ê bikevin dewrê. Li vê derê îhtîmalek jî heye ku dewletek bê ragihandin”
Omer Ocalan, di axaftina xwe de kêmasiyek kir. Dikaribû hîç behsa vê hevoka “Li vê derê îhtîmalek jî heye ku dewletek bê ragihandin” neke.
Rêber Apo ew hevok çawa bikaranîbû îzah nekir. Her wekî hemû hêzên emperyal hatine cem hev biryarek dane û wê dewletek-Kurdistanek îlan bikin û Abdullah Ocalan li dijî vê yekê derdikeve. Gelek kesan, ev hevok anîn li gor xwe şîrove kirin û Rêber Apo wek hedef nîşandan. Kampanya reşkirinê dane destpêkirin. Bi bêwîjdanî tevgeriyan. Têkoşîna vî kesî yên 50 salî ji bo doza Kurdistan ji bîr kirin. Ji xwe ji berê de Rêber Apo her tim digot, ‘Ev doza Kurdistan bi Tirkan re tê çareserkirin’ Dema ku ev nirxandin dike, vê pêvajoyê dişibîne serdema ku Mûsul dane Îngilîzan. Di 4’ê Mijdara sala 1922’yan de li Meclîsa Tirk li ser amadekariyên Peymana Lozanê rûniştin pêk dihatin.
Di serî de Mebûsê Bedlîsê Yûsif Ziya gelek mebûsên Kurd di vê rûniştinê de, wek Rêber Apo ji heyeta Tirk xwestin ku di hevdîtinên Lozanê de ew ti carî qebûl nekin ku Mûsul (Başûrê Kurdistanê) Heleb (Rojava) ji Tirkiyê bê veqetandin. Lewra ew xaka Kurdan e û Kurd û Tirk jî bira û xwedî heman qederê ne.
Rêber Apo leyîstokên ku îroj tên leyîztin dişibîne piştî ku Mûsûl dane Îngilîzan.
Yûsif Ziya jî wê demê li ser vê mijarê digot; “…Derdê Îngilîzan Kurd nebûn petrola Mûsul û Kerkûkê bû. Ku wê demê wîlayeta Mûsul tevahiya Başûrê Kurdistan di nav sînorê xwe de dihewand”
Îngilîz wê demê jî tu carî ji bo Kurdan gavek neavêtin. Hin peyam û sozê wan jî ji bo xapandina Kurdan bû. Dema ku li Lozanê, Lord Kûrzon ji bo mafê Kurdan israr dikir, israra wî mafê Kurdên Mûsulê bitenê bû. Li heremên Kurdistanê yên petrol tunebû xema wî nebû.
Îrojî hêzên hatine Rojhilata Navîn û xwedê negiravê ji bo maf-doza Kurdistan daxwiyaniyan didin, çima ji bo Bakur û Rojhilatê Kurdistan nadin. Rêber Apo ev yek dîtiye û midaxleyî vê yekê dike.
Piştî ku Mûsul dane Îngilîzan, Şêx Mehmûd Berzancî li dijî vê yekê derket û li hember Îngilîzan serîhilda. Di heman demê de balafêrên Îngilîzan dest bi bombekirina başûrê Kurdistanê kirin.
Rêber Apo vê îhtimalê dide da ku ew balefirên Îngilîzan carek din li asîmanên Başûrê Kurdistan xuya bikin. Haa, di hişmendiya dewleta Tirkiyê de guhertin çêbû? Na. Desthilatdariya Tirkiyê ya îro jî wek wan bapîrên xwe tevdigerin. Rêber Apo dixwaze wan îkna bike. Xeletiyên wan yên dîrokê bibîra wan bixe.
Di hedefa Tirkiyê ya îroj de dîsa Mûsul(mîsakî Mîllî) heye. Dewleta Tirkiyê bi serê xwe vêderê bidest bixe wê feleketa mezin were sere Kurdan. Ji bo qirkirina Kurdan serdemek nû wê destpêbike. Heger di destê hêzên navnetewî de jî bimîne, wê bi qasî varîlên petrolê maf bidin Kurdan. Rêber Apo di vê derê de dikeve dewrê. Dixwaze ev herdû gel dîrokek wana bihevre hebe. Di dîrokê de 3 tifaqên wan çêbûne; şerê Milazgirê, şerê Çaldiran û şerê Îstîklalê. Dixwaze îroj tifaqa çaran pêkbîne. Em dibînin ku îroj ev dewleta ku di dijminatiya Kurdan de israr dike, îkna bû ye bi Rêber Apo re hevdîtin daye destpêkirin..