Reşo Meydana
Dema ku rejîma Baas li Sûriyê hilweşiya bi rastî jî hemû ol û bawerî, û gelên li Sûriyê nefeseke baş girtin. Ji ber ku bi dehan sal êş kişandibûn, şaş yan jî rast di astekê de têkoşîn meşandibûn niha jî ew zext û zora li ser milê wan rabibû. Angu rewşeke wekî şoreşê hatibû jiyîn. Lewra ew encama keda gelan bû. Her wiha navê şoreşê li vê qonaxê kirin zêde ne tiştekî şaş e.
Lê belê çi bû? Hin hêzên wekî HTŞ’ê ji valatiya derketiye feyde girtibûn û çûbûn li Şamê rûnîştibûn. Ya rast ev valahiya piştî rejîma Baas’ê di astekê de berhema hêzên li cîhan û herêmê hakim bûn. Ji ber ku armanca wan a esasî tasfiyekirina rejîma Esad û şikênandina Hîlala Şîa bû. Ji bo vê armanca xwe di kîjan astê de HTŞ’ê yan jî bi hêzên cuda re tifaqên veşartî û vekirî çêkirin nayê zanîn. Ya ku li ber çavên dinya-alemê qewimîbû; HTŞ’ê bêyî ku bi bertekek cidî re rû bi rû bimîne di çend hefteyan de hat li Şamê konê xwe veda. Angu hêzên li cîhanê serwer di maneyekê de rêya Şamê ji bo HTŞ’ê xweş kiribûn. Ku ji ber vê yekê hêzeke wekî HTŞ’ê ku hê jî di lîsteya terorê ya Ewrûpa û DYE û hêzên dewletdar de ye, hat û li Şama Şerîf rûnîşt.
Piştî wê tiyatroya alemî dest pê kir. Ji Almanyayê bigire heya bi Îraqê her hêz bi şêweyekî bi HTŞ’ê re kete têkiliyê. Temam, di têkiliyên dîplomatîk de tiştekî ecêb were dîtin tine. Lê gelek nêzîkbûnên heyî ji HTŞ’ê re, derxist holê ku nirxên wekî mafê mirovan, mafên jinan, mafên gelan li ba dewletên têkildar zêde ne girîng e. Mînak, ruxmî ku serokê HTŞ’ê bi xêrhatina wezîrê karê derve yê Almanyayê nekir jî, wekî dewlet zêde seknek raber nekirin. Gelek dewletan wekî ku Misilmanekî/e mumîn Kabeyê tawaf bike, Colanî tawaf kirin. Hin dewletan ji bo ku nîşan bidin çiqas li ser rêya heqê mirov in, jê niyazkirin ku her kesê li Sûriyê di rejîma ku Colanî ava bike de hebe.
Wî (Colanî) çi kir? Çû li Şamê hemû qetil, tecawizkar, diz, dijminên jinan hwd li hev kom kirin û kirin wezîr û kizîr. Xweziya Apê Mûsa sax bûya ev rewş ji me re şîrove bikira! Baweriya me pê heye niha me dibihîze. Lê em bi wî nahesin. Ji ber ku em li dinyaya fanî ne, û ew jî li goşeyê xwe yê li cinnetê ye. Bi por û rihên xwe yên spî, bi çarmerkî rûnîştiye û şîretan li derdora xwe dike. Jixwe em dengê wî nabihîzin lê her kesê nivîsên Wî xwendibe, ji hikmeta wî zer-î misqal sûd wergirtibe dikare texmîn bike ka Apê Mûsa çi şîret dike: “mêrik heqê her kesî da wî. Ya dizane, dike!”
Em ya rast bêjin, me nekariye hemû şîretên Ape Mûsa binivîsin. Ew ê ji me re pir giran bihata, hem ji gelan re û hem jî dewletên hêzên hegemon re pir giran biaxiviya. Wekî bi Kurdî dibêjin,’Yê dizane, dizane, yê nizane boqê nîskê ye’. Eger li vê dinyayê û li vî welatî ku jê re Sûrî tê gotin, bermahiyên El-Qeîde û DAIŞ’ê bi qasî bibin wezîr û kizîr, zane werin hesibandin, çi li para me dikeve, ez bawer im ti kes naxwaze bibîhîze!