Argêş Viyan/Qamişlo
Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Zubeyir Aydar anî ser ziman ku hewildanên Rêber Apo xuleya dawî ya aşitî û çareserîyê ye û wiha got: “Ev hevdîtin destpêkekî nû ye, pêwîste aliyên peywendîdar cidî nêz bibin.”
Di derbarê hevdîtin û danûsitandinên li gel Rêberê gelê Kurd Rêber Apo tê kirin û bandora van hevdîtinan li ser asta Kurdistanî û cîhanî, Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Zubeyir Aydar pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
Di encama pêngava ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo û keda gel a bêhempa hate meşandin hevdîtinek bi Rêber Apo re hat kirin. Giringiya van rêze hevdîtinan mirov çawa dikare binirxîne?
Di komploya navnetewî û heya roja me ya îro tecrîdeke mezin li ser Rêberê gelan Rêber Apo tê meşandin. Di salên 2000’an û şûn de jî ev zext, izalasyon hat girankirin û hevdîtinên Rêber Apo yên gel malbat û parêzeran bi awayekî keyfî hat sekinandin. Bê wê rewşê gelê Kurd û hevalbendên vê nerehet bûn. Li ser vî bingehî gele Kurd û derdorên azadîxwaz pêngavekî ji bo azadiya Rêber Apo ketin di nav hewildanan û çalakî dan destpêkirin. Di çarçoveya dirûşmeya ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî di Cotmeha 2023’an kampanya hat destpêkirin. Pêngavekî berfireh bû û bi rastî jî di raya giştî û navnetewî de jî dengekî xurt da. Ev tenê ne têkoşîna gelê Kurd bû, di heman demê de gelên enternasyonalîst jî ji bona azadiya Rêber Apo bûn yek deng. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî, encama xebatên ku dihatin kirin de destê Rêber Apo hat xurtkirin. Serkeftina hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê, parastina xaka Rojavayê Kurdistanê û di heman demê de, têkoşîna li hemberî gerilayên azadiya Kurdistaê ya bêhempa de weke sedema hevdîtinên li gel Rêber Apo hat kirin, mirov dikare binirxîne. Ev xebat û têkoşîna gelan û tevgerê, hikûmeta AKP-MHP’ê mecbûr kirin ku li gel Rêber Apo hevdîtin bên kirin. Serdemekî nû jî destpêkir li Rojhilata Navîn û bitaybet jî li Kurdistan ê. Destpêkê weke li ser navê malbata Rêber Apo, biraziyê wî û parlementerê DEM Partîyê Omer Ocalan hevdîtin li gel Rêber Abdullah Ocalan pêkanî. Peyama wê hevdîtinê pêşket jî, ji raya giştî jî re hate eşkere û parve kirin. Rêber Apo silavên serkeftinê bi rêya Omer Ocalan ji gel û Tevgera Azadiyê re şand. Dîsa 28’ê Berfanbara 2024’an jî desteya bi parlementerên DEM Partiyê Sirri Sûreyya Onder û Perwîn Buldan pêktên çûn Îmraliyê û hevditînek din li gel Rêber Apo pêkanîn. Piştî 4 salan dema destpêkê şandeyekî wisa hevdîtin li gel Rêber Apo pêkanî. Girîngiya hevdîtina desteya DEM Partiyê ji aliyê din ve jî peyama Rêber Apo ya azadî û wekheviyê bû. Ev peyam gelê Kurd yê welatparêz û hevalbendên wî de, hêvî û coşek mezin dan avakirin. Ev serkeftina têkoşîna gelê Kurd bû. Dewleta Tirk a dagirker ti caran ji bona pirsgirêka Kurd, bê berjewendî gav ne avêtiye û navêje jî. Ji zagonan bigire heya hevdîtinekê xwezayi ya bi malbatê re bi bingeha berjewendiyan pêktîne. Ger niha dewleta Tirk ya dagirker diçe Îmraliyê, ev yek bi saya berxwedana Rêber Apo ya 25 salan û têkoşîna gelê Kurd e. Ev pêvajoya ku nû hate destpêkirin ger erênî bimeşe, wê şerê ku li herêmê tê meşandin bi dawî bibe. Tevgera Azadiyê xurte, cîhan giştî jî hesabên xwe yên nû nikarin bê kurdan pêkbînin. Ji ber ku ev alûzî bi dawî bibe hikûmeta AKP-MHP’ê baş dizanin û di encamê de ev hevdîtin hat pêkanîn. Ev serkeftineke mezin û destpêkekî nû ye.
Naveroka hevdîtina bi Rêber Apo re hatiye kirin, pêwîste çawe were dest girtin û nirxandin?
Rêber Apo di wan hevdîtinan de balê dikişîne ser xalekî hevpar û pir girîng û di hevdîtinên 2014’an de ji paraznameyên xwere jî wiha dibêje “Ger cidî nêzikatiyek ya herdû aliyên muxatap hebe, ez dikarim wê pirsgirêkê demildest çareser bikim, ji jêrzemînekî tûndî û aloziyan derbasî demokrasî û zagonî bikim. Ew hêza min ya teorî jî pratîk jî hey e.” Ev xalên Rêber Apo anîye ser ziman ne gotin û hişyariyên kevnarin. Rêber Apo ev perspektîfên wiha hertim dide raya giştî. Rêber Apo ev bi gelek caran bi rêya peyamên xwe yê bi rêya parêzer û malbata xwe dişand, di heman demê de di paraznameyên xwe de jî, hertim ev hişyarîyên wisa bibîrdixistin. Pêwîste herdû aliyên muxatab van gotinên Rêber Apo baş nas bikin. Ji ber ku her peyameke Rêber Apo ji bona sekinandina şer û alozîya li Rojhilatê Navîn perspektîfekî herî mezin e. Van di peyamên Rêber Apo yên dawîyê de jî, banga goftûgo û çareseriyê dike. Rêber Apo dixwaze bi hewildanên xwe yên mezin û aşitîyane vê pirsgirêkê demildest çareser bike. Ev bang ji hemû aliyên muxtap re ye. Di serî de ji gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û hikûmeta AKP-MHP’ê re Rêber Apo vê bangê dik e. Rêber Apo ev bang weke manîfestoyekî girîng dide pêşîya aliyên peywendîdar. Desteya DEM Partiyê dîsa hevdîtinek bi Rêber Apo re pêkanîn. Di heman bingehê de, destê partîyên ku di parlementoya Tirkiyê de cih digirin çend rêze hevdîtin hat kirin. Nêrîn û pêşniyarên wan jî hatin girtin. Derheqê naveroka wan hevdîtinan de em zêde ne agahdarin, lê ji bona pêvajoyekî bê pirsgirêk rêve biçe, pêwîste raya giştî weke erk ji xwere bibîn e. Ev serlêdan û nêrîn girtin ne bi tenê bi partîyên siyasî yê Tirkiyê re, di heman demê de aliyên kurdî û civaka sivîl re jî bê meşandin. Wê encamê van serlêdanan jî, bi Rêber Apo re bê parve kirin. Li ser van jî dê nirxandinên Rêber Apo ji raya giştî re bê parve kirin. Piştî pêvajoyek ku evqas şer û pevçûn, hevdîtîn û pêvajoyek wisa bi Rêber Apo re kelecan di dile herkesê de avakir. Ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve her rê û rêbazên şer hatin meşandin. Ev ji aliyê raya giştî ve bi bertek hat pêşwazî kirin. Ji ber ku herkesê jî bi wê rastîyê baş dizanî bû ku ji bilî Rêber Apo ti kesê din nikare alozî û pirsgirêka heyî çareser bike. Ev pêvajo ne weke pêvajoyên berê ne, pêwîste wek berê nebin jî. Nexwe rewşa Tirkiyê û Rojhilata Navîn dê bikeve aste metirsiyê û dê qeyran mezintir bibin. Em wek tevger, hertim pêvajoyekî ku Rêber Apo û gelê Kurd pêşengtîya wê dike piştgrî dikin. Ev bingeha lêgerîna çareseriyê ji bona aşitiyê divê bê bersiv neyê hiştin.
Heya çi astê dewleta Tirk ya dagirker bi şêwazekî cidî nêzî vê pêvajoyê dibe? Rewşa Tirkiyê û herêmê ber bi kûve diçe?
Ev pêvajoya tê behskirin me weke tevger neda destpêkirin. Ji aliyê rayedarên AKP-MHP‘ê ve hat ragihandin. Serokê MHP’ê (Partiya Netew Perest a Tevger) Dewlet Bahçelî dema parlementoya Tirkan betlane xelaskir derbasî xebatên xwe dikir, bi şêwazekî ti kes bendê nebû, silav da parlementerê DEM Partiyê. Piştra jî bi daxuyanîyekê ev mijar û silav dayin kir rojeva parlementoya Tirkan. Ev heya ku bi ragihandina hevdîtinên li gel Rêber Apo jî birin. Di raya giştî de jî, ev pêngav girîng hat dîtin û nirxandin. Hîn navê vê pêvajoyê jî ne hatiye dayin. Hikûmeta AKP-MHP’ê û rayedarên dewletê zimanê ku bikar tînin zimanê gef û tûndiyê ye. Ne zimanê çareseriya weke ku Rêber Apo pênase dike û hewil dide pêş pêxe. Pêwîste ev zimanên ku rayedarên hikûmeta AKP-MHP’ê bikartînin were guhertin. Ji milekî din ve jî hevdîtin li gel Rêber Apo çêdikin, girtin û kuştinê zêde dikin. Qeyuman davêjin li ser vîna gelan, êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê jî bê navber didomînin. Ev kiryarên wisa ti caran nayên pejirandin û pêşiya goftûgoyan dê bibe asteng. Ger bi riya çareseriyê danûsitandinên siyasî bêne kirin, em weke tevger û gel jî amade ne. Ji bona wê jî zimanê goftûgoyê pêwîste bikarbînin, ne zimanê gef û tûndîyê. Ev derfetên ku Rêber Apo bikare bibe muxatabê çareseriyê pêkbîne. Pêwîste Rêber Apo tenê weke kesayetekî neyê bi dest girtin, weke rayedar û pêşengekî gelê Kurd û gelên azadîxwaz bê dîtin. Rêber Apo, ji bona bikare ji pêvajoyê re bibe bersiv hevdîtinan dike û pêşniyara kîjan kesayetan dike dibe ev bê pejirandin. Desteyên ku Rêber Apo pêşniyar kiriye bikaribe nêrînên xwe pêre parve bike, pêwiste ji Rêber Apo re derfetên ku bikare kar û xebatê bike bê dayin. Ev hevdîtinên xwe jî, bikare li gel Tevgera Azadiyê bi şêwazek bi ewle parve bike. Rêber Apo vana bi 3 xalan tîne li ser ziman; Ewlekarî, tendûristî û tevgera rehet. Ji ber wê yekê hikûmeta AKP-MHP’ê û rayedarên wê divê vê carê cidî nêzî pêvajoyê û hewildanên Rêber Apo bibin. Em wekî Tevgera Azadiyê li vê carê weke berê nêz nabin û yên ku astengiyê jî derxînin em bi ti awahî napejirînin. Ger ku daxwaz û derfetên Rêber Apo neyên pêkanîn ev pêvajo nayê meşandin. Pêwîste yên hemberî me jî, cidî nêzî vê pirsgrêkê bibin. Ev pirsgirêkek kevnare û 200 salan zêdetire jî didome. Pêwîste demildest bê çareserkirin. Em wek gel û tevger jî hewildidin bi riya goftûgo û danûsitandinan wan pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber ku em ne kurdê berê ne û ezmûnên me yên salan çêbûn e. Ji ber wê yekê bangawaziya me ji bona aliyên vê pêvajoyê dimeşînin em vê pêvajoya bi pêşengtiya Rêber Apo serbixin û bixwe bawer nêzî bibin.