Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêxistinkirin wê jinê ji qirkirine biparêz e

05/02/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di pergala nû ya cîhanê de rola dagirkeriya Tirk
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale


Eger jin xwe birêxistin nekin wê nikarbin bibin xwedî helwest û wê her tim rastî qirkirinê werin. Sûriyê piştî hilweşandina sîstema Baasê derbasî pêvajoyeke nû bûye. Li Sûriyê girîngiya rêxistinkirina jinê niha ji berê zêdetir bûye. Zîhniyeta desthilata nû ya Şamê mîna ya berê ye û dibe ku xirabtir be. Ji ber zayendperestî bi hemû şêweyên xwe wê êrîşî jinê bike û hewl bide ku hemû xebatên jinê bide seknandin. Li hemû bajarên Sûriyê yên di bin serweriya desthilata nû de ne komên girêdayî wan e li gorî dilê xwe zagonan li ser jinê ferz dikin.

Bendên kontrolê yên di bin serweriya desthilata Şamê de ne, destpêkirine zextê li jinê dikin. Jinên ku serê xwe nepêçandine şiyar dikin û pirsgirêkan ji wan re derdixin. Li Zanîngehan jî êdî nabe ku jin û mêr bi hevre bixwînin an jî eger li heman zanîngehê bin divê li hevdû necivin, bi hevre nemeşin û şagirtên jin û mêr ji hevdû cûda bin. Desthilata Şamê ya nû wê bi ferasetên zayendperest nêzî jinê bibin. Ew ê daxwazên mîna azadiya jinê yan jî wekheviya di navbera jin û mêr de tine bikin. Şideta mêr a li ser jinê wê rewa bikin, ne zagonî ne jî exlaqî hesab ji mêr naxwazin. Mêrê desthilatdar wê jinê bike sedema hemû pirsgirêkên civakî, êdî wê jin ji berê zêdetir rastî şidetê were.

Jin li tevahiya cîhanê li hemberî zayendperestiyê dest bi têkoşînê kiriye. Her tim di nava lêgerîn û têkoşînê de ye heyanî ku dîroka jinê bi xwe bide nivîsandin. Şerê jinê yê hebûn û rûmetê ye. Li Sûriyê jî ev têkoşîn gihîştiye asta herî bilind. Jin ji aliyê leşkerî ve li hemberî çeteyên DAIŞ, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da û dev ji têkoşîna xwe berneda. Di vê pêvajoyê de jî tê xwestin ku jin li ber xwe bide û dev ji têkoşîna xwe bernede. Teslîmî zayendperestiyê nebe yan jî wê dîsa rastî şikestinê were. Ne tenê jina Kurd pêdiviya wê birêxistin kirinê heye, jina Ereb, Turkmen, Durzî û hwd tenê rêxistinkirin dikare wan ji qirkirinê biparêz e. Jina Sûrî eger dev ji doza xwe berde wê mîna jina Filistînî, Sudanî, Afxanî, Îranî û hwd. lê were. Israîl di şerê xwe yê bi Hemasê re bi sedan komkujî li ser jinê pêk anîn û giştî jinên Filistînî bûn qurbanê vî şerî. Niha jî çarenûsa jinên Filistînî û gelê wê ketiye destê Israîl û Amerîka de. Çawa têkoşîn û berxwedana jinên cîhanê ji aliyê kaptalîzmê ve tê pûç kirin, jina Sûriyê eger xwe birêxistin neke wê bikeve heman rewşê de. Talîban çi bi serê jina Afxanî dike Colanî û gurûpên xwe jî wê heman tiştî bi serê jina Sûrî bikin.

Pirsgirêka zayendperestiyê gelekî kûr e û ji bo were çareser kirin, wê têkoşîna jinê di gelek pêvajoyan re derbas bibe. Di hemû pêvajoyan de eger jin xwe birêxistin bike wê bikaribe bi pêşve biçe. Jina Sûrî birêxistinkirinê wê hebûn û rûmeta xwe biparêze û bibe xwedî tecrûbeyeke mezin.

Post Views: 107
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.