Dilovan Kêfo/Amûdê
Di dîroka 3’ê Sibata 2025’an de pêşengiya Kongra Star li navenda PYD’ê a bajarê Amûdê temaşekirina sinevizyonêkê şehîd Viyan Soran hate bibîranîn.
Kongra Star ji bona salvegera şahadeta şehîd Viyan Soran li navenda PYD’ê ya bajarê Amûdê sinfizyoneke girêdayî jiyan û çalakiya şehîd Viyan Soran ya fedaîyane pêşkêş kir. Di pêşkêşkirina sinfizyonê de, endamên Kongra Star, meclis û rêxistinên Rêveberiya Xweser yên bajer jî amade bûn. Di sinevizyonê de nameya Vîyan Soran (Leyla Walî Hasan) ji bona Rêberê gelê Kurd Rêber Apo nivîsandi bû, hate xwendin.
Berî sînevizyonê deqeyeke rêzgirtin ji bona şehîdên doza azadiyê hatgirtin. Piştre li ser navê Kongra Star Mira Zoro axivî.
Mira Zoro diyar kir ku ew bi rêzdarî şehîd Viyan Soran bi bîr tîne û wiha got: “Di şexsê şehîd Viyan Soran de em
hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr tînin. Di sala 2005’an de dema ku Kongreya Gel li çiyê hat lidarxistin, ez bi xwe jî tevlî wê kongreyê bûm û li wir naskirina min ji şehîd Viyan Soran re çêbû. Dema ku kongre bidawî bû, ez vegeriyam Rojava lê gelek sal derbas nebûn şehîd Viyan Soran bi çalakiyeke fedayî ku mohra xwe li dîrokê xwist. Di dîroka Tevgera Azadiyê de gelek jinên berxwedêr derketin pêş, yek ji wan jinan jî Viyan Soran bû. Her li cihekî ku tengasî çêbûyî, jin bi çalakiyên xwe bûye bersiv. Viyan Soran bi temenê xwe ne mezin bû, lê bi sekin, zanebûn û axaftinên xwe mezin bû. Şehîd Viyan Soran agir berda canê xwe û xwe kir pitek ji agirê azadiyê.”






