Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji jinan strana piştgiriya berxwedana Tişrîn û Kobanê

03/02/2025
in NÛÇE
A A
Ji jinan strana piştgiriya berxwedana Tişrîn û Kobanê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan


Endamên Jineolojî ji Almanyayê klîba xwe ya ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê û piştgiriya berxwedana Bendava Tişrînê weşandin.

Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê komek hunermendên jin ên ji endamên Jineolojiyê pêk tên, li Almanyayê klîbek bi Kurdî û Îngilîzî çêkirin. Hunermendan silavên şoreşgerî ji bo hemû gel û şervanên ku di van kêliyan de li bendava Tişrînê, li Pira Qereqozaxê, li Kobanê, tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyê wê jî ji bo parastina avakirina civakek wekhev, ekolojîk û azad li berxwe didin, şandin.

Jinan di klîba xwe de bi dirûşmeya “Desthilatdariya zilam bê çek bikin, Jin, Jiyan, Azadî!”, ji bo bîranîna hemû kesên ku di rojên dawî de ji ber êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, govend gerandin. Di gotinên stranê de jinan anîn ziman ku têkoşîna azadiyê li Rojava, li Ewropa û li her derê dinyayê bi hev ve girêdayî ye. Jinan diyar kir ku hêza îradeya gel a li Bendava Tişrînê, hêz û hêviyeke mezin dide hîskirin. Jinan xwestin ku bi strana xwe ya “Tişrîn û Kobanê, silav” vê hêzê carekê din îfade bikin û ji dinyayê re bişînin.

‘Bila êrîş rawestin’

Jinên hunermend tevlî kampanyaya “Em Tişrîn in” bûn û piştgirî dan berxwedana gel û yekîneyên xweparastinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di peyamê de jinan wiha got: “Divê dagirkerî û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên rawestandin û sûcên şer ên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bên cezakirin. Sûriyeke nû bêyî beşdariya çalak a jinan, esas girtina Meclîsa Jinên Sûriyê û Rêveberiya Xweser nayê avakirin. Ji bo Jineolojiyê wek zanista jin û jiyanê, tecrûbe û zanyariyên ku jinan bi pêşxistina şoreşa jinê bi dest xistine, xwedî girîngiyeke mezin in. Parastina Tişrîn, Kobanê, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tê wateya parastina şoreşa jinê û parastina warên ku ev zanist lê bi kok bûye, tê pêşxistin û jiyîn.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.