Voqan Elî
Dewleta dagirker a Tirk di mercên şerê cîhanê yê 1. hatibû avakirin. Rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û cîhanê di wê serdemê de dest dida ku ew hebûna xwe pişrast bike. Çima? Ji ber ku li aliyê rojhilat, yanî li şûna împaratoriya Rûs, şoreşeke sosyalîst ava bibû. Ev ji bo modernîteya kapîtalîst xetereyeke mezin bû. Li ber wê xetereyê, eger ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve bihata bêbandorkirin, wekî dîwarekî xwezayî dikaribû belavbûna li cîhanê ya Şoreşa Sosyalîst asteng bike.
Di serdema şerê cîhanê yê duyemîn de jî ev rewşa jeostratejîk a dewleta faşîst a Tirk berdewam kir. Ne tenê dewam kir, mirov dikarê bêje hê jî zêdetir bû. Ji ber ku di encamê şer de Yekîtiya Sowyetê (Rûsyaya Sosyalîst) hê jî bandora xwe zêde kiribû. Ji bo tevgerên rizgariya neteweyan û tevgerên sosyalîst di asta cîhanê de bibû çavkaniya îlhamê. Yanî li ser modernîteya kapîtalîst bibû xetereyeke mezintir. Girêdayî bi vê rewşê, girîngiya stratejîk a dagirkeriya Tirk jî bi caran zêdetir bû.
Di salên 1990’an de dema ku Rûsya Sowyetê hilweşiya, ew girîngiya berê ya dagirkeriyê ji bo modernîteya kapîtalîst nema. Ji ber vê sedemê, dema ku di salên 2021’an de projeya Rêya Enerjiyê ya ji Hindistan heya bi Ewrûpayê kete rojevê, dewleta faşîst a Tirk derveyê projeyê hate hiştin. Bêguman sedem ne tenê ev bû ku derve hate hiştin. Ya din, dewleta dagirker a Tirk bi pêşengiya Erdoğan malovaniya hemû rêxistinên Îxwanî û cîhadîst dikir. Bandora hêzên Îxwanî û cîhadîst, hem li ser ewlekariya Îsraîl gefeke mezin e û hem jî wekî hedefa nêzîk li ser Rêya Enerjiyê xetereyeke mezin dihate hesibandin. Ev rastî,ne ku tehlîlek yan jî texmînek e. Şerê heyî yê di navbera Hamas û Îsraîlê de li ber çav e. Xuya ye dewleta dagirker a Tirk, ji vê rewşê derbeyeke mezin girtiye. Hem jî derbeyeke dîrokî…
Tê zanîn, qewmê Tirk di 1071’ê de bi alîkariya Kurdan li Anatoliyê bi cih bûn. Ev, bi taybet ji bo Tirkan di asta man û nemanê de girîng bû. Dîsa di encama tifaqa 1514-16’an li dijî Safewiyan hem Safewî têk birin û hem jî bûn împaratoriyeke cîhanî. Bi heman rengî di şerê rizgariya neteweyî yê bi pêşengiya M. Kemal, bi tifaqa eşîrên Kurd bi ser ketin. Me ev her sê mînak çima anîn bîra xwendekaran? Yanî Kurdan sê caran ew şans dane ku qewmê Tirk, li cihekî wekî Anatolî yê xwediyê jeostratejiyeke girîng bimînin. Tifaqa yekemî û ya duyemîn di astekê de ji bo Kurdan jî kêr hatiye; lê ya sêyemîn ji ber komplo û xapandinan ji bo Kurdan bûye kareseteke mezin. Di encamê de piştî bi sedan sal, cara yekemîn girîngiya stratejîk ku encameke tifaqa gelan bûye, îro ji destê dagirkeriya Tirk derketiye.
Çi maye di destê dagirkeriya Tirk de? Erê, di destê wan de jî hin tişt mane. Ew jî ne bê alternatîf in. Niha hemû rêxistinên Îxwanî, cîhadîst, mafya, kontra û hwd. Di destê wan de ne. Ji artêşa millî ya Sûriyê bigire, ji Hamasê bigire heta bi kîjan hêzê di binê kontrola wê de ne. Ew ê bi van hêzan çi bike, ji berxwedana li bendava Tişrînê diyar e. Tevkujiya li ser gelan. Piştî ku HTŞ’ê ket Şamê bi çend hefteyan li ser jinên Şam û Helebê ferz kir ku ew li gorî şerîatê xwe binuxumînin. Ya din jî, ne tenê li derveyê Tirkiye di tevgerê de ne. Li Tirkiye roj tine ku zarokek 4-5 salî bi tecawizê re rû bi rû nemîne. Ev kiryar bi piranî ji aliyê kesên xwediyê vê zêhiyetê û heta rasterast ji aliyê girêdayî dewleta Tirk ve tên kirin. Mînak, ew serpêhatiya Narîna biçûk hê nehatiye ronî kirin. Wekîlên AKP bi xwe gotin, “em dizanin lê em nikarin aşkere bikin”.
Ya din jî, dibe ku Hîlala Şîa ya ku çepereke Îranê bû derb xweriye. Lê niha jî heman xeteraya li ser Îsraîl û welatên Ereb, bûye dagirkeriya Tirk. Çima? Ji ber ku hemû hêzên Îxwanî û cîhadîst di berîka Erdoğan de ne. Wekî sêhêrbazekî, kengî bixwaze ew ê ji binê kumê xwe Hamas yan jî DAIŞ’eke nû derxîne. Ne dûr e ku rola nû ya dewleta dagirker ya Tirk ev be. Xuyaye ku dewleta dagirker lingê Îranê ji herêmê şemitandiye. Lê vê carê jî ew bi xwe ketiye ber rola Îranê. Angu kengî ewlekariya Îsraîl û dewletên Ereban ket xeteriyê, wê ji dewleta Tirk bizanin. Berê bav û kalan gotiye, “yê ku bikeve govendê destê xwe radike”. Yê ku destê xwe di ser Hamasê re bigire, wê ji aliyê Îsraîl û dewletên herêmê ve bi gulan neyê pêşwazîkirin.