Hêvî Keleş/Qamişlo
Ji aliyê Meclisa Edaletê ya Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekîtîya Parêzeran ve daxuyaniyek hevpar ji bona tevlîbûna kujerê sîyasetmedar û sekretera partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef di nava Konferansa Serkeftinê hate şermezar kirin.
Serokê HTŞ’ê Colanî 29’ê Çileya 2025’de li Konferansekê ku li paytexta Sûriyê Şamê bi navê “konferansa Serkeftinê” bi pêkhati bû, xwe wekî “serokê demkî” yê Sûriyê ragihand. Di kongrê de serçeteyê r Ehrar El Şerqiye Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs (Ebû Hatim Şeqra) ku siyasetmedara Kurd û Hevseroka Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef qetil kir jî, amade bû. Ev kongre di aliyê gelek saziyên navnetewî û xwecihî ve, di rastî nerazîbûnê hat. Meclisa Edaletê a Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitîya Parêzeran jî di heman mijarêda nerazîbûnên xwe anîn li ser ziman û bi daxuyaniyekî niviskî hat şermezarkirin. Di daxuyaniya ku bi zimanê Erebî ji aliyê parêzer Hofran Xelef re hate xwendin qetilkirina jinan hat şermezarkirin û hat dîyarkirin bi ti awahî kongreya qaşo binavê Serkeftinê napejirînin û nûnertiya gelê Kurd wê kongirê de ne hatiye kirin.
Daxuyani wiha berdewam kir: ” Li gor lezbûna bûyerên Sûriyê û guhertinên berdewam piştî hilweşandina rejîma Baas’ê Di 8’ê Kanûna 2024’an de û kêfxweşiya gelê Sûriyê ji rûxandina vê hikûmetê û rizgariya ji zilma rejîma Baas’ê. Qaşo Konferanaa Serkeftinê ji aliyê rêveberiya nû ve di 29’ê Çileya 2025’an de li Şamê hat lidarxistin. Bi amadebûna kesayetên ku binpêkirinên li dijî sivîlan kirine, wek kuştin, revandin û îşkencekirina de bicîh girtine Ehmed Îhsan Feyad El Heys bi nasnav Hatem Ebû Şaker kujerê şehîd Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef di wê kongrê amade bû. 2019’an de li ser rêya navneteweyî ya M4, bi hevrêyê xwe Ferhad Remezan re, hat qetilkirin û li ber çavê raya giştî zext li cenazeyên wan hate kirin. Di Tîrmeha 2018’an de, derheqê Ehmed Îhsan El Fayis de ajansa binavê Human Rights Watch raportek li ser binpêkirinên ku ji aliyê wî ve hatine kirin hate weşandin. li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî Çeteyên Ehrar El-Şerqiye mal û milkên sivîlan talan kirin û sereke berpirsyarên aloziyên li herêmê ne. Dîsa di heman mijarê de bi raportekê ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi awayekî keyfî girtina sivîlan û dizîna zeviyên wan hatibû teqezkirin. Di Tîrmeha 2021’an de jî, Wezareta xezîneya DYA doz li ser komên çete Ehrar el Şerqiye vekiribû. “Bi serkêşiya Hatem Ebû Şeqr” ji ber ku navê wî di wê yekê de ye ku wî serpereştiya girtîgeheke azadên El-Şerqiye li derveyî bajarê Helebê dike. Bi sedan girtî li wir hatin îdamkirin, ji bilî tevlîbûna wî di qetilkirina jin û zarokên civaka Êzidî. Îro piştî hemû ispatên ku hatine bidestxistin, em dibînin ku Hatem Ebû Şekra weke terorîst tê binavkirin. Ew ê dewleta edalet û hiqûqê ava bike, nabe ku dinav kiryarên dijî edalet, zagon û qetlîamê de cihgirtibin. Berpirsa kiryarên li dijî sivîlan û kujerê şehîd Hevrîn Xelef, beşdarî konferansa bi navê “Konferansa Serkeftinê” dibe û wê konferansê de qaşo bi nûnertiya Sûriyan giştî dike didin xuyakirin. Em weke hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di serî de jin, bi tundî şermezar dikin û kesayetên bi vî rengî beşdabûrbûna wan bi ti awahî rêveberiya nû ya Sûriya nûve de napejirînin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku destekê bide dengê yadê Sûad û dayikên ku êşa zarokan kişandî be. Ev banga me ji bona Neteweyên Yekbûyî ji bo jinan, rêxistinên mafên mirovan û hemû rêxistinên mafên jina ye û em hêvî dikin mafê jinan û civakê bêparastin. Li weke gelê ku li Sûriyê jiyan dikin, em daxwaz dikin ku “Hatem Ebû Şaker” radestî dadweriyê were kirin û ji tohmeta sûcên şer bê darizandin. Wî ew li gor xala 8’emîn ya zagona Romayê û tawanên dijî mirovatiyê li gor xala 7’emîn ya zagonên Romayê ya bingehîn pêk anîn. Qanûna Romayê xala 5’an ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û xala 3 ya Peymanê Jenevê 1949’an de ne ku ew di konfêransekê de were sazkirin ku rêveberiya Sûriya nû bike û daxwaz bike ku Sûriye bibe welatekî dad, azadî û demokrasiyê, û em hemû cureyên zordarî û çewsandinê li ser mafên jin û civaka Sûriyê red dikin. ”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ” Bijî Sûriyeya azad û demokratik, Kujerên jinan werin darizandin û Şehîd Namirin” bi dawî bû.






