Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên koçber yên Efrînê li Qamişlo daxuyaniyek dan

02/02/2025
in NÛÇE
A A
Jinên koçber yên Efrînê li Qamişlo daxuyaniyek dan
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo


Ji bo şermezarkirina beşdarbûna serçeteyên sûcdar di desthilata Şamê de, jinên koçber ên Efrîn û Şehbayê li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan.

Jinên Efrîn û Şehbayê li pêşiya komîna şehîd Semîra ya koçberên Şehba û Efrînê li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan jînên koçber daxuyaniyek dan. Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser bajarê Efrînê û gundewarên wê, ji dema dagirkirina wê ji aliyê faşîzma Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ve, ew bûye şahidê binpêkirinên giran di warê mafên mirovan û yasayên mirovî yên navdewletî de, ji koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografî, kuştin, revandin, windakirina bi zorê, desteserkirina mal û milkan, sepandina heqdestan, wêrankirina binesaziyê, işkence bi hemû şêweyên wê û binpêkirinên din li ser destê komên çete û di bin de çavdêriya îstîxbarata Tirk de.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Jinên Efrînê para herî mezin jê re bû ji binpêkirinan, kuştin, revandin, îşkencekirin, zewaca bi darê zorê û destavêtin, nexasim rewşên kêfî yên ku di encama dagirkirina herêma xwe de û koçberkirina bi darê zorê ya dûbare li ser wan derbas bûn. Koçberkirina wan ber bi herêmên Şehbayê ve, yek ji binpêkirinên herî hovane yên li dijî jinan, temsîlkirina bi termê têkoşer Barîn Kobanî bû, piştî şehadeta wê li ser destên komên çete di Sibata 2018’an de, Sekertêra Giştî  a Partiya Sûriyeya Pêşerojê “Hevrîn Xelef” di 12’ê Cotmeha 2019’an de, li ser destê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê bi serkirdayetiya serçeteyê bi navê “Hatim Ebû Şeqra” û parçekirina laşê wê .Ev tawan û tawanên din li gor rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî wek tawanên şer ên li dijî mirovahiyê û jenosîdê ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de jinên Efrîn û Şehbayê dan zanîn  ku ew bûne qurbaniyên binpêkirinên komên çete û tawanên li dijî wan hatine kirin, hebûna terorîstan yên wekî Hatem Ebû Şeqra serkirdeyê koma Ehrar El-Şerqiyê û Mihemed Alcolanî serçeteyê koma Emşat di nava Desthiltdariya Şamê ya nû şermezar dikin û wiha gotin: “Hisên El-Casîm, serkirdeyê koma El-Emşat, li Koşka Gel li Şamê di dema ku navê wê Konferansa Serkeftinê li Şamê hate kirin û ew kes in ku destên wan di rijandina xwîna gelên Sûriyê, pêşengên mîna Hevrîn Xelef û Barîn Kobanî, bêyî ku behsa koçberkirina bi darê zorê ya Efrîniyên mayî ji herêmên wan, talankirin, birîna darên berdar,  dizîna mal û milkên koçberên bi darê zorê û pêkanîna tawanên wan li dijî Efrînê bikin. Li ser vê bingehê em bang li sazî û dezgehên mafên mirovan yên pispor ên parastina mafên mirovan dikin ku dosyaya xwe û yên wekî wan radestî Dadgeha Cezayê ya Navnetewî bikin da ku li gorî qanûnên di meriyetê de hesab ji wan bipirsin, cezayên herî giran li wan bixin. û ji bo vegera awareyan bo malên xwe kar bikin”.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.