Esma Mistefa/ Qamişlo
Bi hemdemiya girîngiya pêvajoyê re gel, Sazî, Destgeh û Tevgerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rex QSD’ê di heman eniyê de şer dikin. Hevserokê TEV-Çand a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelîl Tehlo anî ziman ku bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî mîrasa şoreşa Rojava tê parastin û bi vê helwestê 8 berhem ji bo piştgiriya hêza QSD’ê hatin derketin.
Pergala desthilatdar ji bo tunekirina hebûna civakan, hemû hêz û polîtîkeyên asîmîlasyonê bi kar tîne. Ev yek ji dîrokê hatiye kişandin û heyan niha jî li ser civakên bindest têne meşandin. Bê guman ji bo gelê Kurd jî ev yek derbasdar e, dijminên gelê Kurd bi hezar salan xwestine dest bavêjin çanda gelê Kurd û bi siyasetên gelek qirêj ji pêkanînên bi hezaran ji komkûjiyan hebûn, netew û çanda vî gelî kirine hedef. Lê mayîndebûna gelê Kurd ya heyî nîşaneya valaderxistina hemû pilanên hovane yên dijî gelê Kurd e.
Gelê Kurd bi hêz, bawerî û sekna xwe ya berxwedêr niha destanên dîrokî ji cîhanê re dinivîsin. Bi taybet di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yê ku her bûye armanca dagirkeran, hemû pilanên dagirkeriyê hatine têk birin û ev berxwedanî di nava hemû beşên civkê de tê teysandin. Li Bendava Tişrînê Bendava Berxwedanê kêliyên efsanewî têne xêzkirin, ev berxwedanî bi serê xwe bûye armanca dagirkeriyê, ji lewra hemû hêza xwe xistine meryetê de. Li kêlek berxwedaniya gel û hêzên leşkerî, xebatên gelek mezin têne meşandin, yek ji wan jî xebatên hûnerî yên ku ji aliyê TEV-Çanda Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve derketine pêş. Di vê pêvajoyê de bi gelek berhemên hunerî yên ku piştgiriya berxwedana gel û QSD’ê dikin derketin pêş. Têkildarî erk û berhemên ku di vê pêvajoyê de derketine, Hevserokê TEV-Çanda Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelîl Tehlo ji rojnameya me re axivî.
Pêşdîtinên Tevgera Azadiyê dikevin piratîkê
Xelîl di derbarê pêvajoya heyî de hin nirxandinên xwe anîn ziman û wiha got: “Şoreşa ku hatiye destpêkirin di 2011’an de bi nerêxistibûn û ne diyarkirina armancên xwe veguherî şoreşa çek, tundî û ji cewherê xwe derket. Lê belê tevgera me bi rêxistinbûna xwe û pêşdîtinên xwe, xeta xwe ya sêyemîn ku ne girêdayî Rêjîm û ne opozisyonê hilbijart. Tevgera Azadiyê ji destpêka vê pêvajoyê de di pêşdîtinên xwe diyarkiribû ku wê di sala 2025’an de guhartinên cidî bêne kirin. Li ser van bingehan şoreşa Rojavayê Kurdistanê gihîşt armancên xwe û bû mînak ji hemû tevger û şoreşên cîhanê re. Ji ber vê jî me dît di dawiya sala 2024’an de dewletên gilobal û hêzên cîhanî xwestin teşeyekî nû ji Rojhilata Navîn re xêz bikin û dest bi geşedanên Xezayê û Îsrayîlê her wiha ber bi hilweşandina Rêjîma Esed ve berdewam kir. Hemû hêsên alîgir yên Esed xwe paş ve kişandin û pilaneke nû hate amedekirin.
Tevgera Azadiyê jî bi rêxistinbûna xwe herwiha bi îlankirina Rêveberiya Xweser di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sazî û destgehên xwe vekirin, gelek destkeftî bi dest xistin û li ser bingeha Netewa Demokratîk hebûna hemû netewan parast”.
Pêşketina xebatên çandê bi şoreşê re
Xelîl bal kişand ser girîngiya destkeftiyên ku hatine avakirin, herwiha xebatên ku ji aliyê tevgera çand û hunerê ve hatine avakirin û wiha got: “Bê guman ev şoreş xwedî ked û xebateke giran e. Bi bedelên giranbuha saziyên civakî, tevger, partî û hêzên leşkerî hatin avakirin. Bi avabûna tevger û destgehên Rêveberiya Xweser re jî, beşa çand û hunerê jî xwe bi rêxistin kir û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebat meşandin. Xebatên ku me bi pêş xistine mûzîk, govend, şano, Sîname, kurtefîlm, belgefîlm û herwiha di dawiya sala 2024’an de Peymangeha Bilind ya Mûzîkê bi tevlîbûna nêzî 80’î xwendekarî li ser asta Rojava hate vekirin. Herwiha ji aliyê xebata Xweser ve Paymangehek Bilind a Xweser li bajarê Hesekê jî hate vekirin. Xebatên me tenê di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sînordar neme, li Heleb, Şam û hemû herêmên ku rengê Rêveberiya Xweser heye, rengê Tevgera Çandê jî lê heye. Em dibînin ku di vê dema heyî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de xwe bi rêxistin kir û bi hebûna pirrengiya hemû netewan re yekîtiyeke xwe avakir”.
Li bendava Berxwedanê mîrasê şoreşê tê parastin
Xelîl girîngiya berxwedana ku tê raberkirin anî ziman û wiha pê de çû: “Bi guhartinên herî dawî yên ku li ser asta Sûriyê hatine çêkirin, ev zêdeyî 40 rojî ye dagirkeriya Tirkiy rêişî Bendava Tişrînê dike û rojane kumkujiyan pêktîne. Li ser vê bendavê bi rihê şerê gelê şoreşgerî berxwedaniyeke pîroz tê meşandin, rojane îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina destkeftî û şoreşa Rojavayê Kurdistanê îsbat dibe. Gel li kêlek şervanên xwe li meydana şer li hember hemû topbaran û çekên dijmin li ber xwe didin. Ev berxwedanî bi taybet çavên dijmin li hember herêm û sîstema Rêveberiya Xweser şikandiye. Li ser van bingehan di vê pêvajoyê de em jî weke Deste û Tevgera Çand û Huner cihê xwe di vê berxwedaniyê de digrin. Bi taybet yek ji mîrasên Şanoya Kurdî Rêheval Cuma yê her tim bi Bavê Teyar dihate naskirin di vê berxwedanê de li ser Bendava Şehîdan di encama êrişên dagirkeriyê de Şehîd bû. Em bi rêzadrî bi bîr tînin û bejna xwe li hember hemû Şehîdan ditewînin”.
8 Kilîp û 14 Spot hatin weşandin
Xelîl di derbarê berhem û xebatên ku hatine amedekirin û weşandin de got: “Bê guman di vê pêvajoyê de zêdetir bar li ser kar û xebata çandê giranbûye, çawa ku em bikaribin berxwedana ku tê raberkirin, îradeya gelê ku ref bi ref berê xwe dide eniyên şer herwiha rihê ku tê avakirin derxînin pêş, di serî de ev yek ji me tê xwestin. Ji lewra gelek kilîp hatin amedekirin. Bi taybet strana ku li ser QSD’ê hatiye amedekirin ew dengvedanek di giştî Kurdistanê de avakir. Heya niha 8 kilîp hatin amedekirin, navên wan berheman jî ev in (Em QSD’ê ne/ Mihemed Cûdî, Cenga Gelan/ Koma Cûdî, Guje Çemê Me/ hunergeha welat, Kilîpa Potîkan/ Varon Candemîr, QSD’ê Hêviya me ye/ Koma Şehîd Xebat- Keder Hisên, Kilîpeke biçûk ji navenda Kobanê ji bo QSD’ê, Welato/ Koma Agirî, QSD Heqîqete/ Danîş Botan). Her wiha 14 Spot bi gelek zimanan li ser piştgiriya QSD ê, YPJ ê û şervanan hatin amedekirin”.
Banga piştgiriya pêvajoyê tê kirin
Xelîl di dawiya axaftina xwe de xebatên wan yên demên pêş anî ziman û wiha qedand: “Bi hemdemiya rojev û guhartinan re hin xebatên me yên demên pêş wê derkevin hene. Em amedekariya 4 kilîpan dikin, yek ji wan li ser Efrînê ye, her wiha yek jî li ser Qamişlo ye û di hazirtiyê de ye û yek jî li Reqa tê amedekirin. Bê guman li kêlek wê xebatên me yên rêxistinî jî têne meşandin. Zêdetir di vê pêvajoyê de bi riya xebatên hunerî em banga tavahî hunermendan dikin ku bi yek dengî piştgiriya vê pêvajoyê bikin. Ji ber wê jî pirojeyên me yên berfireh hene, herwiha festîvalên me yên salane hene, lê ji ber rewşa awerte ya heyî me rawestandine”.