Hafiz Ahmet Turhalli
Bi têkçûna Esad re, kesên ji xwe re dibêjin em Misliman in û sunî ne, desthilatî bi dest xwe ve anîn. Demekî dirêj e bi navê ola Îslamê, li Rojhelata Navîn û cîhanê, bi navê şîîtî û sunîtî desthelat dest diguherin. Ne şîîyan û ne jî suniyan, miletên ku ew birêveberiya wan dikin, ne azadî û aramî, ne jî dadwerî û wekhevî pêk neanîn!
Tiştê ku mirov weke hişmendî bawerke û di jiyanê de pêşnexîne, wateya wî jî nîne.
Ger ev desthilata niha li Sûriyê ne bi destê xwe be jî, di proje û planê de bi destê dewletên weke Îngilîstan û hevalbendên wê be jî, xwe weke nûnerê Îslamê dibîne. Cîhan hemû dizane hişmendî û bîrdoziya kesên li ser dikê xuya dikin, bermayên DAIŞ`ê ne. Li gor hemû cîhanê vana terorîst bûn û li ser serê wan xelata milyonan pereyan hatibû danîn.
Deshilatên cîhanê dixwazin cîhanekî di berjewendiya wande were saz kirin.
Lê rojane di çavê me misilmanan de, Îslam her diçe tê reş kirin. Weke kesên zarokan dikujin, destdirêjiya jinan dikin, mal û samanê milet didizin û kiryarên nelirê dikin, her tim berçav û zindî têne hiştin. Dixwazin ji me re bêjin dev ji vê olê berdin. Di avakirina piştî Baas, di Sûriyeya nû de wêneyekî gelekî xirab tê xuyakirin. Bi navê şîîtiyê, weke Îran çiqas bû sedemên xirakirin û tevlîheviyan, dê rejîma Sûriyeya nû jî bi navê sunîtiyê berdewam bike. Di rêveberiya ku nû tê avakirin de, mirov dibîne ku kesên terorîst weke erkdar tên bicihkirin. Xuyaye dewleta Tirk a çavkaniya fîtnê, ew ê vê polîtîkaya tunekirina Kurdan berdewam bike. Dijî vê fîtnê, divê Kurd bi giştî yek deng bin û ji bo mafên xwe yên netewî têkoşîna xwe her bilindtir bikin. Kurdên misliman jî karibin ji dîroka xwe û ya mislimanan dersê derxînin. Heta niha Îslama ku bi navê desthilatê kar kiriye, tu çareseriyek ji bo pirsgirêkên civakê pêk neaniye.
Ger Kurdê misilman di hişmendiyê de, derketinekî û îctîhadekî nû li gor ruhê demê peyda bikin, dê karibin gelek tiştan li Rojhilata Navîn jî zelaltir bikin.
Divê milê Îslamê yê hişmendiya ku rawiştê, aşitiyê, wekheviyê û aramiyê weke pêdiviya bingehîn were dest girtin. Li ser dadmendî û zanebûnê, lêhûrbûn werin pêşxistin. Ev oldariya ku piştî wefata pêxember hatiye pêkanîn, oldarî, dagirkerî, şer û xenîmetiyê. Divê mislimanên Kurd ji ber ku, ev karesat herî zêde ser miletê wî de hatine, jê tecrûbeyan derxîne û van tecrûbeyan bi oldarên Îslamê re par ve bike. Tedbîrên lêşkerî tenê nikarin pêşiya vê felaketa ku bi navê mislimantiya me jiyan kiriye û em dijîn bigire.
Divê em ji Îslama desthelatê dûr bikevin. Îslama civakê û ya rawiştê pêş bigirin. Divê em zanibin kuştina mirovan bi navê ola Îslamê heram e û ji bo desthilatê kuştin fîtne ye. Divê weke mislimanên Kurd, em îctîhadekî ku bersiv dide van pirsgirêkan ava bikin. Em ola Îslamê li gor bingehên wê zelal û eşkere bikin. Em vê hişmendiyê di nava civaka xwe de biçînin û di nava mislimanên dunyayê de, cîbicîh bikin. Îslam di hişmendiyê de hatiye xirakirin, divê carekî din ev hişmendî were sererastkirin. Ev tişt zelal e; ger xweda jiyan afirandiye olekî dijî jiyanê naşîne. Muxatebê Qur’anê eql e, karê ku tê de hiş tune be, Îslam li wê derê tune ye.
Divê bi pêşengiya Rojavayê welatê me, Kurdên misliman hişmendiyekî zelal ji bo jiyanê ava bikin.