Idrîs Henan
Hikûmeta defakto ya li Şamê ji tek aliyekê ve bi serê xwe avabûye û li gorî ti mekanîzmên veguhezîna siyasyî û pîvanên demokrasiyê çênebûye. Li gorî rewatiyên gelêrî û şoregerî jî nîn e. Ji xwe peyva “Demokrasî” li civîna bi navê (Konferansa Serketinê) nehat gotin! Tişta derketiye piştgiriyê nade istiqrara welat û ne jî ewlehiya wî ya neteeweyî dixe gerantiyê, civakê û axa welat jî tûşî parçebûnê dike.
Ji aliyekî din ve tenê nûnertiya tek layanekî mezhebî, qewmî û yek fikrekî homojen dike. Ji ber vê jî; eger rewatiyeke navdewletî bigire û çêbûneke wisa beolojîk binepixe, wê dubarekirina tecrubeya partiya berê desthilatdar a Baas be, lê vê carê wê bi rûyekî selefî be. Bi vî awayî jî mirov nikare weke veguherîn û qaşo ku şoreş bi ser ketiye bide pênasekirin. Ji bona vê yekê jî hewcedarî bi hinek fikrên zelal û ecîndeyên niştimanî heye, ev jî bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê pêkan dibe.
Di heman civînê de, serokê HTŞ, Ebû Mihemed Colanî ku piştî hilweşîna rejîma Esad rêveberiya xwe li Sûriyê ava kiribû, xwe weke serokê Sûriyê ragihand. Di heman civînê de destûra bingehîn ya sala 2012’an, artêş, yekîneyên ewlehiyê û parlamantoya berê hatin betalkirin. Her wiha Colanî biryara ji nû ve avakirina parlamanto xesib kir ku qaşo dê li şûna parlamanto meclîsekî biçûk ji bo birêvebirina qonaxê ava bike. Di heman demê de di wê konferansê de partiya Baas, partiyên Eniya Niştimanî ya Pêşverû, HTŞ û qaşo hemû toga, kom, girûpê leşkerî û siyasî û yêb sivîl hatin helandin û tevlî saziyê dewletê dibin. Beriya vê gavê jî, çawa ku HTŞ desthilatdariya xwe di bin slogana (kî rizgar dike hikûm dike) de li Şam radigihîne, hemû endamên xwe yên biyanî (Ozbek, Şîşen, Efgan, Tirkmenistan, HWD bi fermî kirin hemwelatiyên Sûriyê û payeyên bilind jî bi ser milên wan dan. Angu ji bona vê rojê derdora xwe şidand û beriya serdana mîrê Qatarê bi rojekê xwe weke serokê dewleta Sûriyê îlan kir.
Civîn metirsî û gumanên mezin li ser pêşeroja Sûriyê çêdike ku dûrî çavdêriya navdewletî û sponseriya NY, Koalisyona Navneteweyî, nûner û çavdêrên rêxistnên sivîl û yên mafên mirovan, bi lez û bez hatiye lidarxistin. Baskekî wê civînê çeteyên Tirkiyê ne ku di halê hazir de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê dikin. Di encamê de, bê ku erkdarkirina platformeke demokrat ku nûnertiya gelên Sûriyê û pêkhateyên wê bike hebe, HTŞ desthilatdariya xwe radigihîne û bê ku ti rêzê ji pirrengiya welat re bigire, eznavendîbûna xwe ferz dike û dawa sîstemek homojen dike.
Şopên zayendperestî û netewperestiya faşîzma Tirk li vê civînê diyarker in. Tirkiyê hewil dide bi vî awayî hemû çeteyên xwe û desthilatdariyê Şamê, li ber raya giştî rewa bike, dixwaze şerê li dijî vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkeriya xwe ji axa Sûriyê re bi hinek peyman û itîfaqên nû meşrû bike. Lew re jî mercên heyî bi kar tîne ku rewşeke dişibe ya Lîbyayê li Sûriyê biafirîne û dagirkeriya xwe fireh û mayînde bike. Eger Şam ne şirîkê wan daxwazên Tirkiyê be, wê çaxê çi karê Tirkiyê li ser xaka Sûriyê heye û çima destûr daye wê ku bargehên xwe li welat zêde û firehtir dike? Rexê dîtir ê tabloyê jî xuya dike ku Tirkiyê û çeteyên wê, ji ber tevlîheviya balansa hêzê û ji bona ku statuya xwe biparêzin, li Sûriyê minawereya dawî dikin.
Xilasî ancax bi rêya itîfaq û lihevkirinê be. Her wiha pêwîste desthilata bi zorê ya li Şamê jî baş dersan ji aqûbeta Esad û Tirkiyê bigire û qatilên anîne Qesrê, li şûna ku payeyan bi wan bixe, darezîne û li gorî rêgezên demokrasî, wekhevî û edaletê Sûryeyeke nû ya pirreng bi keda hemû pêkhateyên wê yên etnîkî û olî ava bike. Ne wisa be paşeroj wê ji ya Esed xirabtir be.