Ronaz Silêman/Qamişlo
Parlementera DEM Partî û parêzera berê ya Abdullah Ocalan Newroz Uysal diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiyê diqewimin, Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopîne. Herwiha Newroz tekez kir ku Rêber Apo ji pêvajoyê li ser ihtîmala di xwedî hêza çareserkirinê ye.
Derbarê Hevdîtina ku bi Rêber Abdullah Ocalan re ji aliyê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ve, pêk hat, Parlementera DEM Partî û Parêzera berê ya Abdullah Ocalan Newroz Uysal bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Giringiya hevdîtina Şandeya DEM Partî bi Rêber Apo re û naveroka hevdîtinê çawa bû?
Sedema çûyîna şandeya DEM Partî, mijarên ku bandor lê kirîn, sedemên wê yên navxweyiya Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cîhanê tevahî, geşedanên dibe gelek nirxandin hatin kirin. Di 28’ê meha çûyî de şandeya DEM Partî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, di vê hevdîtinê de Abdullah Ocalan ji bo raya giştî peyamekî ji 7 xalan parve kir, ji bilî vê peyamê li ser naveroka hevdîtinê daxuyanî, hevpeyvîn, reportac bi gelek Heyetan re pêkanî û bi raya giştî re parve kir. Dema ku em li naveroka vê hevdîtinê meyze dikin, tişta herî sereke li pêşiya me dibe asteng, geşedanên ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyê diqewimin, Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopîne û li ser ihtîmala di pêşerojê de tiştên ku bibin fikir, pêşinyar û çareseriyên wî hene. Herwiha li ser van pêşinyar û çareseriyan weke nexşereyek, ew e ku divê girîngiya yekîtiya gelê kurd û Tirk ji dîrokê heya îro were naskirin. Di heman demê de li gorî vê berpirsyariyê tevgerandin hebe, di demên bûrî de li ser van mijaran Abdullh Ocalan gelek caran vê xalê xêz dike. Di heman demê de li ser pêvajoya hevdîtinê encamjêgirtin zemîna herî girîng meclis dibîne û li vê meclisê dixwaza ku hemû derdorên partiyên siyasî tevlî hevdîtin û pêvajoyê bibin û bi awayekî erênî bikaribin insiyatîfê bigrin. Dîsa di nava vê naverokê de Abdullah Ocalan hêz, îrade û sekna xwe ya salên 93’an û heta niha bi awayekî şênber dide nîşandan ku dibêje “Ez amade me”. Di hevdîtina di 23’ê Cotmehê ya ku Omer Ocalan parve kirî de Abdullah Ocalan hem tewrîk hem jî pratîk amadebûna xwe dîsa anî bîra me, di vê peyamê de veguherandina demokratîk mijarekî sereke ye. Herwiha paradîgmaya dewletê û guherandinên wê, weke paradîgmaya nû bi nav dike, dixwaze ku ji bo erênî pêş de here û serdema aştî, demokrasî û yekîtî bibîne. Abdullah Ocalan di nava xalên diyarkirî de, dide xuyakirin ku navxweyiya Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cîhanê dişopîne û dixwaze ji bo van alozî û kirîzan rolekê bilîze, ji bo ku vê rolê bilîze jî, ji hêz û îrada xwe bi bawer e. Lê belê derfet û berpirsyariyên derdorê tîne bîra we, lewra ji bo ku ev pêk were jî, peyamên wî ji raya giştî re parvekirî ne.
Encamên hevdîtina Şandeya DEM Partî bi partî û kesayetan re çawa tên nirxandin?
Piştî hevdîtina ku bi Abdulla Ocalan re pêk hat, peyama Abdullah Ocalan hem jî naveroka ku di hevdîtinê de hat axaftin, ji partî û kesayetên cûda re hate parvekirin, ji serokê meclisa mezin em bigirin heya 6 partiyên ku li meclisê nûnertiyên wan hene. Herwiha weke tê zanîn jî DEM Partî weke partiyekê pêkhate, bi van pêkhate û kesayetiyan re hevdîtin çêbû. Dîsa li girtîgehê serokên HDP’ê yê berê Selehadîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, di heman demê de berdevka Kongra Civaka Demokratîk Leyla Guven, hevdîtin pêk hat. Hevdîtinên ku bi partiyên siyasî re derbas bûn, li ser wê daxuyaniyek hate dayîn û weke ku di wê daxuyaniyê de jî derbas dibe, her partî sedem û nêzîkatiyên wan cûda jî be, lê partiyên ku hevdîtin pêre hatî kirin, ev pêvajo, çareserî û têkilî weke bi xêra her kesî xêra civakê bi nav kirine, yan jî nêzîkatiyek derxistine holê û ev cara yekem e, bi vî navî û rêbazî hevdîtinek hatiye pêkanîn. Ji xwe di nava van nîqaşan de, pirs, hesasiyet an jî gumanên wan tiştê ku wan pirsîn, tiştê ku şandeyê ji wan hêvî kirî û parve kirî, gelek mijar hatine nîqaşkirin û bi gelamperî dema ku em bêjin hêviyeke erênî yan jî deriyekî ku nehatî girtî û ihtîmala nîqaş û hevdîtinên berdewamî bê kirin de, daye şandeya me û civakê, ji ber ku ev helwesta weke ku xêr an jî weke ku ihtîmal hatiye binavkirin, ji bo siyaseta Tirkiyê û ihtîmala çareseriyê jî nû ye. Herwiha girîn e ji bo berdewamiya pêvajoyê yan jî encamgirtina pêvajoyê, ev têkilî hem li meclisê be jî, hem ji bo çareserî û danûstendinên siyasî wê berdewam bibe.
Dewleta Tirk heta çi astê nêzî pêvajoya çareseriya li Rojhilata Navîn û Tirkiyê dibe?
Ya rastî ev pêvajo, têkilî û hevdîtin tekez bi daxwaz, erêkirin û qebûlkirina dewleta Tirk pêk tê. Çiqasî bi gotinên Bexçelî dest pê kiribe û hevdîtina Omer Ocalan, hevdîtina şandeyê û niha jî cara duyem e ku Şande bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêktîne û bi erêkirina dewletê ev pêvajo tevahî pêk tê û berdewam dibe. Rewşa ku nû derketî holê ji bo Rojhilata Navîn, Cîhan, Tirkiyê û pêşeroja gelê kurd û gelên azadîxwaz, diyar e ku dewlet li gorî rewş û geşedanên nû li rêyekê digere, lê riyeke ku azadî û demokrasî jê derkeve, hîna jî neketiye cihê xwe de, çima em vê yekê dibêjin? ji ber ku navê vê hevdîtin û pêvajoyê bi zimanekî tund û gefxwarî, dixwazin binavbikin û mijara demokrasiya mafê kurd bi mijareke din ve girê bidin. Di heman demê de li ser kurd û tirkan navê biratiyê bi nav dikin, lê li ser pêşeroja Sûriyê û Rojava, sekeneke ne siyasî, exlaqî, wijdanî û ne jî biratiyê, nadin nîşandin. Gava ku em dinêrin weke serokkomarê Tirkiyê gotî, nav lepikên gedîfe, kulmên hêsin, em ê nîşanî wan bikin, hîn jî ev kulmên hêsin li ser serê kurdan bidawî nebûne. Li Tişrînê bûye bombebaran û di encamê de, gelek mirovên hêja û gelê kurd şehîd ketin, li aliyekî din li Tirkiyê operasyonên siyasî pêk tên û qeyûm têne avêtin. Ev kulmên hêsin hîna jî li ser gelê kurd in, ne lepikên gedîfe û ne destên aştiyê nehatine dirêjkirin, ev nayê wê wateyê ku hêvî û nêzîkatiya vê pêvajoyê, qirêj e û nerast e. Nediyarî li ser çareserî û demokrasiyê, israrbûna dewletê hîna jî xwe nade xuyakirin, ji ber wê xeteriyên zêde û bilind di vê rewşê de heye. Lê li kêlekê hêviyên zêde û bilind jî hene, hem ji bo kurdan, Rojhilata Navîn û Tirkiyê ev pêvajo encamgirtina wê bandorê li gelek aliyan bike. Dibe ku bandoreke mezin li dîrokê bi xwe bike, ji ber ku ev gavek û destpêkirineke. Avêtina gavê û destpêkirinê kîjan riyê, wê xwe encam bigre û bighêje cihê xwe, ne diyare, yan wê derî bi hêvî, azadiya gelan û ihtîmala jiyaneke din veke, yan wê dîrok xwe dûbare bike û windahî û metirsiyên mezin derbikevin holê. Lewra nêzîkatiya dewleta Tirk ji bo ku astên kêm, derkeve astên jor û gav were avêtin, herwiha nêzîkatiyên rast û bawerî derkeve holê, hem ev hevdîtinên ku bi partiyên din re çêbûne, bandoreke mezin bike, wê li hemberî kulmên hêsin têkoşîn û berxwedana gelê me berdewam be. Çawa bi tu gavê gelê kurd bê elternatîf nebe, niha jî wê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bike.
Di hevdîtina duyemîn a ku ji aliyê şandeyê ve pêk hat 3 xal ji raya giştî re hatin parvekirin, ev xal girîngiya xwe çibûn?
Cara 2’emîn şandeya DEM Partî hevîdtina xwe di 22’ê Çileyê de pêk anî, li ser vê hevdîtinê ji raya giştî re daxuyaniyeke kurt hate parvekirin û di vê daxuyaniyê de 3 xal derketin pêş. Ya yekê ew bû ku Abdullah Ocalan ji bo vê pêvajoyê domdar bike, amadekariyeke wî heye û piştî ev amadekarî bidawî bibe, wê ji raya giştî re parve bike. Ya 2’emîn komîte û şande di nava xebatan de ne, wê hevdîtinên xwe berdewam bike, li ser hevdîtinên ku piştî hevdîtina yekemîn li giravê çêbûyî, serlêdanên partiyên siyasî, ev encamên van serlêdanan jî, ji Abdullah Ocalan re parve kirine, li ser vê ew jî wê hevdîtinên xwe domdar bikin û wê daxuyaniyeke berfireh bidin. Dîsa di nav xala 3’emîn de diyar bû ku wê ev pêvajo ji bo her kesî jiyaneke azad bîne. Li ser van hêviyan silav ji bo her kesî rêkiriye, tişta ku tê xuyakirin, nexşerêyeke herdû alî lihevhatî û zelal ji raya giştî re nehatiye parvekirin, amadekarî û xebat berdewam in. Herwiha ji bo ku ev amadekarî û hevdîtin pêş bikevin hêviya hevrejiyankirin pêk were, wê kar, xebat û têkoşîn her berdewam bike.