Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Azadî bi dest nayê girtin lê bi têkoşînê tê jiyankirin’

02/02/2025
in JIN
A A
‘Azadî bi dest nayê girtin lê bi têkoşînê tê jiyankirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo


Endama Akademiya Jineolojî Aliya Osman diyar kir ku bê zanist û şoreş di nava civakê de guhertin çênabe, Di heman demê de rastî, wekhevî û azadî jî nayê û got, “Bidestxistina azadiya jin û civkê bi rêya rêxistinkirin, îrade, têkoşîn û welatparêziyê pêkan e.”

Derbarê pîvanên azadiya civak, jin û ferd de, endama Akademiya Jineolojî Aliya Osman bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Azadî di cewherê xwe de çawa tê jiyankirin û kengî pêktê?

Azadî çiye ew pirsek her tim di civakê de tê kirin. Dema peyva azadî tê gotin tirsek çêdibe, bi taybet dema em dibêjin azadiya jin, ji ber ku her tim azadî di nava civakê de tê şîrovekirin û tê gotin ku mêr azad e, çima azade? Ji ber ku ew çi dixwaze dikare bike, kes nikare mudaxeleya wî bike, lê azadî çawa bê exlaq, nirx û zanist tê pênase kirin, ev jî pênaseya herî şaş ji azadiyê re tê kirin. Dema em dibêjin pîvanên azadiyê ji bo mêr û jinê çi ye? Kesayetên azad û civakên azad heman tişte. Mirovên azad ne tenê ji bo xwe dihizirin çi bikin, di pîvanên wan de ezeztî tunebe, lê têde wekhevî hebe, mirov li ser nirxekî mezin bike. Di heman demê de armancên mirovan ne tenê li ser bingehê zêdebûn, hebûn û parastin be, lê li ser bingehê ji jiyanê ji min re çi pêwîste.

Mînaka wê her tim em dibêjin Rêberê me Rêber Apo kesayetekî azade, ji ber ku hizir û ramanê wî azad e, ev pîvan çiqas em di civaka xwe de dibînin, mirov tenê ji bo berjewendiyên xwe bi ezeztiya xwe jiyan nake, lê ji bo mirovên li hemberî xwe jiyan bike, kesayetek xwe li jorî mirovên hundir nebîne, her kes bi sîstemên wekhevî jiyan bike. Jiyanek bê netewperestî, olperest be, ev hemû pîvanên azadiyê ji wata wê derxîne. Dema ku civak van nirxan ji nav xwe derxîne bi xwe civak û kesayetên azad ava dike.

Gelo civakên azad çawa pêk tên û pîvanên civakên azad çi ne?

Yek ji pîvanên civakên azad ew e ku demokratîk be û her kes di nava civakê de xwedî nêrînbe. Lê dema ku di sîstemên demokratîk de, civak du rengî yan sê rengî têde hebe, herwiha rengek ji wan an pêkhateyek ji wan pêkateyan, hejmara xwe zêde bin, ew dihêle ku hejmara zêde nêrîna xwe li ser kesayetên din feriz bikin, mîna li gorî demokratîkbûnê biryarek hate derxistin û li gorî wan hate dayîn, ev yek bandoreke neyînî li ser pêkhateyên din ên civakê dike. Civakeke azad tenê bi parastina hebûnê ne pêkane, lê pêwîste hevsengî di nava pêhateyên di civakê de hebe. Di heman demê de dema em dibêjin civakbûn, civakbûna yekemîn jî li derdor jinê ava dibe. Mirov bê civakbûnê winda dibe, ji ber dema ku takekes di civakê de pêş dikeve, dibe sedem ku civak tar û mar bibe.

Girînge ku hevsengî di navbera civakeke azad û kesayeteke azad bê çêkirin, ji bo em karibin wê hevsengiyê ava bikin em dibêjin pêwîste ku civakeke exlaqî û polîtîk were avakirin, lê di pîvanên civakê û rêbazên hebûnên heyî de, çiqas karibe wê di nav xwe de bihewîne, bi taybet civakên heyî ji milê jinê ve, her siyaset hatiye meşandin ku hebûn û xwebûna wê winda bike, bê îrade bike û cihê wê di nava civakê de nehêle. Herwiha di dîrokê de jî, em binêrin bi hemû rêbazan şikestina jinê dikin armanc, mîna ol û hemû hişmendiyên serdestê civakê, her wekî din jî di zanist û felsefeya ku li ser vî bingehê hatine avakirin. Hebûna jin bi jin heyî, ne tenê em bêjin civaka Rojhilata Navîn, her deverek li gorî civaka wê modêleke jinê hatiye avakirin, van modêlan jî hiştiye jin hebûna xwe windabike.

Jin kengî ji bin desthilatdariyê derdikeve û çawa dikare xwe azad bike?

Dema em bêjin azadî, jin azadiya xwe bixwaze destpêkê incax hebûn û zanebûna xwe ava bike, rastiya xwe nas bike. Jin dikare çi bike, çawa bihizire û jin heta kîjan astê hêza xwe heye? Her tim jin ketiye bin zextê, ev yek hiştiye bê hêz, hizir û hebûna xwe jiyan bike, wê demê em nikarin bêjin civak azad e. Da ku em civakê azad bikin û zanebûnên wê bilind bikin, pêwîste jin azad be.

Her tim em dibêjin jin di serdema noletîkê de azad bû, pirs tê kirin çima jin wê demê azad bû, çi çudahî di navbera wê demê û vê demê de heye? Em bihizirin di wê demê de li gorî lêkolînên heyî, jin koletî jiyan nedikir, li ser jinê pîvan û qalibin eşîrtî yan olî nedihatin kirin. Jin zanist diafirand, zanista wê di civakê de hebû, him zanista wê ayidê wê bû, bi navê kesekî din pênase nedibû, ji bo wê em dibêjin serdema nolotîkê serdema ku jin têde azadî jiyan dikir.

Di roja îro de berûvajî wê jiyana jinê ne ya wê ye, tenê ji bo xwe jiyan nake, ji bo malbat, eşîre, nirxên zarokên xwe jiyan dike, di dawiyê de jî sîstemê qirkirinê sîstematîk li ser hebûnê wê tê kirin. Ev jî bandora kevneşopî, ol, dewlet û şerên ku her tim diqewimin. Dema ku şer rû dida, jin dihat tunekirin, vê yekê bandor li ser rewşa jinê kir û hişt ku jin azadî wek xeyal nas bike.

Lê niha ji bo jin azad bibin çi pêwîste, yekemîn nirxên jinên Rizgariya Kurdistanê em dibînin, têkoşîn, welatparêzî, estetîk, îrade û rêxistinbûyîne, bi van nirxan jin dikare xwe azad bike. Mîna ku welatparêzî û welat çiye, nirxên têkoşînê asta têkoşînê çawa be, jin çawa baş gavên xwe her tim pêş de bavêje, ji bo hebûna xwe têkoşîn bike, têkoşîn jî bê rêxistin nabe. Heger em vedigerin sîstemên dewletê, her tim ferd tê bingeh girtin, jin di hemû warên jiyanê de, bê bandor hatiye hiştin. Armanc ji avakirina rêxistinên jinan ji bona têkoşîn û parastina mafê jinan û hilweşandina hişmendiya desthilat ya ku li ser jinê tê meşandin. Bi riya rêxistin, îrade, têkşîn, zanebûnê û berxwedanê em dikarin azadiya jin û civakê pêkbînin.

Gelo civakên bê şoreş dikarin xwe azad bikin û çima şoreş ji bo azadiyê girînge?

Bê zanist û şoreş di nava civakê de guhertin nabe, rastî wekhevî û azadiyê jî nayê pêkanîn. Lewra em dibêjin civaka azad civakek exlaqî û polîtîke, ev jî pîvan pêwîstin, pîvanên vê civakê çiqas bi rêk û pêkin, çiqas civakê di milê polîtîk û axaqî ve xwe pêşxistiye? Nêrînên hemû civakê di nav xwe de dihewîne û bi van nêrînan girêdan û rêxistinek di nava xwe de avakirî ye? Dema di civakê de pir nêrîn çêdibe û polîtîkeyên wê tunebe, wê demê dibe ku gengeşe derkeve, heger em vê bi rojên me yên îro ve girê bidin, em dibînin her tim dewlet dixwazin civak bê polîtîk bihêlin da ku bê vîn û rêveberî be û li gorî xwe vê civakê bi rêve bibe.

Sîstemên desthilatdar nahêlin civak sîstemên xwe bi xwe ava bike, ev jî dibe sedem ku civak ji hemû milî ve bê parstin mîne, wê demê ne azadiya civakê dimîne û ne jî azadiyê kesayetê dimîne. Di dîrokê de her tim civakbûn hebû, lê dewlet tunebû, civakbûn bi sîstemên eşîran û di nava gundan de xwe birêxistin dikir, ji bo wê jî civakbûyîn heta roja îro di Rojhilata Navîn de berdewa me. Têkoşîna me wek rêxistin wek jin ji bon ku em karibin civakê biparêzin û azadiya wê civakê pêkbînin pêwîste di serî de hemû kar û xebat ji bona avakirina civakeke polotîk û axlaqî were kirin.

Post Views: 128
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.