Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Viyan Adar: QSD û YPJ’ê wê bi rihê Bavê Teyar dagirkeriyê têk bibin

01/02/2025
in NÛÇE
A A
Viyan Adar: QSD û YPJ’ê wê bi rihê Bavê Teyar dagirkeriyê têk bibin
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Viyan/Qamişlo


Fermandara YPJ’ê Viyan Adar diyar kir ku gel û şervan mil bi mil şerê gelê şoreşgerî dimeşînin û wiha got: “Em ne tenê li hemberî artêşekê li ber xwe didin, di heman demê de li hemberî NATO’yê şer dikin”.

Derbarê berxwedana QSD û YPJ’ê û meşandina şerê gelê şoreşgerî û piştgiriya gel ya Bendava Tişrînê de, Fermandara YPJ’ê Viyan Adar pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:

-Di destpêka êrîşên dagirkeriyê heya îro berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê bê navber didome. Bi şêwazên pispor ên şervanan bi keda xweavakirinê, nexşerêyek çawa daye berxwedaniya Bendava Tişrînê?

Şerê cîhanê  yê 3’emîn  ê ku li qada Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriye  didome, gelek hesabên hêzên hegemon serûbinê hev kir û ji bo ku her dewletek sûdê ji vê rewşê werbigre, danûsitandinên  siyasî, dîplomasî u leşkerî yên bê navber dan destpêkirin. Ev şer û dagirkeriya dewleta Tirk ji 27’ê Mijdara 2024’an  de bi hilweşîna rejîma Baas’ê  re hat destpêkirin, herêm derbasî qonexek nû bû . Tê gotin ku bi êrîşên 27’ê Mijdarê yên di aliyên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin, Sûriye hat rizgarkirin. Lê di rastiyê de, ji bona ku tu cihekî yan jî kesekî rizgar bike pêwiste tu şer û têkoşîn bikî û bedelan bidî. Lê berovajî vê, têkbirina rejîma Baas’ê re tu şer û pevçunên dijwar li ti parazgehên Sûriyê neqewimîn, û carekê de HTŞ di nava çend rojan de giştî parêzgeh û tevî paytext Şam jî xiste bin serweriya xwe. Ya rast ti berxwedanî ji aliyê artêşa rejîma Baas’ê ve nehate kirin, rejîma ku di dilê xwe de hêza parastina gelê Sûriyê ye hindirê çend demijmêran de tevahî baregehên leşkerî û saziyên hikûmetê radestî HTŞ’ê û çeteyên girêdayi dewleta Tirk a dagirker kirin. Di nava vê gengeşê de dewleta Tirk a dagirker û şefê faşîst Erdoganê ku Kurd jê re bûne kabûs weke her carê bi destê çeteyên xwe êrîş bir ser gelê me li Şehba, Heleb, Minbic û niha jî bi dijwarî êrîşî Qereqozaq û bendava Tişrînê dike. Ev nêzî 2 mehan e şer bi dijwarî didome. Lê cîhan giştî pêwiste wê hûrguliyê baş zanibe, li wir ne tenê komên çete hene, lê belê artêşa NATO’yê ya 2’emîn hemberî şervanên azadiyê şer dike. Niha piştî tekçûna rejîma Baas’ê şer li ti parêzgehên Sûriyê nîne. Niha tenê li bendava Tişrînê şer dijwar e û ev bendava ku em qala wê dikin bendaveke xizmetgûzariyê pêşkêşî gelên herêmê dike. Bendava Tişrînê bendava tevahî Sûriyê ye û di aliyê xizmetgûzariyê de, pêdiviyên gelên herêmê hemûyan pêk tîne. Gelên herêmê ji vê bendavê pêdiviyên  av û kehrebê digirin û di heman demê de jî, parastina kerasetên xwezayî û erdnîgarî yê herêmê dike. Ev bendav bendava parastina Iraqê ye jî. QSD û YPJ’ê şerekî dijwar dimeşînin. Bi zanebûna felsefa Netewa Demokratîk û parastina pêkhateyên Sûriyê şev û rojên xwe kirine yek, ji bona parastina Bendava Tişrînê. Bi vîn û hişmendiyek bê hempa jinên tekoşer YPJ’ê di eniyên pêş ên bendava Tişrînê de şerekî dîrokî dimeşînin, tiştekî jê bitirsin nemaye ew xwedî ezmûnên leşkerî yên xort û pispor in.

Bi çi şêwazî şervanên azadiya Kurdistanê li hemberî teknîka dewleta Tirk a dagirker, li ber xwe didin?

Em weke hêzên parastinê yên herêmê, ji bona parastina gelê xwe û di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de gelê xwe diparêzin, ne ji bo ku em ji şer hez dikin. Bi şêwaz û taktîkên bin erd û esmanî û sîng bi sîng ve şerê man û nemanê li bendavê dimeşînin. Dewleta Tirk a dagirker difikire ku mejiyê kesî naşuxle ji bo teknîkên nû pêşbixînin lê bi derfetên xwe yên kêm me gelek amûrên leşkerî yên nû afirandine û bi wan derfetên xwe em li bendava Tişrînê şerê artêşa duyemîn a NATO dikin. Her roj ji bejahî, esmanî û bi çekên giran û bi şerê tunelan em dîrokek nû dinvisîn û rola herî bingehîn jî yê gelê me yê hêja û berxwedêr e. Îro em kelecana şerê gel ê şoreşgerî yê pîroz li bendavê jiyan dikin gelekî weke gelê kurd û Kurdistanî gelên Bakur û Rojhilatê Suriyê mil bi mil bi wêrekiyek mezin sîngê xwe li ber hemû top û balefirên dewleta Tirk a dagirker vekirine û parastina bendava xwe dikin. Hemberî hemû astengiyan û teknîka dewleta Tirk a dagirker em çalakiyan pêk tînin û gelek kuştîyên dewleta Tirk a dagirker û komên çete di destên me de ne. Em zarokên wê axê ne û ti caran jî axa xwe ji dagirkeran re pêşkeş nakin.

-Dewleta Tirk a dagirker zagonên şer jî, weke her tim bin pê dike, hûn wek fermandar wan kiryaran çawa dinirxînin û peyama we ji bo berxwedana gel ê qadê çi ye?

Em Dayîkên me yên qehreman û fedayî weke zarokên xwe di rûyê şefê faşîst Erdogan û artêşa wî de dibêjin em ji mirinê mezintir in. Em xwediyê kesayetên wiha weke bavê Teyar in. Ji mirinê natirse, tenê ji bo jiyana azad têkoşîn dikin. Em xwediyê hunermendên fedayî û welatparêz weke Bavê Teyar in. Bavê Teyar jiyana xwe weke hemû şehîdan di dilê me de birînek hişt û di jiyana xwe de jî kenek di rûyê me hemûyan de hişt. Lê hêrsa tolhildanê jî di dilê hemû Kurdistaniyan de bilindtir kir. Ji bo gelekî wisa em canê xwe jî feda bikin ne zêde ye. Bi kiryarên derveyî hiqûq û zagonan ên dewleta Tirk a dagirker a faşîst bi armanckirina sivîlan li Bendava Tişrînê  hewl dide hişmendiya zilamsalarî ya hêza xwe nîşan bide, lê sed mixabin ji ber ku hemû cîhan agahdare ku êrîşkirina kesên bê çek sucekî şer e û bêhêzbûnê dide nîşandan, di heman demê de lawaziya herî mezin e. Ji bo vê jî banga me ji rêveberiya demkî ya Şamê re ev e ku  ji Iraq re ji sazî û dezgehên ku mafê mirovan diparêzin re, banga me ji hêzên hevpeymanê ya ku me bi hev re DAÎŞ têk bir, û ji tevahî gelê Sûriyê re ku bibin xwedî helwesteke tund. Li beramberî kiryarên derzagonî yên dewleta Tirk a dagirke xwedî li Bendava Tişrînê derkevin. Em jî weke YPJ’ê careka din soza xwe nû dikin û dibêjin êm ê hemû hêz û ezmûnên xwe seferber bikin. Tenê armancekî me di vê jiyanê de heye, ew jî bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwe biparêzin. Bi eşqa me ji jiyana azad re wê tolhildan mezin û bilind bibe. Li ser wê bingehê em soz didin şehîdên şoreşê û Rêber Apo ku em ê weke YPJ û QSD’ê bi ruhê bavê Teyaran li ber xwe bidin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.