Lîloz Hisên/Qamişlo
Nivîskar Abdullah Şikakî diyar kir ku dewleta Tirk behsa aştiyê dike, lê rojane bi balefirên şer Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike û di zindanên wê de bi hezaran siyasetmedarên Kurd girtîne.
Ev 25 salin Rêber Abdullah Ocalan ku di encama komployeke navdewletî de hate dîlgirtin û heta niha di girtîgeha Îmraliyê de ye, zêdetirî 4 salane jî sîstema îşkence û tecrîdê li ser hatiye ferzkirin, piştî rûxandina rêjîma Esed, Tirkiyê dixwest Bakur û Rojhlatê Sûriyê – Rojavayê Kurdistanê – dagir bike, ji ber vê yekê jî ew û çeteyên xwe gelek êrişan pêk tînin. Lewma dema ku Erdogan dît ku ew nikare vê yekê pêk bîne, bi rêya DEMpartî banga diyalogên aştiyê li Bakurê Kurdistanê kir.
Di derbarê vê mijarê de Nivîskar Abdullah Şikakî ji rojnameya me re axivî.
Şikakî diyar kir ku rewş li Kurdistanê bi giştî û bi taybet Rojavayê Kurdistanê pir nazik e û wiha domand: “Geşdanên dawî ji bo me weke kurdan pir girîng in, divê bi hemû îmkanên xwe kar û xebat bikin her wiha yekrêziya kurdan mijara herî sereke ye”.
Nivîskar Abdullah Şikakî bal kişand ser rewşa Sûriyê û destnîşan kir ku berjewendiyên dewletên mezin li Sûriyê hene, lewma dixwazin par ve bikin û wiha got: “Ev 14 salin hîn jî aloziya Sûriyê ne gihiştiye çareseriyekê, lê di dema dawî de xuya dibe ku ber bi encamekê ve diçe. Piştî rûxandina rêjîma Esed û hatina HTŞ, ji bo kurdan divê ji her demê zêdetir nêzî yekîtiyê bibin, ji ber ku yekrêziya kurdan dibe ku bandorekê li tevahî Sûriyê jî bike”.
Nivîskar Abdullah Şikakî wiha dewam kir: “Dewleta Tirk da ku xwe ji zextên navdewletî rizgar bike, piştî çara salan ji îşkence û tecrîda girankirî, rêya hevdîtinên bi Rêber Abdulah Ocalan re vekir. Derfetdayîna van serdanan ji bo Rêber APO re hilbet sedemên wê hene, di dîtina min de sedema yekem ew e ku zexteke navdewletî li ser Tirkiyê heye, ya duyem jî hilbijrtinên Tirkiyê nêz dibin, her dema ku hilbijartin nêz dibin Tirkiyê derfeta hevdîtinên bi Rêber APO re vedike û pişt re dîsa van serdanan qut dike. Erdogan gelek hewildan kirin da ku qutbûyînekê navabera Rêber APO û PKK çêbike. Lê dîsa jî ser neket. Biryara çareseriyê Rêber APO ye”
Nivîskar Abdullah Şikakî herî dawî got: “Niyeta Erdogan a aştiyê tune ye weke ku bang dike, tenê gotinan dibêje, lê di ser rastiyê de berovajî wê dike. Tirkiyê behsa aştiyê dike û rojane balefirên şer li ser Rojavayê Kurdistanê digerîne, êrişan dike û xakên herêmê kontrol dike, her wiha bi hezaran siyasetmedarên Kurd di zindanên Tirkiyê de ne. Heta ji dest gelê me derkeve her dem wê gavên cidî ber bi aştiyê ve biavêje”.






