Sûriya ku ji 14 salan ve di nava kirîz û qeyranan de jiyan dike, di roj û şevekê de weke ku rojeke nû li ser gelê Sûriyê hilhat; rewşa wê hate guhartin. Heyat Tehrîr El Şam bi serkêşiya Colanî weke rizgarên gelê Sûriyê ji rêjîma Eseed derkete hole. Lê hişmendiya ku Colanî li ser mezin bûye gelo hişmendiye avakirina demokrasiyê ji Sûriya nû re ye?
Esma Mistefa/ Qamişlo
Hayat Tahrîr el-Şam, ku carinan wekî Rêxistina Tahrîr el-Şam tê zanîn, komek cîhadî ya selefî ye ku hîn jî di şerê navxweyî yê Sûriyê de ye. Kom di 28’ê Çileya 2017ê de bi rêya yekbûna Cebhet Fetih el-Şam (berê Cebhet el-Nusra), Ensar El-Dîn, paşê Ceyş el-Sunna, Lîwa el-Heqq û Tevgera Nûr El-Dîn El Zênkî hat damezrandin.
Ehmed El Şeraa
Rêberê opozîsyona Sûriyê (Ebû Mihemed el-Colanî) navê leşkerî yê girêdayî rabirdûya xwe ya cîhadî berda, û navê xwe yê rast (Ehmed el-Şeraa) di daxuyaniyên fermî de ji roja Pêncşema Kanûna 2024 ve, berî hilweşandina desthilata Beşar Esed, bikar anî.
Weke serokê koma cîhadî Heyat Tehrîr el-Şam, Ebû Mihemed el-Colanî serkêşiya koma çekdar a sereke li bakurê rojavayê Sûriyê dike, ku deverên berfireh li parêzgeha Idlibê û beşên cîranên Heleb, Laziqiye û Hemayê kontrol dike. bê guman bingeha ku Colanî tevlî hêzên çekdarî bûye, ji tevlîbûna wî ji El Qayîdê re tê.
Ev dever dora sê mîlyon mirovên bêwar e û navenda opozîsyonê ya sereke ye.
Veguherîna El-Cûlanî ne tiştekî nû ye, lê bi baldarî di nav salan de pêş ketiye, û ne tenê di daxuyaniyên wî yên giştî û hevpeyivînên navneteweyî de lê di xuyabûna wî ya guheztinê de jî diyar e.
Hişmendiya ku HTŞ ê li ser hatiye avakirin
Heyet tehrîr El Şam HTŞ weke tevgereke cîhadî di nava şoreşa Sûriyê de cih girtin ev kom ji komên din tundirew yên ku xwe di nava Sûriyê de birêxistin kirine ne dur e.
Weke ku me dabû diyarkirin jî HTŞ ê di aloziya Sûriyê de di sala 2017’an de derket holê, di nava xwe de hemû komên çete yên ku xwe weke opozisyon dabûn nîşandan dihewîne, helbet ev hêz di aliyê kiryar û binpêkirinên ku derheqê gel de hatine kirin pareke wan ya mezin jê heye. Ji ber armanca wan di destpêkê de ne ku Sûriyeyeke demokratîk û ne navendê were avakirin, di hemand demê de li ser bingeha avakirina civakeke olî, nijadperest û tu têkiliya wan bi demokrasiyê re nîne ye. Li ser vê bingehê bi tu aliyên din yên ku piştgiriye îdeolojiya demokrasiyê û biratiya gelan dikin; nekirin.
Gelo ev hêz bi hişmendiya tundrew û jijadperest dikare ji aloziya Sûriyê û pêkhateyên wê re bibe bersîv û cihê çareseriyê? Bê guman ev hêza ku xwe weke hêzeke ku parastvanê gelê Sûriyê û wê jiyaneke bi aşîtiyê hatiye dagirtin ava bike, wê nikaribe hemû pêkhate (Ereb, Kurd, Sûryan, Turkmen, Aşûr, Durzî û Çerkezan..) her wiha hemû ol, bawerî û xwediyên fikirên xwe bi hev re bihewîne.
Hêza ku hişmendiya wê li ser destê DAÎŞ û El Qayîde mezin bûye û hatiye dagirtin, wê nikaribe hemû rengên Sûriyê hembêz bike. ev yek jî bi hemdemiya wê ya serweriya xwe di axa Sûriyê de me dît. Bi hezaran gel bi zarok û jinên wê kuştin. ev yek jî rojane di medya civakî ya komên çeteyên girydayî wan de dihate belgekirin. Bi hezaran gelê Kurd û kesên ku di hikumeta Sûriyê de kar dikirin li ser destê wan hatin qetilkirin.
Rola Tirkiyê di destwerdana ji Sûriyê û piştgiriya komên çeteyan
Faşîzma Tirkiyê ji destpêka destpêkirina aloziya Sûriyê de, bi armanca destwerdan û xwebicih kirina di axa Sûriyê de tevgeriya. Ev yek jî ji 14 salan ve bi heman armancê tê domadin. Tirkiyê di perçekirina axa Sûriyê de rola herî bingehî leyîst. Her wiha piştgirvan û xwediyê yekemîn ya komên çeteyan yên ku tu sûc nehêştine û nekirine bû. li ser vê bingehê Erdoxan û bi çend dewletên din weke Qatar re bûn hêza yekemîn di perwerdekirin û piştgiriya komên çeteyan re.
Bê guman ji van armancan zêdetir her hinceta Trikiyê ew bû ku ji ber hebûna hêzên Kurd di Sûriyê de şer û destwerdana Sûriyê dike ye. Dewleta Tirk ya dagirker ji 50 salî ve dijminahiya Kurdan û bi taybet ya Tevgera Azadiya Kurdistan dike. Lê ev yek ji hincetên dagirkeriya Trikiyê bû ku xwe di Sûriyê û Rojhilata Navîn de mayînde bike. Komên çeteyan ne tenê li dijî gelê Kurd qetlîan û şer dan meşandin, bi milyonan gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û baweriyên wan ji jin û zarokan girtin û kuştin û heyanî niha jî çarenûsa bi hezaran ji wan ne diyar e. ev yek jî careke din di hikumeta nû ya demkî de hate îsbatkirin ku çawa cûcên dijmirovî derheqê Elewiyan de dikin.
Faşîzma Tirkiyê ev komên çeteyan û di nav de DAÎŞ jî li gel xwe birêxistin dike û derbasî Sûriyê dike. her wiha di aliyê leşkerî û tamînkirina wan di aliyê çek û madî ve faşîzma Tirkiyê ew yek hilgirtiye ser xwe. Ev jî ne ji ber xwe hatiye gotin, faşîzma Tirkityê û komên çeteyan di seranserî 14 salav ve ev yek îsbat kirine.
Di van demên dawiyê de jî ev yek bêhtir hate îsbat kirin ji ber me dît ku çawa Hakan Fîdan derbasî Sûriyê bû û pêşwaziyeke germ ji aliyê Colanî ve hate kirin.
Navenda Lêkolînê li Zanîngeha Lawrence anketek li ser 4,858 niştecihên Sûrî di navbera 10 û 28 Tîrmeh 2017 de pêk anî. Encaman diyar kir ku 77% ji wan anketan bi îdyolojiya Heyet Tehrîr el-Şam û komên din ên selefî re ne razî ne. li Idlibê kom bûye.