Asya Weşûkanî
Weke ku têye zanîn mirovahî di nava şer û gengeşeyeke pir mezin de jiyan dike û li hemberî jin û civakê dirinde û bêmerhemetî; di lutkeyê de berdewam dike. Weke ku diyar dibe şer û gengeşeyên heyî roj bi roj, pileya xwe dijwartir dibe û derdikeve lutkeyê. Ji xwe weke ku ji pêşveçûna şer û gengeşeyan têye, famkirin wê pileya wê hîn jî dijwartir bibe. Ji xwe weke ku diyar dibe wê şerê heyî xwedî encamên, pir giran be û weke ku em dibînin ji niha de gelek; şehîd û birîndar hene. Ji milekî din ve jî li pêş çavê hemû Cîhanê şer û pevçûnên didomin, xelkê herêmê yên bi qehremantî li hemberî çeteyên dirinde û hov yên DAIŞ’ê hatin kirin û cardin jî di xelfiya şerê 11 salan yê li Bakur û Rojhilkatê Suryeyê, zêdeyî 12 hezar şehîd hate dayîn û 20 hezar jî birîndar û gazî hene. Herwiha bi hezaran xelkê herêmê yên berxwedêr û şerker, ji ser mal û mikên xwe hatin derxistin û li ser xaka xwe; ya dayik hatin koçber kirin.
Ji xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Suryeyê, gelek wargehên koçberên şer hene û hîna jî wargehên koçberan têne zêde kirin. Gelek wargeh weke bajaran lêhatine û hîna jî têne mezin kirin. Di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de ji xelkê herêma Dêrezorê bigire û heyanî Cerablos, Efrîn, Serêkaniyê û Girê sipî bi gelemperî xelk ji herêmên xwe koçber bûn û hîna ji koçber dibin. Bi taybet jî xelkên bajarê Efrînê yên ku koçberî herêmên wek, Şehba û Tilrifetê bibûn û di encama şerê dawiyê de ji wan waran jî koçberî; herêmên Firat û Cezîrê bûn. Ji xwe xelkên bajarê wêran kirî Efrînê hîna jî zor û zehmetiyên, dijwar yên durbûna ji mal, milk û warên xwe jiyan dikirin û vê carê jî bi êrîşên hîn dijwartir re rû bi rû; man û ji koçberiyeke dijwar ketin nava koçberiyeke hîn girantir û ev jî bû kesera li ser keserê.
Gelê bajarê berxwedanê Efrînê bi gelek zor û zehmetiyan re, rû bi rû hatiye û hîna jî dijwariya koçberiyê dikişîne û bi çavekî deh rûndikan; dibarîne û wiha li wan hatiye ku li şûna rondikan xwînê dibarînin. Dema ku mirov li koçberên Efrînê yên li bajarê Tebqa, temaşe dike mirov rewşa wan ya bi êş dibîne û di kurahiya hestên xwe de; birîndar dibe û wijdanê mirov dêşe. Ji xwe pir dijware ku mirov li ser xaka welatê xwe, yê dayikê koçber be, lê ya ji wê hîn dijwartir jî ewe; ku mirov ji koçberiyê koçberî bajarekî din bibe. Lê bi rastî jî tevî her tiştî xelkê bajarê Efrînê xwedî vîn û ruhiyeke pir xurte û cardin jî, dayik û bavên welatparêz keç û kurên xwe ber bi şoreşê ve; dahfdidin û dibêjin here keça min here kurê min ez bi we serbilindim. Ez jî wiha dibêjim tekez ger ku dayik û bavên wiha bi ciger û xwedî bîr û bawerî hebin wê qet dijmin bi me nikaribe û serkeftin tekez wê ya gelê azadîxwaz be.
Mijareke me ya din jî ya wiha heye û ew jî mijara kongereya, pîrozbahiyê ya ku ji hêla El Cewlanî ve li Şamê hatibûye li darxistin û nûnerên dewleta Tirk jî di wê kongreyê de; amade bûne û ew Tirkên ku rojane li ser bendava Tişrînê ya şehîdan li xelkê sivîl yên çalakvan dixin û wan dikujin û birîndar dikin. Her wiha ya hîn susrettir jî ewe ku di nava, kongrê de çeteyên ku destê wan di xwîna seyasetmedara Kurd; Hevrîn Xelef de heye. Ew kes û gelek kesên wek wan ku heyanî duh bû mirovên bêguneh dikuştin û îro jî, rihên xwe birîne û hatine ser textê desthilatiyê û dixwazin ku; gelê Suryeyê bi rêve bibin. Bi taybet jî kesê bi navê Hatim Ebû Elşeqra ku wêneyê wî di, gelek bûyerên susret de derbas dibe û hatiye tekez kirin ku qatilekî tundrewe; lê cardin jî ji desthilatdariya welat bêpar nemaye. Ev yek jî bûye sedema bertekên gel û bi taybet jî dayika me ya hêja, dayika ferîşte û çeleng Hevrîn Xelef bertek dan nîşandan.
Dayika Hevrîn wiha peyivî û got em qet rê nadin ku çete, welatê me bi rêve bibin û derkevin ser kursiyan; bi rastî jî wiha ye ji xwe dema ku mirov li mijarê dihizire mirov matmayî dimîne û dibêje: Çawa bû ku çete hatin ser desthilatê û dixwazin ku xwe pak û titîz bidin nîşandan, ma wiha dibe ma gelo rûyê reş wê çawa sipî bibe? Gelo wê çawa çavê xelkê tarî bikin û xwe bidin qebûl kirin, gerek tevahî gelên Suryeyê çavê xwe vekin û rastiyê bibînin. Ji xwe bûyera herî susret jî ewe ku dema Ebû Mihemed El Cewlanî hate ser desthilatê ku hîna, bi temamî nehatiye jî hema dest bi nêzîkatiyên şaş yên ji jinan re kir û xwest ku jinan di nava çerçefa reş de veşêre, lê heyanî niha tu kesî xêr ji wan rêbazan nedîtiye û yên herî muhafizekar Îranê ye, lê wan jî xêr nedîtiye û niha jî di nava xeteriyek mezindene. Ez pirs dikim gelo hemû pirsgirêkên gel û welat, hatine çareser kirin û tenê pirsgirêkên jinan yên xwe veşartinê maye?
Ez bi xwe vê mijarê wiha dinirxînim û wiha dibêjim, heyanî niha tu hêzê ji veşartina jinan xêr nedtiye û ez bawer nakim ku Elcewlanî jî bibîne.Ya giring ew eku Cewlanî êrîşên Tirkan yên li ser xelkê Suryeyê rawestîne, lê mixabin em dibînin ku Tirkan tîne û beşdarî kongrê xwe yê; pîrozbahiyê dike û xelkê welatê xwe naparêze û bi desmalê jinan re mijûl dibe. Gerek desthilatdarên nû di serî de pirsgirêkê welat û gelan çareser bike, naxwe wê wek Beşar El Esed li wî jî were; ji xwe gelek desthilatdar têk çûn û gerek ew jî bitirse. Em di serdema nû de jiyan dikin û rola jinan di tevahî Cîhanê de, derketiye pêş û ger ku pergal xwe neyne lihemberî jinan wê gelekî baş be.
Nexasim jî ku ew jin jinên azadîxwazbin yan jî li hemberî, DAIŞ’ê şer kiribin û xwedî ezmûnên şer û jiyanê bin. Dunya gelekî pêşketiye û jinên azadîxwaz hew têne, zeft kirin û dibe ku jin wek fîzîkî werin zeft kirin; lê qet di hêla mejî de nayên zeft kirin û azadiya jinan tekez wê were pêkanîn. Ji ber ku azadiya civakê di azadiya jinê de têye tekez kirin û jin jî xwedî biryarin ku wê serkeftinê qezenc bikin û pergala demokratîk û wekhev sazbikin. Gelê Kur û gelê Ereb bi hezaran zarokên xwe di şerê parastinê de wenda kirin û hîna jî rojane şehîd û birîndaran didin; lê di dawiyê de jî wê tekez serkeftinê qezenc bikin. Tevahî xelkên Bakur û Rojhilatê Suryeyê biryara xwe daye û DI hedef û armencên xwe de îsrar dikin û dibêjin em ji armancên xwe venagerin. Em soz didin şehîdên qehreman ku emê daxwazên wan pêkbînin û serkeftinê bi dest bixin, em ji tevahî melbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û ji wan re dibêjin; emê tola şehîdan rakin û hedefên wan pêkbînin.
Em ji tevahî birîndaran re saxiyê dixwazin û hêvî dikin û dibêjin ku emê, bi dijminê xwe êşên giran bidin jiyan kirin û tola we ji wan hilînin. Ez ji gaziyên şoreşê re jî sipas dikim û dibêjim em tevahî jî zorahiyên we hîs dikin û dibêjin ku wek Rêber Apo gotiye ku hûn ji bo me; şehîdên ku jiyan dikin û em li hemberî we bi hurmet bejna xwe ditewînin û we silav dikin. Ez dibêjin ku beşdarbûna we ji çalakiyên li ser bendava Tirşrînê- şehîdan, ji bo gelek mirovên bêxîret û tirsok rexneyek pir mezine û ez we pîroz dikim û dibêjim bijî ji were; tevî ku hûn gelek zorahiyê jî dikişînin lê cardin jî beşdarî tevahî çalakiyan dibin. Ji bo tevahî gel jî û bi taybet jî jinên çalakvan yên ku rojane li ser bendavê xwe pêşandan dikin û daxwiyaniyan didin; ez we pîroz dikim û ji xwe di nava çalakiyan de jî gelek kesên bi temen mezin jî hene; ez wan dapîr û bapîran jî pîroz dikim û dibêjim, bijî û serkeftin be ji were.