Lîloz Hisên/Qamişlo
Di derheqê ne razîbûn û ne pejirandina beşdarîya kujerê siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef di kongreya serkeftinê bi navê Hatim Ebû Şeqra ku li Şamê hatibû lidarxistin, ji aliyê kongra Star ya Kantona Cizîrê daxuyaniyek hat dayin.
Kongra Star daxuyaniyek li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner, bi beşdarbûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser, komele û rêxistinên jinan li bajarê Qamişlo daxuyaniyek hat dayin. Bi beşdarbûna kujerê siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef Hatim Ebû Şeqra di kongreya qaşo ya ku binavê serkeftinê de red bikin. Hatim Ebû Şeqra bi dîmen û ragihandinê hatibû teqez kirin ku bi qetilkirina sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê di dîroka 12`ê cotmeha 2019`an de li ser riya navdewletî ber bi bajarê Reqa ve diçe de cih girtîye. Daxuyaniya ku di aliyê li ser nave Kongra Star Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hat dayin.
Bal li ser qetlîama jinan, cîhanê hat kişandin, hat rexnekirin ku ev kiryarên wisa bi raya giştî de reva tê dîtîn û hat daxwazkirin ku çeteyên Hevrîn Xelef bên darizandin, daxuyanîyê wiha berdewam kir: “Di dîroka 8`ê berfanbara 2024`an de bi têkoşîna gel û jinên azadîxwaz ji bo azadî û wekheviyê rêjîma Bess hate rûxandin, ev weke mizgîniyekê ji bo tevahiya gel û jinên di Sûriyê de, lewma ji ketina rêjîmê heya roja îro me dît ku HTŞ derbasî Heleb, Şamê, lazikiyê û Humisê bû, bi derbasbûna wan de kiryarên li ser hebûna, nasname, dîroka şoreşa jinan biryarên cur bi cur derdixin, tê diyar kirin ku ew li dijî îradeya jinên azad in, ku ew li dijî hebûna jinan di sûriyê de ne û li dijî nasnameya jin bi azadî di sûriyê de di cihê biryarê de cih bigre. Ji bo ku jinan bêdeng bikin di bin navê gelek rê û rêbazan de dibêjin jin nikarin edaletê bikin û nikare leşkerî cih bigre û nikare di cihê biryarê de be, rojane birayarên li ser îradeya jina azad derdixin.
Di dirêjahiya dîroka kevnar heya roja îro bi têkoşîna jinên pêşeng li beramberî tevahî hişmendiyan ,ji bo ku cîhanek bi awayekî aşîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê ava bikin têkoşîn û berxwedana dîrokî dane meşandin. Lewma di çirûska yekemîn ya şoreşa Rojava û şoreşa jinan di her qadên jiyanê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li beramberî hişmendiya baviksalarî û tevahî hişmendiya berxwedana dîrokî raber kir. Di heman demê de, li hember dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî dan meşandin. Ji bo parastina nirxên şoreşê, nasname û destkeftiyên jinan di her qadê de berxwedan kir, lewma her ku diçe asta berxwedan, xebat û asta zanista jinê bilind dibe, her ku diçe projeya Jin, Jiyan, Azadî di cîhanê de dibe nimûne.
Di vî kongreyî de hişmendiya olperest û nijadperest diyar bû, dixwazin careke din li ser îardeya jina azad bi awayekî olperest Sûriya ava bikin, di kongreyê qaşo serkeftinê yek rengê jinan tune bû, di aliyê din de serçeteyên girdêdayî dewleta Tirk a dagireker mîna Ebû Hatim Şeqra kujerê jinan pêşenga şoreşa me Hevrîn Xelef siyasetmdara kurd, sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo Sûriyeke demokratîk û wekhev bê ava kirin ku navê jinan tê de were parastin xebat kir, raya giştî tevî dît çawa bi awayekî hovane hate qetilkirin, qatilê pêşenga şoreşa me û siyasetmedara kurd li paytextê rûniştîbû û di kongir de amade bû.
Daxwaza me weke jin ev e ku; divê doza Hevrîn Xelef û kiryarê ku li Efrînê çêdibin divê di navdewletî de bi awayekî xurt û lez doz were vekirin, Ev kûjerên ku qetlîamên jinan de bicîh girtine bên darizandin û radestî dadgeha bilind ya navdewletî bê kirin, herwiha hate destnîşan kirin ku Em ê têkoşîna xwe nedin sekinandin, em ê li qadan bin heta ku guhertinekî cidî bê kirin û Sûriyeke demokrat bi hebûna tevahî gelê Sûriyê, bi hebûna jinên azad û berxwedêr ku pêşengtiya şoreşê dikin ava bibe.
Di vî kongreyî de hişmendiya olperest û nijadperest diyar bû, dixwazin careke din li ser îardeya jina azad bi awayekî olperest Sûriya ava bikin, di kongreyê qaşo serkeftinê yek rengê jinan tune bû, di aliyê din de serçeteyên girdêdayî dewleta Tirk a dagireker mîna Ebû Hatim Şeqra kujerê jinan pêşenga şoreşa me Hevrîn Xelef siyasetmedara kurd, sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo Sûriyeke demokratîk û wekhev bê ava kirin ku navê jinan tê de were parastin xebat kir, raya giştî tevî dît çawa bi awayekî hovane hate qetilkirin, qatilê pêşenga şoreşa me û siyasetmedara kurd li paytextê rûniştîbû û di kongir de amade bû. Sîstemekî ku seçeteyekî kujerê jin û sivîlan Sûriyê rêveber bibe qebûl nekirin.
Em dibêjin hûn nikarin îradeya jina azad bişkînin û destkeftiyên me tune bikin, em ê bi israra xwe têkoşîna xwe bilind û berfireh bikin, bi israra jina azad em ê dawî li pîvanên olperestiyê bînin. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê Sûriyekî demokratîk pirrengî ji bo tevahî gelên azadîxwaz û jinan pêk bînin, bi hevgirtin û yekîtiya jinan em dawî li pilanên ku dixwazin li ser hesabê îradeya jinan pêk bînin têk bibin.”






