Ronaz Silêman/ Amûdê
Îro li Goristana Şehîd Ismayîl a bajarê Amûdê merasîma 3 şehîdên hêzên leşkerî hate lidarxistin.
Îro li bajarê Amûdê merasîmê 3 şervanên hêzên leşkerî ku di dem û cihên cûda de hatibûn şehîdxistin, li Goristana Şehîd Ismayîl hate lidarxistin. Herwiha di merasîmê de cenaseyê Şehîd Zinar Amûdê amade bû, lê cenazeyê şehîdan Cano Amûdê û Reşo Amûdê ne amade bû.
Di heman demê de, di merasîma oxirkirinê de, bi sedan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, endamên Civaka Sivîl, şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê beşdar bibûn.
Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Cewahir Osman axivî.
Cewahir Osman şehadeta her sê şehîdan pîroz kir û wiha got: “Li Rojava em rojane şehîdan dispêrin axa pîroz. Şehîd rêbazê jiyaneke birûmet, demokrasî, azad û biwate hildibijêrin. Li Rojavayê Kurdistanê, şehîd li ser milê
şehîd di vê axa pîroz de tên sipartin. Ev e rêbazê gelê ku koletiyê qebol nake, lê azadî û serbilindahiyê dipejirîne. Bedêlên azadiyê bedêlên giranbuha ne. Bi şehîdan me hebûna xwe diyar kiriye. Em rojane rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker li her derê tên, lê îro şervanên me li Bendava Tişrînê û li her derê, bûne mertalên zindî. Çawa zarokên me ji bo me dighêjin asta şehadetê, em jî hazir in ku ji bo zarokên xwe bighêjin asta şehadetê. Rastiyek derketiye holê ku me bi berxwedanî û hêza xwe, hemû planên dijmin têk bir. Em şerê tu kesî nakin, lê em xwediyê mafê parastinê ne.”
Li ser navê Meclisa Leşkerî Zelal Amûdê anî ziman ku ew bejna xwe li hemberî hemû şehîdên Tevgera Azadiyê ditewîne û wiha got: “Şehîd rêberê riya azadiyê ne. Em şehadeta hevalên xwe li tevahî mirovahiyê şervanê QSD,
YPG, YPJ’ê û bi taybet li Rêber Apo pîroz dikin. Ev demek ku dewleta faşîst a Tirk û çeteyên girêdayî wê bi hemû hêz, balafir, tang û topên xwe dixwazin nêzîkî bendava şehîdan bibin, lê nikarin gavekê tenê bavêjin. Ji ber milîtanên Rêber Apo û canfedayê vê axê hene. Gotineke rêveberiya me giştî heye dibêje ‘Ê ji hesin bitirse li Tirênê siwar nabe’ lê em weke QSD, YPG û YPJ’ê eger em ji şehadetê bitirsiyana me çek ranedikir. Bela her kes bizane QSD’ê tu carî tune nabe, ji ber QSD’ê gel e û gel bidawî nabe.”
Hevalê her 3 şehîdan Milîtan Amûdê wiha got: “Me bi hev re gotibû ku em ê bi hev re vegerin malê, lê ew çûn û ez hiştim. Dema mirov li rûyê van hevalan dinerî nas dikir ku ruhê şehadetê di wan de heye, ji ber her dem di kar
û xebatên xwe de dilsoz bûn û bê dûdilî kar dikirin. Soza min berdewamiya xeta şehîdan û rêvalên min e.”
Herî dawî wesîqeyên her sê şehîdan hatin xwendin, malbatên wan bi dilekî şewat û serfiraz wergirtin. Piştre jî şêniyên Amûdê cenazeyê Şehîd Zinar Amûdê bi tilîlî û durşmeya “Şehîd namirin” sipartin axê.






