Zana roj/ Qamişlo
Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd li kantona Cizîrê gotubêjek bi naveroka erkên rewşenbîran, rojnamevan, tevgerên siyasî û rola ragihandinê li hember berxwedana bendava tişrînê li bajarê Qamişlo Orgenîze kirin.
Îro li bajarê Qamişlo ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd semînerek derbarê nîqaşkirina erka rewşenbîr, rojnamevan, tevgerên siyasî û rola ragihandinê di vê pêvajoyê de û bi taybet li hember berxwedana ku li bendava Tişrînê rojane tê ravekirin û têkoşîna gelê Kurd di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lidar xistin. Semîner bi beşdarbûna bi dehan ji kesayetên rewşenbîr, partî tevger û rojnamevan hate destpêkirin.
Dîwana semînerê ji Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran ya kantona Cizîrê Enehîte Sîno. Serokê Navenda Stratejîk Kurdyar Dirêyî her wiha ji endamê ragihandina Yekîtiya Rewşenbîran Ehmed Merdilî pêk dihat. Bernameya Semînerê bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate destpêkirin, herwiha sînevizyon li ser dîrok û girîngiya stratejîk ya bendava Tişrînê hate pêşkêşkirin û piştire dest bi nirxandin û nîqaşên beşdarvanan hate kirin.
Hevgirtin li hember dagirkeriyê
Di vekirina semînerê de Kurdyar bal kişand ser berxwedaniya gelê Kurd herwiha girîngiya rola ragihandinê û wiha
got: “Berxwedana ku niha di bendava Şehêdan de tê raberkirin, berxwedanekî ku rojane kêliyên dîrokî têne nivîsandin. Di vê pêvajoyê de û bi tayebt divê li hember dagirkeriyê bi hemû hêza xwe em bibin yek û pilanên dijmin vala derxin. Gotina Qazî Mihemed dema dibêje `Gelê minî Kurd birayê minî hêja bila tu carî baweriya we bi dijminê we neyê, ji ber wê di dawiyê de we tune bike` Herwiha Rêber Abdullah Ocalan ku 25 salin di zîndanên Trikiyê de ye dibêje ku `Eger ez di gorê de bim jî ezê di vî şerê xwe de bi serbikevim` em divê bi vê rihê têkoşîn bikin û bibin yek. Helbet wê kêmasî û nebesî hebin lê divê em bi yekgirtina xwe; xwedî li îrade û destkeftiyên ku me bi bedelên giran girtine derkevin.
Bê guman di vê pêvajoyê de roleke gelek girîng yê ragihandina me derdikeve pêş. Li bendava tişrînê di ravekirina kêliyên berxwedanê de kedekî mezin tê dayîn. Lê divê ev yek ji vê zêdetir ji raya giştî re bê zelalkirin, herwiha berxwedaniya gelê herêmê û bêdengiya navnetewî were belgekirin”.






