Ayşa Silêman/ Qamişlo
Rêveberê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed diyar kir ku sedema dagirkirina dewleta Tirk ji kantona Şehba û Tilrifet re, gel berê xwe dan herêmên bi ewle yên rêveberiya xweser.
Rêveberiya xweser û hemû saziyên wê ji bona koçberên Şehba û Efrînê ketin nava seferberiyê de û hemû hewildanên xwe kirin ku wan di kampan de bi cih bikin. Heya niha 120000 kes derbasî herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser bûn.
Di derbarê rewşa dawî ya koçberên Şehba û Efrînê de Rêveberê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed ji rojnameya me re axivî.
Saziyên Navdewletî bi erkên xwe ranabin
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku hijmareke mezin ji koçberan berê xwe dan cihên bi ewle yên Rêveberiya Xweser. Lê ji
ber ne peydabûn û nehazirkirina cihan ew rastî astengiyan hatin û wiha got: ” Ji ber ku demsala Zivistanê bû koçber rastî zor û zehmetiyan hatin, lewma em jî neçar man ku wan di dibistanan de bi cih bikin. Li Reqa, Tebqa û Hesekê li gor derfetên heyî me ew di dibistanan de bi cih kirin. Di heman demê de wê kampa Serêkaniyê û Newroz were berfirehkirin ji bo bicihkirina malbatên ku di dibistanan de bi cih bûne. Ji xwe bi cihkirina koçberan di dibistanan dibe sedem ku xwendekar nekaribin derbasî dibistanê bibin. Alîkarî û destek dayîn ji bo koçberan tê dayîn ji milê saziyên Rêveberiya Xweser, civak, saziyên mirovî, kurdên li Silêmaniyê, rewşenbîr û gelek saziyên civaka sivîl jî. Em rastî zehmetiyan tên û yek ji wan ew e ku heya niha hijmarek mezin ji malbatan bê çadirin. Her wiha ji bo alîkariya ku belav bibe her hijmarek ji koçberan li cihekî ye, ev jî dibe zehmetî. Pêwîstî bi hin navendan heya ku van malbatan bi cih bikin û alîkarî rasterast li wan were belavkirin ”
Rêveberê Ofîsa Kar û Barên Koçber û Penaberan Şêxmûs Ehmed axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got: “Di destpêkê de Saziyên Navdewletî yên girêdayî Netewên Yekbûyî heta astekî destek dan, lê ne li gor xwestek û hijmara koçberên ku derbas bûne. Yanî wek Netewên Yekbûyî pêwîst bû cih û alîkariyên taybet ji bo koçberan amadekiriban, lê bi vê yekê ranebûn. Ji ber ku çawa li cîhanê koçberiyek çêbibe destpêkê di saziyên wê de hemû seferber dibin û dest bi pêşkêşkirina hemû pêdiviyên jiyanê dikin. Lê mixabin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev rol nehat lîstin. Bangewaziya me ji bo hemû saziyên Navdewletî ew e ku bi erkê xwe rabin û barê destekdanîna koçberan bigrin ser milê xwe.”






