Birûc Resûl/Qamilo
hunermenda Opêra Mizgîn Tahir da zanîn ku armanca wan ew e ku çanda muzîkê ya gelê Mezopotamyayê digre nava xwe; muzîkên Kurdî, Sûryanî, Erebî û Ermenî dewlemendiya ruhê hevpar derdixe holê.
Jin li dijî zihniyeta mêr ku jinan ji her qada civakê dûr xistiye û îradeya wan şikandiye, di her dema dîrokê de têdikoşin û bi ruhê yekîtî û rêxistinkirî tabûyan şikandine, li dijî sîstemê bi awayekî çalak rawestiyane. Şoreşa Rojava, weke şoreşa jinan hat dîtin û hemû kes xwedî lê derketin. Di pêşketin û vegera şoreşê de bi taybetî kombûnek jinan a bi kok ku xwe dispêrinê heye. Her wiha hest û fikrên wan, teyîsîn, ruhê wan, xwedî mîraseke çandî ya dîrokî ye. Çand û hunera Kurdî ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Civakên ku xwedî çanda kombûnê ne û di dewlemendiya xwe de dijîn, ji aliyê desthilatdariyê ve rastî zext û êrişan tên, rastî qirkirina çandî tên. Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan navendên çand û hunerê hatine vekirin û xebat didin meşandin. Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê jinan di qada çandî û hunerî de kir xwedî deng û reng, bû destpêka ronesanseke nû. Di vê çarçoveyê de hunermenda Opêra Mizgîn Tahir ji Rojnameya me re axivî.
‘Ziman hebûna neteweyî ye’
Mizgîn Tahir di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ziman mîrat e, exlaq, fikir û çanda civakê ye. Ziman dibe nasnameya neteweyê. Ger em li dîrokê binêrin em ê bibînin bi berdewamiya dabeşkirina xaka Kurdistanê û damezrandina netew-dewletê re, bi formên cuda, hewl dane Kurdan bi awayekî fizîkî qir bikin, xak û neteweya Kurdî ji holê rakin û ziman jî tune bikin. Ziman hebûna neteweyî ye. Gelê Kurd jî yek ji wan gelan e ku her dem bi asîmîlasyon û hewldana tunekirinê re rûbirû maye. Dewletên degirker zimanê Kurdî li welatê xwe qedexe kirin, lê belê vî gelî her dem bi riya ziman û çanda xwe parastina hebûna xwe kiriye. Ji ber wê girîng e em ji zimanê xwe hez bikin û pê kêfxweş bin. Her wiha divê em zimanê xwe ji zimanê biyanî paqij bikin û ziman bi paqijî û dûrî zayendparêziyê biparêzin û ji êrişên ji derve re dûr bigrin. Ev xebat jî pêwîstî bi hewldana hemû aliyan heye û jin jî di rêza pêşî de parastina zimanê xwe yê Kurdî dikin.”
‘Divê em parastina çanda xwe ya kevnar bikin’
Mizgîn da zanîn ku jin bi vîna xwe ya xurt çand û hunera xwe her zindî dike û wiha domand: “Jin herî zêde parastina çand û mîratê dike, huner jî navgîna rizgariya ji zextên jiyanê tê hesibandin, girêdanbûna bi xak û nasnameya xwe di salên dirêj de bi riya stranan vegotine. Di destpêkê de civakê derbasbûna jinên temen mezin di warê huner û stran û gotinan de gotine û sekinandina li ser dikê qebûl nedikir. Lê bi vîna xwe ya xurt û girêdanbûna me bi fikra azadiyê re hişt ku em li pêşiya civakê bisekinin. Me koma xwe birêxistin kir û me îsbat kir ku em dikarin çanda xwe bidin xuyakirin û balê bikşînin ser dozên xwe. Divê em parastina çanda xwe ya kevnar bikin, li hember hêza ku hewl dide me tune bike, hebûna me înkar bike û hewl dide jinan ji cewhera wê dûrxînin bisekinin.”
Jin û Mûzîk
Mizgîn Tahir di dawiya axaftia xwe de wiha got: “Mûzîka Kurdî ji aliyê jinan ve careke din tê vegotin. Ji ber vê yekê emê her çand û hunera kurdî di nava nifşên nû de zindî bikin. Armanca me ew e ku çanda muzîkê ya gelê Mezopotamyayê digre nava xwe; muzîkên Kurdî, Sûryanî, Erebî û Ermenî dewlemendiya ruhê hevpar derdixin holê. Em ê muzîka gelêrî ya Rojhilata Navîn û muzîka gelêrî ya Kurdî bigihîjênin asta akademiyê. Em girîng dibînin ku gele herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêşketina çandî û hunerî de bigihîjin asta akademîk. Wek tê zanîn ku niha peymangiha hunerê ya bilind ya xweser hatiye vekirin, ev tenê ji bo me serkeftineke. Ez di wê baweriyê de me ku dibistan ji bo jinên ciwan şansek e û dikarin di vî warî de xwe baştir nîşan bidin.”