Farûk Sakik
Heyeta Îmraliyê ya Dem Partî di 22’yê çileya 2025’an de li Îmraliyê duyemîn hevdîtina xwe ya bi Rêber Apo re pêk anî. Der barê hevdîtinê de nîqaşan dest pê kir. Çandek-kevneşopiyek hevdîtinên Îmraliyê hebû. Piştî hevdîtinan daxuyanî dihatin dayîn. Herkes li bendê bû da ku heyet vegere wê daxuyaniyek çawa bide. Di muzekereyên berê de jî (salên 2013-2014-2015) dema ku heyet diçû Îmrali herkesî ji hev dipirsî “heyet ji giravê vegeriya?”
Evcar jî heman bendewarî hebû. Lê bersiv nedan vê bendewariyê. An jî tiştên ku bi çapameniyê re hatin parvekirin cîvak têr nekir. Piraniya civakê li bendê ye, wê çi bibe çi nebe. Hesretek wan a bi salan hebû. Piştî tecrîdê, li Tirkiyê faşîzm derket asta herî jor. Li hember Kurdan, siyaseta salên 1925’an dihat meşandin. Kurdan digot, heger Rêber Apo azad bûya wê midaxaleyî vê pêvajoyê bikira û ev hovîtiya li ser gelan bida seknandin.
Ango jixwe li bendê nebûn, di vê hevdîtinê de wê bangî çek danînê yan jî dawî anîna şerê çekdarî bike neke. Civak vê dewletê û vê hikûmetê baş nas dike. Dek û dolabên wan jî dizanin. Daxuyaniyên wan didan bawerî neanînin û li benda Rêber Apo bûn.
Dema daxuyaniyek têrker nehat dayîn, di nav gel de bê moraltî û bêhêvîtiyek peyda dibe. Ji ber vê yekê di serî de DEM Partî û hemû peywîndîdar divê bi rengekî hesas tevbigerin. Lê dîsa jî hin notên hevdîtinê yên ku hatin parvekirin, kodên paşeroja hevdîtina dida zelal kirin.
Rêber Apo di beşek axaftina xwe de dibêje; “Tekane çareseriya ku wê Tirkiye, Sûriye, Iraq û heta Îranê rizgar bike ev e; bi gelên li nava xwe re aşitiyê çêkin û zemînê demokratîk ava bikin. Îran jî tenê bi vî awayî dikare xwe biparêze” Rêbertî ev e. Ev gotin dide xuyakirin ne bi tenê ji bo Bakurê Kurdistan li 4 parçeyên Kurdistan çareseriyê esas digire. Rêber Apo ji bo çareseriyek dîrokî amadekariyan dike. Perspektîfên wî yên çareseriyê wê derî li hemû destwerdanên hêzên emperyalîst jî bigre. Dibêje; yan hûn ê bi min re çareser bikin an jî wê hêzên emperyal midaxle bikin. Ev gotinên wî şaş hatin fahm kirin. Yên xwe di tarîtiyê de veşartibûn, heman êriş kirin. Gotin, Amerîka dixwaze doza Kurdistan çareser bike, lê Rêber Apo vê yekê naxwaze.
Amerîka li gor berjewendiyên xwe bi Kurdan re hevkariyê dike. Daxuyaniyên baş yên xwedî derketina rêveberiya xweser hene. Di vî warî de tu nîqaş tune. Lê ji bo parçeyên din û bi taybet ji bo Bakurê Kurdistan tu perspektîfên wan ê çareseriyê nînin. Haa tê gotin, êrîşên dewleta Tirk yên li derdora bendava Tişrînê da seknadin. Rast e, lê çeteyên dewleta Tirk hê jî êrişî Tişrînê û sivîlên herêmê dike. Amerîka dikaribû van êrişan bide sekinandin da kû evqas kesên sivîl şehîd nebûna. Lê midaxale nekir. Heyeta ku diçe Îmrali hevdîtinan bi Rêber Apo re pêk tînin di vegerê de divê balder bin. Hesasiyetên civakê berçav bigirin. Rêber Apo, ne ji bo çareseriyeke di navbera îqtîdar û Îmraliyê de, ji bo çareseriyeke civakî amadekariyên xwe dike. Aştî û çareserî wê bi civakbûnê bi pêş bikeve. Ji bo vê yekê bendewariyên civakê divê esas werin girtin. Dema manşêtek an jî sernivîsek hebe, dibe ku bingeha xwe têr û tijî be. Di naverokê de tu tevlîheviyek tune be. Tu tiştek ji civajê û ji gelan neyê veşartin. Divê bersiva “Heyet ji giravê vegeriya?” were dayîn.