Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berxwedana Bendava Tişrînê rastiya bê dawî nîşan da!

29/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Piştî Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li Helebê li dijî rêjîmê êrişeke berfireh da destpêkirin, gelek hesabên cûda derketin holê, lê tu kesî bawer ne dikir di nava çend rojan de ne tenê Heleb, lê belê Tevahî herêmên Hikûmeta Şamê bikevin destê HTŞ’ê de.  Bi vê rewşê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî guhertinek mezin hate jiyankirin.

Dewleta Tirk a ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha bi hemû hêza xwe kar dikir, dawî li Rêveberiya Xweser û hêzên wan ên leşkerî bîne, hewldanên xwe bi plan û rengên nû dewam kir. Xweser civaka Sûriyê û bi taybet di hindirê Bakur û Rojhihilatê Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser sor bike. Aloziyê di nava pêkhateyan de ava bike, û tişta bi serê hikûmeta Esed û Artêşa wî hat, bi serê Rêveberiya Xweser û QSD’ê bîne.

Di çend rojên destpê de wan wiha hesab dikir ku plana wan ber bi serkeftinê ve diçe. Ev bi taybet dema Rêveberiya Xweser ji bo parastina koçberên Efrînê biryara valakirina Kantona Efrîn-Şehbayê da û bi dagirkirina Minbicê derket tûtkeyê. Dewleta Tirk wiha hêvîd kir Artêşa wê ku bi navê çeteyên “Artêşa Niştimanî” êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê kirin, wiha hêvî dikir ewê pişta Rêveberiya Xweser bişkîne û planên xwe yên dagirkeriyê di tevahî Sûriyê de feriz bike. Ji bo pêkanîna wê li dijî Bendava Tişrîn û Qereqozaq hemû cûreyên çekên şer ji balafirên şer û yên bê mirov bigre û heta top û tangên herî giran bikar anî.

Lê tişta bû, ne li gorî planên dewleta Tirk bûn. Şervanên QSD’ê li Tişrîn û Qereqozaq tevî dijwarî û tundiya êrişên bi serkêşiya Artêşa Tirk û beşdariya hezaran çeteyên herêmî, berxwedanek bê hempa û dîrokî nîşan dan. Lê zêde bike gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê yên bi armanca parastina Bendava Tişrînê bi karwanan meşiyan. Dewleta Tirk bi balefiran êrişî karwanê gel kir, bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Di nava Şehîd û birîndaran de Rojnamevan û Hunermend Bavê Teybar ê bi nav deng jî hebû. Lê tişta balkêş îradeya gel ne şikest û heta niha nobedariya li ser bendavê dewam dike. Bavê Teybar jî di nav de peyamên hevalên Şehîd û birîndaran ên têkbirina tirs û mirinê û çirandina navê wê, her wiha digotin; em ji mirinê mezintirin.

Ev rihê berxwedanê hemû denge dan guhertin, dijmin berî dostan matmayî hiştin. Her kesî got ev çi rihe di van rewşên herî dijwar de pelên dîrokê ji nû ve vejîn dike. Îro bi rihê berxwedana gelê Şoreşgerî ya Benava Tişrînê gelê kurd yekîtî qezenc kir. Ne tenê wiha bi hemû gel û pêkhateyên din ên herêmê re yekîtiya xwe hîn xurtir kiriye.

Destkeftî û serkeftin tenê di vir de sînordar nemaye, em dibînin li Humis, Hema, Şam, Tertûs, Laziqiyê û gelek herêmên din ên Sûriyê bang li QSD’ê dikin, da ku wan ji êrişên nijatperestî yên dewleta Tirk û hevkarên wê biparêze. Berxwedana Bendava Tirşînê careke din rastiya ku bêyî pergala netewa demokarîk çareserî ne li Sûriyê û ne li Rojhilata Navîn pêkane, derxist holê.

Post Views: 166
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.