Amara Baran/Qamişlo
Rojnamevan Xogir Kemal diyar kir ku Hevdîtina partiya DEM’ê ya bi Rêber Apo re 7 xalên bingehîn bi raya giştî re hatin parvekirin ku divê pêvajoyê de çi were kirin. Xalên ku Rêber Apo diyarkirin felsefeya Rêber Apo ya têkoşînê û paradigma wî ya bi hevdûre jiyankirina gelan e. Rêber Apo di hevdîtina xwe de jî diyar kir ku ew hêza wî heye ku rewşa şer bizivirîne rewşeke siyasî û qanûnî.
Rojnamevan Xogir Kemal di çarçoveya hevdîtinên DEM partiyê bi Rêber Apo re ji rojnameya me re axivî.
‘Hevdîtina bi Rêber Apo re bi têkoşîn û kedeke mezin pêkhat’
Xogir Kemal got Piştî 43 mehan hevdîtina ku bi Rêber Apo re çebû bi ked û têkoşîneke mezin pêk hat, pêngava ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî têkoşîna ku hat meşandin û encama wê ye û wiha domkir.” Li rojhilata navîn di sala 2023’an de gelek guhertinên bingehîn û bi lez çêbûn. Şerê Hamas û Israîlê û piştî wê şerê Hizbullah û Israîlê û ketina sûriyê mijarên pir bilez bûn ku di nav salakede pêşketin, herkes baş dizane ku Israîl li gel tirkiye û hêzên din şerê hegemonîk dike, û heryekê dixwaze herem di bin serweriya wî de be, Dewleta tirk niha di nav tirsekê de ye ku di sistema nû de ji derva nemîne û kurd ji dest wan neçin. Çalakiya li Tûsaşê ku çêbû maskeya Dewleta tirk daxist ku gotinên Bahçelî di meclîsa tirkiyê de kir pêk neanî, di bingeh de ji ber ku rewşa dewleta tirk di rewşeke xirab da ye ji bo wê jî pêwîstiya wan bi Rêber Apo heye, li ser wî esasê xwe avêtin bextê Rêber Apo ku wan ji qirîz û qeyranê xilas bike.”
‘Rêber Apo xwedî pilan û projeye’
Xogir anî ziman ku Dewleta tirk ji derveyî desthilat û êrîşên zalimane tu proje di destê wan de tuneye û got” Hemû zanyarên cîhanê jî vî îtîraf dikin ku di rojhilata navîn de kesek wek Rêber Apo xwedî plan û proje û pêşerojê difikire di dunyayê de tuneye, di 26 salên dawiyê de Rêber Apo bi hebûna paraznameyan û nîqaşên pêvajoya ku bi rêve bir ev yek zêdetir ispat kir. Tiştê ku Rêber Apo dibêje li cem tevgera azadiyê zelal e, lê Dewleta tirk dixwaze ku Rêber Apo û gelê kurd bike xizmeta xwe ku bi tinekirina gelê kurd hebûna xwe bide qebûlkirin. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn siyaseta ku Ataturk rêva dibir niha dewleta tirk jî dixwaze wê siyasetê rêve bibe, Projeya dewlet bahçelî û Erdaxan yekin û li ser esasê tunekirin û tasfiyekirinê ye.
‘Çareseriya aloziya Rojhilata navîn li îmraliyê ye’
Xogir balkişand ser girîngiya Hevdîtina Rêber Apo ya bi heyeta DEM partiyê re û wiha got ” Rêber Apo 7 xalên bingehîn diyarkirin ku divê pêvajoyê de çi were kirin. Ev rêgezên ku Rêber Apo diyarkirin felsefeya Rêber Apo ya têkoşînê û paradîgma wî ya bi hevdûre jiyankirina gelan û çareseriya siyasî ye. Rêber Apo di hevdîtina xwe de jî diyar kir ku ew hêza min heye ku rewşa şer bizivirînim rewşeke siyasî û qanûnî. Dewleta tirk xwest ku di hevdîtina yekem de bigihêje hindek encaman, lê Rêber Apo qebûl nekir û herkes kir şirîkê vê pêngavê û ji bo wê xwast ku heyet biçe serdana hemû partiyên mihalîf û desthilatê bikin. Heyet li ser daxwaza Rêber Apo ziyaretên xwe bi hemû partiyan re domand, edî şande pêwîste biçe îmraliyê û hevdîtina xwe ya dûyemîn bi Rêber Apo re pêk bîne. Her gavek Rêber Apo hêvî û hewayek erênî di nav gelan de çêdike ji ber ku Rêber Apo di cîhanê û Rojhilata navîn de xwedî projeyeke pozîtîfe ji bo wê jî herkesek ji bona azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava xebat û têkoşînê de ye. Dewleta tirk ji 2016′ an heta niha ku rê girt û şerkir di wan salên dawiyê de yên ku wendakir dewleta tirk bixwe bû. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya 2016’an de jî ji şandeyê re got ku hûnê dîse werin û dewleta tirk ji ber ku ket tengaviyê dîsa hişt ku şande biçe cem Rêber Apo. Ji ber ku mifteya çareseriyê ya rojhilata navîn û tirkiyê Rêber Apo ye. Her hevdîtinek bi Rêber Apo re û diyalogên Rêber Apo ji bo gelê kurd û rojhilata navîn cihê hêviyê ye.”
‘Dewleta tirk siyaseta qirkirinê dide meşandin’
Xogir bibîr xist ku ” Dewleta tirk ji ber ku ne xwedî projeya çareseriyê ye ji aliyekî ve dixwaze şantajan bike ji aliyê din ve jî dixwaze şerê taybet bide meşandin û bi Rêber Apo, ji hereketê tawîzan bigre ji bo wê jî zimanê xwe yê şer û qirkirinê tûj dike. Di destekî wî de çek û şer heye di destê din de jî siyaset heye, bi destekî lê bixe destê din tune bike. Ev siyaseteke kevin ya Osmaniyane û Ingilîze, li aliyekî de behsa aşitiyê dike li aliyê din jî êrîşê Rojava dike û dibêje an hûnê teslîm bibin an jî emê we bi tevê çeka we binerd bikin dike û li bakurê kurdistanê jî qeyûm davêje ser îradeya gelê kurd. Zîhniyeta dewleta tirk li ser wî esasê hatiye avakirin, pêwîste gelê kurd vê baş bizanibe ku Dewleta Tirk li çareseriyê nagere li teslîmbûnê digere daxwaza wî ewe ku tevgera azadiya kurdistanê teslîm bigre, bi vî rengî dixwaze siyasetek qirêj bide meşandin.”
‘Armanca dewleta tirk di navbera Rêber Apo û tevgera azadiyê de qutbûnê ava bike’
Xogir got ku dewleta Tirk armanca wê ewe ku tevgera azadiyê û Rêber Apo ji hev cuda bike, difikirin ku cem partiya DEM’ê û Rêber Apo mesele çareser bikin ku tevgera azadiyê ji holê rakin. Û got” Bi şerê taybet dixwazin ku parçebûnê di nav tevgera azadiyê de çêbikin. Tevgera azadiyê di daxuyaniyên xwe de jî dabû diyarkirin ku Rêber Apo ji bo çareseriyê çi bêje em amadene. Ew hêviya parçebûnê di dewleta tirk de şikest, ji bo wê yekê di axaftinê dawiyê yê baxçelî û Erdoxan de bê hêvîbûn diyar dibû ku siyaseta ku wan dixwest bi ser neket. Ew 26 salin tevgera azadiyê pir vekirî dibêje ji bilî Rêber Apo, em tu hevdîtinan pêk naynin Rêber Apo çi bêje emê wê bikin, rêbazên Rêber Apo rêxistiniye tu caran şexsî tevnegeriya ye, lê dewlet dixwaze parçe bike û bi rêve bibe. Li ser Rêber Apo û Tevgera azadiyê vê zîhniyetê meşandina wê zehmete, dewleta tirk nikare li ser Rêber Apo û PKK’ê siyaseta parçebûnê bimeşîne. Ji ber ku hereketeke xwedî îdeolojîk û paradîgmaye, ji bo wê ne mumkune ku dewleta tirk bigihêje armanca xwe.”
‘Zimanekî kilasîk û bê çare bikartîne’
Xogir got ku dewleta tirk qonaxa heyî pir cidî nagire dest û berpirsiyar tevnagerin, ev jî ne samîmiyeta wan dide diyar kirin û got” heta niha Dewleta tirk bixwe jî nizane çi dixwaze heta ku nav li vê qonaxê bikin, ji ber wê jî zimanê kilasîk û bê çare kartînin dewleta tirk bi kuştin û talankirinê nagihêje encamê. Di rastiyê de dewleta tirk cesaret nake ku nav li qonaxê bike, qonax ji bo çareseriyê ye ku êdî şer û pevçûn bi dawî bike. Rêber Apo di vê qonaxê de bi berpirsiyar tevdigere ji bo wê jî projeyên wî ji bo çareseriyê heye, ne tênê ji bo kurdan ji bo tevahî gelan, jin û ciwanan tevdigere, hevdîtin hê berdewam dikin û bi wan hevdîtinan re wê pêvajo ber bi çareseriyê ve biçe. Rûxmê ku dewleta tirk zehmetî û astengiyan çêdike jî, lê Rêber Apo xwedî îrade û hêza çareseriyê ye.
‘Ancax Rêber Apo dewleta tirk ji alûzî û qeyranan derbixe’
Xogir di dawiyê de got ku ” pêwîste dewlet şerê li ser Rojava, qeyûm û girtinan bide seknandin. Û pêwîste girtiyên siyasî yên ku di bin navê terorê de di girtîgehên tirkiyê de girtîne werin berdan. Pêwîste êdî aşitiya civakê pêk were. Dewleta tirk rê veke ku herkesek bi ziman û nasnameya xwe tevbigere û derfet were dayîn ku Rêber Apo hin zêdetir bi erkê xwe rabe. Wê demê tirkiyê bi xwe jî ji alûzî û qeyranan derbikeve, ger wisa nebe rewşa tirkiye wê ji niha xirabtir bibe û nekaribe bi alûzî û qeyranan berdewam bike. Di vê qonaxê de hemû rojnamevan nivîskar û siyasetmedar ji bo ku deste Rêber Apo xort bikin têkoşîn bikin, ji bo ku êdî li kurdistanê xwîn neyê rijandin pêwîste destê Rêber Apo were xortkirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngav didome û li ser vî esasê wê sala 2025 bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.