Nehîr pale
Li ser rûxandina sîstema Esed û hatine HTŞ`ê 19 roj derbas dibin. Di van 19 rojan de li bajarên Sûriyê û bi taybet li bajarê Şamê, Himis, Heleb û Hema zextekî mezin li jinê tê kirin. Nêzîkatiyên ku hewl didin jinê terbiye bikin, derdikevin holê. Propeganda lixwekirina cil û bergên islamî tê kirin. Heyanî ji destê wan tê dixwazin jinê ji têkoşîna wê dûrbixînin û li malê bidin rûniştandin. Mîna ku bibêjin siyaset ne karê jinê ye, ciyê wê li mutfexê ye.
Li Sûriyê temenê têkoşîna jinê bûye zêdetirî 50 salî, dibe ku destpêkê jina Kurd pêşengtî kir lê niha ev têkoşîn berfereh bûye û ji bo tevayî jinên cîhanê bûye tecrûbeyeke gelekî mezin. Ev tecrûbe gihîştiye asta ku bi sedan jinên Ereb, Ermen, Kurd, Çerkez, Aşûr û Turkmen li hevdû kom bibin. Di van komxebatên xwe de rewşa siyasî ya Sûriyê binirxînin û her tim xwedî nêrîn bin.
Ji nav civaka Dêra Zor, Tebqa û Reqayê jinên ku pêşengtiya xebatê bikin, derdikevin. Bi wêrekî berpirsyartiya xebatê radikin, tevlî hemû çalakiyan dibin, feraseta wan a azadiyê tê guhertin û têdikoşin. Yek ji wan jî şehîd Kerem Ehmed El-Şehab bû. Têkoşîna wê gihîşte asta ku canê xwe feda bike. Jina ku bi destê civaka zayendperest hatiye perçiqandin, êdî bêdeng namîne, daxwaza wan a ku hebûna xwe diyar bikin gelekî li pêş e. Bi riya komîte û meclisên jin jinan birêxistin û perwerde dikin. Civakê birêxistin dikin û pirsgirêkên civakî çareser dikin.
HTŞ`ê bi destpêka hatina xwe re êrîşî jin kir û bi rêbazên hemû hêzên desthilatdar bikartînin û dixwaze dawî li xebatên jin bîn in. Çawa niha li Tirkiyê û Îranê zextekî mezin li jinê tê kirin, tevgerên Islamî dixwazin li Sûriyê jî wê zextê li jinê bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi rêbazê girtine hewl dide ku jinê terbiye bike. Dayîkên ku temenê wan 83`ê sale bi sûcê têkiliya wan bi PKK`ê re heye û bûne alîkar hukum li wan dibire û dixe zîndanê. Li Îran jî heman nêzîkatî tê kirin û hukmê darvekirinê li hemû jinên têkoşînvan tê birîn. Çeteyên Tirkiyê li bajarên Sûriyê yên dagirkirî heman rêbazan li hemberî jin didin bikar anîn.
Ji nêzîkatiyên HTŞ`ê yên ji jinê re tê fêmkirin ku ew ê cî nedin jinê û mîna dewleta Tirk û Îranê nêzî jinê bibin. Ew jî wê zayendperestî weke pirsgirêk nebînin û di bin navê ola Islamê de jinê girê bidin.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meclisa Kombûna Jin a Zenûbiya, Kongra Star û Meclisa Jin a Sûriyê di vê pêvajoyê de ji berê zêdetir têkoşîna xwe xurt kirin. Hewl didin ku xwe bighînin hemû jinên Sûriyê. Ji bo jin tevlî kongreya netewî ya Sûriyê bibin û di nivîsandina destûra Sûriyê de ciyê xwe bigrin ji hemû aliyan ve xwe birêxistin dikin.
Li Sûriyê ev pêvajoya nû ya ku destpêkiriye ji bo jin firsetekî mezine, çiqasî xwe birêxistin bike wê ew qasî xwe biparêze û di xebatên xwe de bighîje destkeftiyên mezin. Jina Sûriyê dikare ji hemû jinên cîhanê re pêşengtî bike û bibe mînak.